Hz. Xetîce Siltana ‘Alema Jinan

Navê bavê Hz. Xetîce Huweylîd bû. Hz. Xetîce ji ‘eşîra Qureyşiyan ji Bavikê Esed bû. Bi navê Xetîce bintî Huweylîd bi nav û deng e. Navê diya wê jî Fatima bintî Zaîde ye. Hz. Xetîce beriya her kesî baweriya xwe bi pêxemberê me (s.x.l) anî û diya hemû mu’mînan e. Tam jî hevjîneke li gorî pêxemberê me bû. Hz. Xetîce beriya Îslamê jî nebaşiya dewra cahîliyeyê negîhandibû xwe û jiyaneke paqij jiyabû. Xelkê Mekkê, çawa ku bi pêxemberê me re digotin ew insanekî “bawermend û ewle” ye, ji ber ku Hz. Xetîcê jiyaneke paqij jiyaye ji Hz. Xetîcê re jî digotin ew  insaneke ‘tahir’ e.

Resûlê Xwedê her tim li hember Hz. Xetîcê bi wefa bû. Her tim behsa wê dikir. Ew qas behs dikir ku bala Hz. Eîşê dikşand. Hz. Xetîce hevjîna pêxemberê me ya ewil e. Xeynî Îbrahîm Diya hemû zarokên Pêxemberê me ye. Hemû dewlemendiya xwe di rêya pêxemberê me (s.x.l) de xerc kiribû. Hz. Xetîcê beriya pêxemberê me du caran zewicîbû. Yê ewil bi Ebû Hale b. Zurare re bû. Dema ku wî wefat kir, bi Atîk b. Sabît re zewicî. Ji Atîk b. Sabît 2 zarokên wê yên bi navên Hale û Hînt çêbûn. Ev her du zarok jî piştî ku Hz. Xetîce bi pêxemberê me re dizewice bi zarokên wan re dijîn. Zewaca Hz. Xetîce ya ku bi pêxemberê me re çêbûyî 15 salan beriya pêxembertiyê bû. Di vê demê de ‘Emrê pêxemberê me (s.x.l) 25 yê Xetîcê jî 40 bû.

Berve Naskirina Hevdû 

Carna bûyerek dibe sedema gelek tiştan. Tevgeriyeke bêhempa, têrê dike ku dilê mirov xweş bike. Her wiha mînakê şanaziya mirovahî û siltana alema jinan Hz. Xetîcê jî tevgeriyên wisa bêhempa bû.

Resûlê Xwedê berê, şivantiya pezan dikir. Jixwe pêxemberên din jî şivantî kiribûn. Piştre pêxemberê me (s.x.l) dev ji şivantiya pezan berda û bi kesekî re hevparî dest bi şivantiya hêştiran kir. Rojekê xwîşka Hz. Xetîcê hêştirên pêxemberê me (s.x.l) kirê kiribûn. Lê belê hinek pereyên pêxemberê me û hevparê wî li xwîşka Hz. Xetîce mabû. Piştre rojekê hevparê pêxemberê me (s.x.l) ji wî re got here pereyên me bixwaze. Lê pêxemberê me li ser vê teklîfê wiha kerem kir: “Ez fedî dikim ku herim bixwazim, gelo tu dikarî herî bixwazî” piştî vê gotinê hevparê pêxemberê me (s.x.l) diçe û dixwaze. Xwîşka Hz. Xetîcê ji hevparê pêxemberê me (s.x.l) re got: “ Muhammed tune ye gelo?” wî jî got: “ Min ji wî re got lê belê fedî kir û ji ber viya nehat.” Xwîşka Hz. Xetîcê li ser vê gotinê wiha got: “ Min di jiyana xwe de mirovekî ev qas bi îfet nedît.” Ev gotinên xwîşka Hz. Xetîcê li ser Hz. Xatîcê tesîreke mezin çêkir.

