‘Ji bo miletekî bindest pêşveçûna sînemayê zahmet e’

Tarîxa sinemaya kurd bi derhêner û lîstikvanên wek Yilmaz Guney, Bahman Ghobadi, Hîner Saleem, Kazim Oz, Jano Rosebiani û yên din, konsepta ‘Sînemaya Kurd’ li nav cîhanê bi cih bû ye. Her çiqas hin kes destpêka sînemaya kurdî bi filmê an ku belgefilmê Grass dest pê dikin jî, bi mantiqa film dibe filmê Zarê wek filmê yekemîn werê pêjirandin.

Vejdi Uluç

Wek miletêkî bindest kurd, ji zû de ye ku di erdnîgariya Rojhilatanavîn de xwedî çand û hunerek dewlemend in. Bandora miletên cîranan li ser jiyan, çand û hunera wan pir zêde ye û di fîlmên sinemaya kurd de jî bi rastî ev bandor li ber çavan e. Naveroka filmên Sînemaya kurd, ji bûyer û kaosên herêma Rojhilatanavîn bigrin, heta ji çîrokên devkî yên çanda kurd pêk tên. li welatên biyanî bi konferansan, pêşbaziyên kurte fîlman û bi galayan sinemaya kurd xwe li cîhanê dide nasîn. Tarîxa sinemaya kurd û bingeha wê her çiqas ne kevn be jî bi derhêner û lîstikvanên wek Yilmaz Guney, Bahman Ghobadi, Hîner Saleem, Kazim Oz, Jano Rosebiani û yên din, konsepta ‘Sînemaya Kurd’ li nav cîhanê bi cih bû ye. Wek sputnik kurdistan di vê mijara giranbiha de me roportajek li ser Sînemaya kurd bi Remezan Turgut re kir. Bi çend pirsan derbarê mijarê de me bersivên girîng û hêja jê vergirt.

Remezan Turgut kî ye? Wek aktivist di saziyên civakî de xebitiye. Ji sala 2010an û vir de li ser sînemayê, bi taybetî jî li ser sînemaya kurdî dixebite. Di heman salê de bi navê Zanîngeh Akademî, (Dilazad ART, Halil Aygün, Yaşar Oktay û Ridwan Xelil) saziyeke sînemayê avakirine. Di bin sîya Zanîngeh Akademî de dest bi xebatên kurtefilm û belgefilman kiriye. Heta niha nezî 30 kurtefilm û belgefilm kişandine. Hin xebatên wî li festîvalên cîhanê xelatên baş wergirtine. Bi taybetî jî belgefilma ‘Dom’ gelek xebat bidestxistine. Ji sala 2015an ve bi awayekî zanistî li ser sînemayê çalake. Derbarê sînemaya kurdî de lêkolînan dike û nîvîsan dinivîsîne.

Dîroka Sînemaya Kurdî ji kûderê dest pê dike, bi kîjan fîlmî dest pê kiriye? Naveroka fîlm li ser çi ye? Girîngiya wî ji bo sinemaya kurdî çi ye?

Her çiqas hin kes destpêka sînemaya kurdî bi filmê an ku belgefilmê Grass dest pê dikin jî, bi mantiqa film dibe filmê Zarê wek filmê yekemîn werê pêjirandin. Filmê Zarê, li ser jiyana kurdên êzîdî ye. Di kesayetiya Zarê de jiyana êzîdîyen kurd nîşan dide. Ji bo ku jiyana rojanê têne ser perdê wek arşîveke hêja em dikarin vî filmî girîng bibînin.

Pêşketina Sînemaya Kurdî kengî dest pê kiriye? Li gor we çiqas pêş ketiye?

Pêşketina sînemaya kurdî di salên 2000î pêve bi awayekî ku sînemaya kurdîye destpêkiriye. Bi taybetî bi filmên Behman Gobadî wek sînemayeke kurdî hate naskirin. Li gor derfetan têra xwe serkeftiye. Lê belê kêmayiya herî mezin hişmendiyeke kollektif ya sînemaya kurdî çênebûye. An ku muşteriye sînemaya kurdî çênebûne.

‘SÎNEMAYA KURD DERENG DEST PÊ KIR, SEDEM BÊDEWLETBÛN E’

Em dikarin bêjin sînemaya Kurdî dereng dest pê kiriye? Bersiv erênî be çima dereng dest pê kiriye?

Sînemaya kurdî jî wek her tiştê kurdan dereng destpê kiriye. Sedema sereke bêgûman bêdewletbûne. Bêdewletbûn bi xwe re li ser her tiştê kurdî qedexe anîye. Di devereke ku qedexe hebê hûner rêya pêşveçûnê nabînê.

Li gorî te ji bo miletên bindest girîngiya sînemayê çi ye yan jî rola sînemayê ji bo pêşketina gelekî çi ye?

Dibe gelên bindest sînemayê wek danasîna nasnameya xwe nîşan bidin. Sînema xwe îspatkirin e, parastina çand û hûnerê ye. Herî zêde ji bo rastiyên xwe em sînemaye wek alaveke propagandaye (erênî) bikarbênin.

Tu derhênerên kurd bi giştî çawa dibînî? Li gor te Serkeftî ne?

Bêdewletbûn rûye xwe di her tiştî de dide xuyakirin. Bi hûnera xwe derhênerên kurd serkeftîne lê ji hêla derfetan ve destên wan giredayîye. An ku qedexe û mijarên aborî dest û piye derhênerê kurd girêdide.

‘DIVÊ HIŞMENDIYEK KOLEKTÎF A SÎNEMAYA KURDÎ AVA BIBE’

Ji derhênerên ciwan yên ku nû digihêjin, hêviya te heye yan na? Weke nav tu dikari bide?

Nav nedim jî, em dixwazin bi derhênerên kurd re hişmendiyeke kollektif ya sînemaya kurdî ava bibe. An na her filmê ku hate kişandin yê li ser navên dewletên ku kurd tê de dijîn werin hesibandin.

‘SÎNEMAYA KURDÎ SÎNEMAYEK BINDEST E’

Di qada navteweyî de sinemaya Kurdî çiqas tê nasîn? Bi kîjan derhêneran tên temsîlkirin?

Sînemaya kurdî na, lê belê derhênerên kurd têne naskirin. Ji ber ku film ne li ser navê kurdan têne nîşandan. Li ser navê dewleta ku derhêner lê dijî tê qebûlkirin. Derhênerên naskirî Yilmaz Güney, Behman Gobadî, Hiner Salim.

Derhênerên Kurd bêtir li ser kîjan mijaran disekinin? Hin kes dibejin fîlmên Kurdî gelekî polîtîk in, erênî û neyîniya vê çi ne?

Sînemaya kurdî sînemayeke bindest e. Sînemaya bindest jî dive nevê dibe polîtîk be. Lê sînemaya kurdî ne sînemayeke dagirger û kolonyalist e. Sînemaya kurdî ji xwe ji çend filman pêk tê. Ev film jî dive mijarên rojanê yên kurdan derxin ber çavan.

Rola jina Kurd li paş û pêş kamerayê di sînemayê de çi ye, yan jî heye?

Ev mijar hêj ne zelal e. Ji ber ku em di qada sînemayê de li paş û li pêş kamerayê jina kurd nabînîn.

Derbar Rêvebir

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply