Ji Aliyê Ciwanên Kurd Ve Xebateke Ciwan: Heterotopîa

JI ALIYÊ CIWANÊN KURD VE XEBATEKE CIWAN: HETEROTOPÎA
Di nav kovarên Kurdî de heterotopiyek derket pêş, kovara heterotopîa ji alî çend  ciwanên Kurd ve tê derxistin. Bi navê edîtorên kovarê Abdurrahman Aydogdu anî ziman ku ev kovar ji aliyê çend ciwanên Kurd yê ku qibleya wan edebiyat e tê amadekirin û kovar ji aliyê Weşanên Na yê tê çapkirin û kovareke sê mehane ye.

FIKRA HETEROTOPÎAyê JI KU HAT?
Ji bo navê kovarê em, bi pêşniyara çîroknûs-romannûs H.Kovan Baqî, ji ser têgeha Foucaoult derketin rê: Heterotopîa. Foucaoult:”Li dijî utopîayên sixte yê ku aîdîtiya wan bi rasteqîniyê ve tune nin: îdeal, yek tîp û homojen in; heterotopîa, cihên di nav çand û kelepora me de nin. Heterotopîa, xwedî alternatîfên bê ser û bê bin in. Di cihên Heterotopîk de hemû şiklê jiyan, mekan û rêxistinan  bêyî ku hev du cihê bikin hem-wext pevrebûnê pêş derdixin.” dibêje. Li dijî homojeniya utopîa, heterojeniya(tevlihevî) heterotopîa pêş derdikeve. Dîsa Foucaoult:” Utopîa, dilxweşkirinekê dide mirovan: teqez ne li cihên rasteqîn in lê jiyan û dinyayek fantastik, bê serêşî û gengeşî; bajar û baxçeyên bihuştî, jiyaneke rehet li ber lingên mirovan radixe.

Heterotopîa, berovajî utopîa tevliheviyê dihebîne. Heterotopîa; rê û rêbazên li ber peyv û hevokan hildiweşîne, hevokên helbestî û orîjînal diparêze.” dibêje.

Di derdora vê têgeha bingehîn em çend xortên ku qibleya wan edebiyat e civiyan ser hev, me hemûyan mejîdankên xwe vekirin û em ji xwe’r li cihekî geriyan. Di wê kêliyê de dengek hat ji gorristanan û pirtûkxaneyan: Heterotopîaaa… Bes derdê me edebiyat e. Edebiyateke ji tu şexs, sazî û ramanî re xizmetê nake: tenê edebiyat, edebiyat, edebiyat… Naxwe me got edebiyata me jî bila bişibe têgeha me, bila heterotopîk be: em çîrokên klasik ango folklarîk naxwazin, ji bo edebiyata Kurmancî ruyê xwe vediguherîne dinyê em ê bixebitin. Belê, ev xebatek e. Ji ber ku Kovara Heterotopîa zaningehek e em dibêjin xebat. Em ê di vê zaningehê de hînî edebiyatê bibin û em ê ji Kur(d)inya’yê re qala edebiyatê bikin. Em ê bi destên xwe riyekê vekolin ku edebiyata Kurmancî gav bi gav ber bi dinyê ve bimeşe. Ji alî din Kovara Heterotopîa ne kovareke Kurd e, tenê galgalên Kurmancî ye.

Ji alî şêwazê Kovara Heterotopîa ji sê beşan pêk tê: beşa çîrokan, beşa wergeran û beşa rexneyan. Em van beşan û karên din di nav xwe de hevpar dikin. Em dixwazin ku nivîskar û xwendevan hemû beşdarî kovarê bibin.
HÛN ÇAWA NIVÎSAN BERHEV DIKIN? NIVÎSKARÊN WE KÎ/Ê NE?
Em ji hemû kesên ku dikarin bi Kurdî binivîsînin nivîsan dixwazin bi taybetî ji ciwanan û nivîsên em dixwazin ji sê beşan pêk tê. Beşek çîrok e di beşa çîrokê de em çîrokên folklorîn û klasîk naxwazin ango çîrokên me ne çîrokên yên ku dê û bavên me ji me re digotin, di beşa me ya wergerê de jî ji her zimanî werger dibe kî çi zimanî zani be ji bo kovara me wergerên ji bo Kurdî dikin, di beşa me ya rexneyê de jî rexne û analîzên pirtûkan û rexneyên wêjeyî tê kirin. Nivîskarên me hemû jî ciwanin.

Edîtorê Kovarê Abdurrahman Aydogdu di derbarê nivîsên hejmara sêyem de hatî ye weşandin  de wisa axavî dema ku ez nivîsan redekte dikim ez gelekî kêfxweş dibim lewre di derbarên pirtûkên min nexwendî de agahî tên dayîn bi ev analîzê jî ez jî wek vê pirtûkê dixwînim û li ser vê pirtûkê dibim xwedî agahiyekê û Abdurrahman Aydogdu di dewama axaftina xwe de wiha got îro gelek kes dibêjin rewşa zimanê Kurdî nebaş e û zimanê Kurdî ber bi mirinê ve diçe… Ez bi navê xwe wî tiştî qebûl nakim lewre nivîsên ji me re tên hemû jî ji aliyê ciwanan ve bi zimanekî pisporî tên nivîsandin û ji me re tên şandin ev jî kelecan û hêviyeke mezin dide min…
Edîtorê kovarê Abdurrahman Aydogdu di dewama axaftina xwe de di derbarê naveroka kovarê de ev agahî da me. Beş û nivîsên di kovarê de
I – Heterotopîaya Çîrokan

Mil û Dest, Tewangbar, Kevz, Dilbijîna Havînê, Xerzikê Silenos, Saristana Qehpik, Li Dû Xanim H.

II – Heterotopîaya Wergeran

Jiyana Ma Parker, Xirpexirpa Saetan, Qîrîn, Hechecîkên Li Ber Payizê

 

III – Heterotopîaya Rexneyan

Analîza Romanekê: Desmal û Xencer, Ceribandin, Analîzek Li Ser Pirtûka Hesenê Metê

Ya Bi Navê Labîrenta Cinan, Gundikê Dono û Rastiya Kurdan, Pêsketina Teoriya Wergerê, Bêhna Axê, Tesaduf-Rasthatinî, Maria Melekek bû: Firat Cewerî & Zahir: Paulo Coelho

 

DI VÊ HEJMARÊ DE HÛN ÇEN KES IN Û HÛN DI KOVARÊ DE ÇI DIKIN?
Ji aliyê edîtorî û redeksiyonê de em pênç kes in: Ehmed Belek kordînator-edîtor e, Rifat Yildiz edîtora beşa çîrokan e, Hesen şener edîtorê beşa wergeran e, Abdurrahman Aydogdu jî edîtorê beşa rexneyan e. Û redeksiyanê jî: Abdurrahman Aydogdu, Remzî Şener, Hesen Şener û Rifat Yildiz dikin. Berg û grafîk jî ji aliyê Mahmut Ergul tê amadekirin.

KOVAR LI KÎJAN BAJARAN LI KU TÊN DÎTIN Û FIROTANA XWE ÇAWA DIBE?
Kovara me:Li Amedê li ba Aveste kîtap, Kafka kîtap û kafe,  li Stembolê medya kîtap evî, li Enqerê Kusî Kurdê, li îzmîrê na kîtap kafe Kurdî der, Li Mêrdînê leylan kafe, li Qoserê Mewa kîtap, li Mûşê Kurdî der û nînova kafe, li Êlihê Ari Kuruyemîş, Li Wanê star200 û Kurdî der ê heye.

Wakî din jî li ser malpera Pirtûka Kurdî û çend malperên pirtûkfiroşên din jî firotana kovara me dibe                              

Derbar Çand Name

Check Also

4 kitabê kirmanckî veciyay

Weşanxaneyê Vate çar kitabê newey vetî. Înan ra yew şiîr, yew tez, yew folklor û …

Leave a Reply