Di dema cahîliyê de her cureyên fuhûşê dihat jiyîn. Pêxemberê me (s.x.l) tevî wê dewrê jî tu caran nebaşiya wê dewrê negîhande xwe. Bixwe di gotineke xwe de dibêje ku du caran çu dewetê lê di rê de di xew de ma. Di 25 saliya ku dilxwaziya herî zêde ya mirovan de Pêxemberê me (s.x.l)  bi diya mu’mînan Hz. Xetîce ya 40 salî û jinebî re zewicî. Li gor rîwayetan di wê demê de pêxemberê me wekî keçikan ji ber fedîkirinê xwêdan dida û rûyê wî sor dibû. Dîsa di wê demê de kesên ku difikirî ku keça xwe, jina xwe, namûsa xwe teslîmê kê bikim, bê gûman pêxemberê me (s.x.l) dihat bîra wan. ji ber wî exlaqê baş Hz. Xetîce fikirî ku karwanên xwe teslîmê pêxemberê me bike. Pêxemberê me (s.x.l) di nava xelkê Mekkeyê de bi exlaqê xwe yê baş, bi îfetbûna xwe û bi ewlebûna xwe dihat naskirin.

Gelê Mekeyê di civînên xwe de şev û roj behsa ewlebûna pêxemberê me (s.x.l) dikirin. Hz. Xetîce jî jineke gelekî dewlemend bû. Her wiha karwanên ku malê Hz. Xetîce radikir ji hemû karwanên qureyşiyan zêdetir bû. Hebûna wê ji hemû hebûna Qureyşiyan hêjatir bû. Hz. Xetîce di nava ‘eşîra xwe de jî jineke bi şeref, hişmend û bîrewer bû. Ciwaniya xwe xweşîkiya xwe parastibû. Berê du zewac kiribûn. Lê her du zilamên wê jî wefat kiribûn. Tîcareta xwe bi tena serê xwe nikaribû bikira. Ji ber viya jî fikirî ku karwanên xwe teslîmê pêxemberê me (s.x.l) bike. Lewra di nava Ereban de ji wî ewletir, bi îfet, bi şeref û bi exlaqê baş kesekî din tunebû. Karwan hatin amadekirin. Hz. Xetîcê ji bo ku di rê de ji pêxemberê me (s.x.l) re hevaltî û alîkariyê bike, alîkara xwe Meysere jî pê re şand.

Di Dema Rêwîtiyê De Nuwazeyên Ku Hatibûn Dîtin

Karwan derkete rê. Lêwra di nava wî karwanî de, di nava ku Xwedê Te’ala xûliqandî de yê herî bi xêr hebû. Karwan gihîşt bajarê Busrayê. Berê jî pêxemberê me (s.x.l) dema 12 salî bû bi apê xwe yê bi navê Ebu Talîp re hatibû vî bajarî. Karwanê tîcaretê ya ku pêxemberê me (s.x.l) dibir dema ku hate bajarê Busrayê, pêxemberê me ji ber rêwîtiyê betilîbû. Ji ber ku bêhna xwe berde, çû bin dara nêzê dêrê. Rahîb û alîkara Hz. Xetîcê Meysere li hev rast hatin. Rahîb ji Meysere pirsî gelo ev kesê ku li bin darê bêhna xwe berdide kî ye? Meysere jî wiha got: “Ev kes ji ‘eşîra Qureyşiyan ji gelê herêmê ye. “Li ser vê bersivê rahîb wiha got: “ Xeynî pêxemberan kes naçe bin wê darê. Ji berê de ev dar cihê pêxemberan e. Li bin siya wê darê bêhna xwe berdidin. Kesên din naçin bin wê darê. “Li gor rîwayetekê rahîp diçe cem Pêxemberê me (s.x.l) serî wî û lingê wî maç dike û jî wî re wiha dibêje: “ Min baweriya xwe bi te anî. Ez şehadet dikim, pêxemberê ku Xwedê Te’ala di Tewratê de behs dike Tu yî.” Dîsa di pişta pêxemberê me (s.x.l) de mohra pêxembertiyê dîtiye û maçî kiriye û wiha gotiye: “Ez şehadet dikim, mîzgîniya Pêxemberê ku Hz. Îsa daye me Tu yî.” Li gor rîwayeteke din jî tê gotin ku di rêwîtiya tîcaretê de dema hewa germ dibû, du melaîke Pêxemberê me û hêştira wî ji tavê diparastin û ji wan re sî çêdikirin. Meysere jî ev tiştên ku dihat jiyîn hemû didîtin. Di vê tîcaretê de Pêxemberê me gelekî qezenc kir. Tu caran ji tîcaretê ev qas qezenc û kar nehatibû kirin.

