Nizam çawa despê bikim vî helbestî
Li hemberê te stû xwarîn Ey Resûl
Guneh û aybî û şaşî bûye serbestî
Li hemberê te stû xwarîn Ey Resûl
Em pir gunehkarin ya nebi bêşik
Fasik bûne hîn melayên bişaşik
Ji gunehan qalbê me bûye reşik
Li hemberê te stû xwarîn Ey Resûl
Me fédî nekir terka nimêj kir bi çoş
Bira birayén xwe,ciran cirana firoş
Pey ilmé neketî gerîyan berdoş berdoş
Li hemberé te stû xwarîn Ey Resûl
Zêde bûn zilam kuştin û tecawizî
Zêde bûn xumar û heram û faizî
Zêde bûn nankorî, bêbextî û dizî
Li hemberé te stû xwarîn Ey Resûl
Jibo ûmetê tucar nebûn mijûl
Ûmeta te sêwîye, ûmeta te melûl
Dîsa tu me ji ûmeta xwe biki kabûl
Li hemberê te stû xwarîn Ey Resûl
Ömer KURT