Li Tirkîyeyê di serdema ‘pêvajoya çareserîyê’ de bi derfetên wekî ‘dersa bijartî’ û ‘hînkirina li dibistanên taybet’ rê li ber Perwerdeya Kurdî hatibûn vekirin, hînkirina Kurdî ji niha û pêde di Halk Eğitim Merkezleriyê di jî dê berdewam bin.
Rojnameger – Nivîskar İbrahim Gençî, di peyama ku li madyaya civakî parve kir de da xuya kirin ku ew 2 sal e di vê mijarê de hewl daye û got ku, ”Hevdîtinên ku me çend hefte berê kirin encam da û modulên ku li ser zaravayên Kurmancî û Zazakî ya Kurdî, hatin erêkirin.”
Gençî daxuyand ku li Halk Eğitim Merkezleriyê ku girêdayî MEB (Wezareta Perwerdeya Netewî)yê ne ji bo vekirina qursên Kurdî divê herî kêm 10 kes bi daxwaznameyê serî li Halk Eğitim Merkezleriyê bidin, ev qurs jî ji bo du zarava ne.
Genç, wiha nivîsî; ”Bi taybetî ji Adara 2015an ve piştî ku ji hêla AKPyê ji bo pêvajoya çareserîyê daxuyanîyên neyînî hatin dayîn, bi burokratên MEByê re têkilîya me qut bû ku me ji bo modula Kurdî hevdîtin dikir.”
Di malpera MEByê de hat dîtin ku li gel zimanên wekî Bulgarî, Boşnakî, Çînî, Fransizî û Îngîlîzî; zaravayên Kurmancî û Zazakî ya Kurdî jî li bin navê ‘Yaşayan Diller ve Lehçeler'(Ziman û Zaravayên Dijîn) li bernameyê hatin zêdekirin. (Jêder:rudaw.net)
http://hbogm.meb.gov.tr/modulerprogramlar/?q=67&alan=Yabanc%C4%B1%20Diller
Îbrahîm Genç derkeqê vê projeyê de wiha got:
Ji bo vekirina qursên Kurdî li Halk Eğitim Merkezleri(Navendên Perwerdeya Gel)yê ji Sibata 2014an ve hem wekî kesekî ku li ser Kurdolojî master kiriye hem jî wekî rojnameger-nivîskar peyanên ku min kirin encam da û modulên zaravayên Kurmancî û Zazakî ya Kurdî hatin erêkirin. Êdî li her derê Tirkîyeyê eger herî kêm 10 kes serî li Halk Eğitim Merkezleriyê bide dê bikarin qursên Kurmancî û Zazakî bên vekirin. Modulên her du zaravayên zimanê Kurdî di sîstema MEByê de wekî Yaşayan Diller ve Lehçeler Kurmancca Seviye A1 (Ziman û Zaravayên ku Dijîn Kurmancî Asta A1) û Yaşayan Diller ve Lehçeler Zazaca Seviye A1 (Ziman û Zaravayên ku Dijîn Zazakî Asta A1) cih girt.
Li gel vê rewşê;
Namzetên Mamostatîyên ku ji Îlona 2012an ve ji bo di polên 5,6,7 û 8em ya dibistanan de dersên Kurdî (Kurmancî, Soranî) bidin perwerdeya xwe qedandıne, dê li Halk Eğitim Merkezleriyê bikarin bên îstîhdamkirin. Lewre ji sala 2013an vir ve tenê 59 mamosteyên Kurdî hatine tayînkirin. Ev pir kêm e.
Li Tirkîyeyê di encama polîtîkayên pişavtinê ku bi dehan salan dom kir de gelê Kurd hema hema bi tevahî ji perwerdeya zimanê zikmakî bê par ma. Ji lew îro mafê perwerdeya zimanê zikmakî bê pejirandin jî, Kurdên ku perwerdeya xwe qedandine dê dîsan mehrûm bin. Ji lew bi vekirina qursên Kurdî li Halk Eğitim Merkezleriyê Kurdên ku perwerdeyên xwe xelas kirine pêvajoya wan ya xwendin û nivisandina Kurdî dê dest pê bikin.
Kesên ku bixwazin Kurdî hîn bibin ku wekî Tirk, Ereb, Laz, Çerkez hwd. gelên din jî dê bikarin ji wan qursan sûd wergirin. Ev jî dibe ku xizmeta jihevfêmkirinê ji bo gelan bike.
Mafê perwerdeya zimanê zikmakî bê qebûlkirin jî divê Kurdî li her derî bi awayekî berfirehî cih bigire. Ji lew li Halk Eğitim Merkezleriyê vekirina qursên Kurdî dê xizmeta belavbûna Kurdî bike.
Baş e, lê tevî ku ji bo Kurdî li Halk Eğitim Merkezleriyê cih bigire tu asteng tune bûn, çima ew pêvajo(pêvajoya cihgirtina Kurdî li Halk Eğitim Merkezleriyê) evqas dirêj bû? Hal ev e ku ji bo vê dema ku me peyan(girişim) kirin rapor û modulên pêşamadehîyên ku ji me hatin xwestin me tev li cihê wan pêşkêş kirin. Modula Kurdî divîya di Adara 2015an de, herî dereng di Avrêla 2015an de bihata erêkirin. Tevî ku astengîyên makezagonî û zagonî tune bûn, me dîtin ku burokrat ligor rewşa sîyasî ya welêt tevdigerin. Bi taybetî ji Adara 2015an ve piştî ku ji hêla AKPyê ji bo pêvajoya çareserîyê daxuyanîyên neyînî hatin dayîn, bi burokratên MEByê re têkilîya me qut bû ku me ji bo modula Kurdî hevdîtin dikir. Ji lew wekî ku pêvajoya çareserîyê li sarkerê hat danîn(dema pêvajoya çareserîyê hat sekinandin) Kurdî jî li sarkerê hat rakirin. Ji bo vê min li Yüksekova Haber û li Cumhuriyetê nivîsarên cur bi cur nivîsîbûn.
Bi destpêkirina pêvajoya şer û pevçûnê ji meseleya modula Kurdî li Halk Eğitim Merkezleriyê demeke dirêj deng derneket. Cihê ku çek peyivî, rûmeta mirovatîyê hat binpêkirin nabe ku em behsa zimanê zikmakî bikin. Dîsan jî di hefteyên borî de hevdîtinên ku me bi Gerînendetîya Giştî ya Hayat Boyu Öğrenmeyê re kirin, me behsa vê mijarê kir. Ji wan re got, eger ji bo Kurdî gav neyên avêtin Kurd vê yekê wekî nîyetxerabî dinirxînin. Ji lew astengkirina vekirina qursa Kurdî ku gaveke biçûk e, li nîyetbaşîyê nîşan nade. Piştî vê hevdîtina erênî ev gava erênî girîng e.
Ji vir şûnde êdî ev tişt di destê Kurdan de ye. Îro li hember Kurd, oto-asîmîlasyon heye. Bi geşedana teknolojîyê û bi xurtbûna têkilîyên mirovan gef li gelan dixwin, gelên ku nikarin perwerdeya zimanê zikmakî bigirin. Ji ber vê yekê ew çend sal e ku ez bil dikişînim ku li dibistanan û li Halk Eğitim Merkezleriyê daxwazên ji hedê der (pir zêde) bikin, pê wekî ”de facto” daxwaza perwerdeya zimanê zikmakî bikin. Ango pê sîstemê bigirin.
Wergêr: Gernas Şadiyan