Di dema rêwîtiyê de tevgerên Pêxemberê me ji ber çavên Meysere nereviyabûn. Hevaltiya wî, tevgerên wî ya bêhempa, camêriya wî, xweşbîniya wî gelekî bala Meysere kişand. Meysere, ev tevgerên wî yên bêhempa û tiştên ku rahîp ji bo Pêxemberê me (s.x.l) gotibû hemû ji Hz. Xetîcê re vegot. Jixwe karekterê mirovekî jî yan di tîcaretê de, yan di danûstandinê de yan jî di rêwîtiyê de dihat naskirin. Dibe ku ev tevgerên bêhempa her yek bi kesekî re dibe. Lewra ev taybetmendiyên bêhempa hemû li ser kesekî kombûn, heta niha tiştê ku nehatiye dîtinbûn. Lewra li gor Qur’ana Pîroz Resûlê Xwedê li ser exlaqê herî baş hate xuliqandin. Ew bi taybet Xwedê Te’ala terbiye kiribû. Jixwe nexwendebûna Pêxemberê me (s.x.l) jî wê nîşanê me dide. Her kes ji aliyê mirovekî ve hate perwerdekirin. Lê belê Pêxemberê me (s.x.l) ji aliyê Xwedê Te’ala ve hatiye perwerdekirin. Ji ber viya jî hewce nekir ku kesek wî pewerde bike. Wezîfeya wî ev bû ku exlaqê Rehman bîne erdê.

Ber Bi Avakirina Malbateke Bimbarek Ve

Dema ku Resûlê Xwedê û Meysere ji bazirganiyê vegeriyan, ji bazirganiyê tu caran ev qas kar nekiribûn . Hz. Xetîcê ev kara dît û ji Meysere jî di derheqê Pêxemberê me de tiştên ku Meysere dîtin bihîstin, li hember pêxemberê me hestên germ di hundirê Hz. Xetîcê de çêbûn. Piştî ku her du zilamên Hz. Xetîcê gelek kesan ew xwest lê belê Hz. Xetîcê kesek qebûl nedikir. Lewra li hember pêxemberê me di dilê wê de daxwaza zewacê çêbûbû.

***

Xetîceya ku hemû teklîfên zewacê vegerendî îcar wê bi xwe teklîfa zewacê bike. Ev tevger ji bo jinekê, nexasim jî ji bo jineke weke Hz. Xetîcê gelekî zor û zehmet e. lewra Hz. Xetîce hemû tişt da ber çavên xwe û ji bo teklîfa zewacê biryara xwe da. Hevala xwe ya bi navê Nefîse ji bo ku fikra pêxemberê me hilde wezîfedar kir.

Nefîse, çû cem Resûlê Xwedê. Di derheqê zewacê de fikra Resûlê Xwedê pirsî. Resûlê Xwedê jî wiha got:” Heger keseke musaît hebe ez zewacê difikirim.” Bi ser vê gotinê de Nefîsê jî wiha got: “Ji bo teklîfeke wisa Xetîce musaîd e.” Jixwe Pêxemberê me (s.x.l) ji ber bazirganiyê Hz. Xetîce naskiribû. Biryara xwe ya erênî da. Piştre Nefîse vegeriya cem Xetîcê û ji bo ku hevdû bibînin demek eyar kir.

Li gor rîvayetê Hz. Xetîcê ji Resûlê Xwedê re wiha got: “Ji ber exlaqê te yê baş, duristiya te û ji ber ku tu mirovekî rast î, min tu hilbijartî. Tîmsalê îfetê Pêxemberê me, kî dizane li hember van gotinan çi qas fedî kir.

