Ji bo Kurd hevbigrin û rêyeke misbet bişopînin 9 rêbaz

1. Tevgera (hereketa) musbet e, yanî bi hezkirina mesleka (meşreb, hereket, partî û komeleyê) xwe tevbigere. Neyartiya meslekên din û tenqîsa/rexneya yên dî têkilî ilmê wî û fikra wî nebe û bi wan mijûl nebe. 

2. Belkî divê bifikire ku di daîreya Îslamiyetê de kîjan meşreb be bila be gelek rabiteyên wehdetê yên bibin sedema hezkirin û biratî û hevgirtinê hene û bi wan re îtîfaqê bike, 

(Ji bo kurdan jî gelek sedem û  wesîleyê hezkirin û hevgirtinê hene û divê kurd wan bîne ber çavan û wan bifikirin)

3. Heqê her xwedî meslekeke heq heye ku tevlî mesleka yên dî nebe û bibêje “mesleka min heq e” yan jî “hê spehîtir e.” Yan jî nikare bibêje “Heq mesleka min bi tenê ye” yan jî “Ya spehî meşreba min e” ku eva hanê îşaretê neheqî û sikiya (kirêtîya) mesleka xelkê dike; vê distûra însafê bike rêber.   

4. Bihizrîne ku îtifaqa bi ehlê heqê re sedemeke alîkariya Xwedê ye û wesîleya ‘izeta di diyanetê de ye,   

5. Zanibe ku di vê dema ku ehlê averêtî (delalet) û neheqiyê, bi sebeba tesanudê, bi dehaya şexsekî manewî yê di sûretê cemaeteke bihêz êrîşê dike de, li hemberî wî şexsê manewî muqawemeta herî bihêz a ferdî têk diçe, ji ber hindê divê digel aliyê ehlê heqê hevgirtinê bike û şexsekî manewî derxîne û li hemberî wî şexsê manewî yê delaletê yê hêwilnak heqaniyetê bide parastin.     

6. Û ji bo ku heqê, ji êrîşa batilê rizgar bike,       

7. Nefsa xwe û enaniyeta xwe,     

8. Fikirîna ‘izeta xwe ya şaş,  

9. Dê bi terikandina hîsiyatên xwe yên bêqîmet û reqabetkarane îxlasê bi dest bixe, wezîfeya xwe têr baş bicî bîne.

 

Seîdê Kurdî – Pirtûka Lemayan, Lemaya 20an

Derbar Çand Name

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply