Ez têm bîra we?
Min kirasek spî li xwe kiribû
16 bûm, Adar bûm
1988 bûm,mij û dûman bûm
Ez têm bîra we?
Qêrîna dayikan bûm
Girîna zarokan bûm
Birîna bavan bûm
Ez têm bîra we?
Ez warê sêvan bûm
Lê ji wan aciz bûm
Bi bêhna wan gêj bibûm
Ez têm bîra we?
Xwişka Hîroşîmayê bûm
Dostê Nakazakiyê bûm
Desgirtiyê japonekî bûm
Ez têm bîra we?
Şerma mirovatiyê bûm
Kuştiyê faşîstan bûm
Nêçîra dijminan bûm
Ez têm bîra we?
Bi bombeyan hişyar bibûm
Bi tanqan dîl ketibûm
Balafiran ez wenda kiribûm
Ez têm bîra we?
Başûr bûm
Warê kurdan bûm
Kurdistan bûm
Ez têm bîra we?
Ez dîrok bûm
Dilşikestî bûm
HELEBÇE bûm
(…)
*Beriya salekê dîsa beriya komkujiya Helebçeyê
-Aro ZARGO