Li gor rîwayetekê; apê pêxemberê me  (s.x.l) Ebu Talîp li gor rîwayeteke din jî Hz. Hamza roja din teklîfa zewacê ya fermî kirin. Bi vî awayî Hz. Xetîcê, di nava mirovan de yê herî bi xêr, Pêxemberê me (s.x.l) jî di nava jinan de jina herî bi xêr dîtibû.

Ji bo ku mehra wan bibirin giregirên ‘eşîra Mudar, giregirên Mekkeyê û gelek kes li hev civiyan. Şahidê Pêxemberê me (s.x.l) apê wî Ebu Talîp bû. Şahidê Hz. Xetîcê jî apê wê bû. apê Pêxemberê me (s.x.l) di merasîmê de axaftinek kir. Di axaftina xwe de wiha got: “ Hemd ji bo Xwedê ku em ji nesla Îbrahîm û Îsmaîl xuliqandin. Wî em kirin parêzerê Beytê xwe û em kirin panerê harema xwe. Wî ji bo me beyteke ji bo ku em hecê bikin û haremeke bi ewle kire nesîbê me. Wî em kirin serekeyê mirovan. Kurê birayê min Muhammed jî bi kê re bidin berhev ji her kesî serdest e. Her çiqas ji aliyê mal û milk ve feqîr be jî dîsa jî serdest e. Lewra mal û milk weke siyê ye, fanî ye. Hûn dizanin ku Muhammed mirovekî nêzî we ye. Dixwaze ku bi Xetîce ya qîza Xuweylîd re bizewice. Pêxemberê me ji bo mehrê hinek pêşî da. Hinek jî biwade bi tevayî donzdeh û nîv zêr dan Hz. Xetîcê. Bi navê Xwedê sond dixwim ku ji îro û pê ve ji bo wê karên mezin û girîng he ne.”

Piştre şahidê Hz. Xetîcê Varaka b. Nefwel dest bi axaftinê kir. “Hemd ji bo ew Xwedayê ku her tişt daye me. Wî em kirin efendiyên ‘ereban û rêvebirên ‘ereban. Bi rastî hûn jî mirovên xwedî van wesfên ku min hejmartî û gelekî ehîl in. ‘Eşîr serdestiya we înkar nake. Ji mirovan tu kes jî taybetmendiyên we û şerefbûna we înkar nake. Em jî dixwazin ku merivên we bin. Ey civata Qureyşiyan hûn jî bibin şahid ku min Xetîce ya qîza Xuweylîd bi Muhammed yê kurê ‘Ebdullah re zewicand. Mînakê wefayê Pêxemberê me diya xwe yê şîr jî ji bîr nekiribû. Gazî diya xwe ya şîr Helîme jî kiribû. Diya wî ya şîr Helîme jî di dewetê de cihê xwe girtîbû. Wekî hevjînekê Hz. Xetîcê jî ji bo xatirê pêxemberê me (s.x.l)  40 pez diyariya Helîmê kir. Helîme bi pezên xwe vegeriya mala xwe. Ev tevgera Hz. Xetîcê ji bo germahiya di navbera jin û mêran de gelekî girîng e.

Piştî Zewacê

Piştî zewaca bextewar, Rasûlê Xwedê bi mal û milkê Hz. Xetîcê bazirganiya xwe dewam kir. Bi vî şiklî jî Xwedê Te’ala jiyaneke ji bo ku ji hemû mirovan re bibe mînak bi Pêxemberê me (s.x.l) da jiyandin. Bi vî awayî jî Xwedê Te’ala  ji bo her kesî wê bike mînakê îdeal.

Ji beraveje kesên ku şivantî nekirbin şivantiyê nizanin, kesên ku feqîrtî nedîtibin feqîrtiyê nizanin, kesên ku nebûn tuccarekî dewlemend nizanin ku dewlemendî çawa ye. Kesên di van rewşan de wê çawa bizanibin ku çawa tevbigerin? Ev rewş nîşanê me dide ku Rasûlê Xwedê pir alî û ji bo mirovahiyê mînakekî îdeal e. Ji bo Pêxemberên din rewş ne wisa ye. Ev jî nîşanê me dide ku Resûlê Xwedê Pêxemberê herî dawî û gerdûnî ye.

Jixwe di sûretê Ehzab ayeta 21. de Xwedê Te’ala nîşanê vê rewşê dike. “Bê gûman di jiyana Resûlê Xwedê de, ji bo we û ji bo kesên ku nîmetên axretê û rehmetê Xwedê dixwazin û ji bo kesên ku Xwedê pir zikir dikin nimûneyên xweş he ne.” (Ahzab 33/21)

Jiyana Rasûlê Xwedê ji jiyana mirovan mînakekê herî mezin e. Lewra di jiyana wî de exlaqê herî bilind, ‘edetên xweşik, esîl û hestên mu’tedîl cih digirt. Di jiyana wî de taybetmendiyên wisa hebûn ku insan ji teqna şehwetê xelas dikir.

Heger tu mirovekî dewlemend î, dema ku Resûlê Xwedê di navbera Hîcaz û Şamê de alav dikêşand û bû xwediyê xezîneyên Bahreynê bîne bîra xwe û weke wî tevbigere. Heger tu kesekî feqîr û belengaz î, dema ku Resûlê Xwedê ji taxa Ebu Talîp mal û milkê xwe terk kir, ji Mekkeyê hîcretê Medîneyê kir, bifikire. Heger tu fermandar î, dema ku Resûlê Xwedê Erebîstan bi dest xwe xist, bûbû xwediyê her derê û giregirên herêmê, kesên xwedî şeref û şan ji wî re îtîat dikirin bîne bîra xwe. Heger tu kesekî bêkes î, dema ku Resûlê Xwedê di bin emrê mûşrîkan de bû bîne bîra xwe. Di wê derê de ji bo te mînakekî baş he ye.

Heger tu fermandarekî cîhangîr û serfiraz î, dema ku Resûlê Xwedê di şerê Bedrê, Huneyn û Mekkeyê de li hember dijmanan biseret û bifikire û ji jiyana wî mînak bigre. Heger tu maxlûb bûyî dema ku Resûlê Xwedê di şerê Uhudê de binketî û rewşa wî ya di nava sehebeyên şehîdketin û yên brîndar de bifikire. Heger tu mamosteyek î, dema ku Resûlê Xwedê di hewşa mescîda xwe de mamostetî dikir bifikire. Heger tu xwendevanek î, dema wî ya ku li hember Cîbrîl (as) rûniştî û hîdayek kir bifikire. Heger tu kesekî waîz î, guh bide dema ku Resûlê Xwedê di Mescîdê Nebewî de li ser darekê waez dida. Heger tu kesekî ku dixwazî heq û heqîqatê vebêjî û li cem te kesek tune ye, rewşa Rasûlê Xwedê ku dema ku mirov dawetê heq û heqîqetê dikir li cem kesek tunebû bifikire. Heger tu dijminên xwe maxlûb bikî, azametê xwe bişkênî û wî qehr û perîşan bikî, bi vî awayî bi saya te heq û heqîqat derkeve holê, roja ku Pêxemberê me (s.x.l) kete Mekkeyê û biserketî bi bîr bîne.

Heger tu dixwazî ku karê xwe rast bikî û hilberînê ji axa xwe zêde bikî, dema ku Resûlê Xwedê axa Yahûdî, Kurênadiran û axa Fedekê bi dest xwe xistî bifikire. Dema ku karên cihên bîrawend çawa rast kir û xwedîkirina van cihan de kesên ku jê hilberîn were bifikire.

Heger tu sêwî yî, rewşa cîgerpareyê Amînê û zilamê wê Abdullah bifikire. Ew hîn nehatibû dinyayê bavê xwe, hîn zarokekî piçûk bû jî diya xwe winda kir. Heger tu zarokekî piçûk î, ev zarokê ku diya wî ya şîr Helîmê mêjandî bifikire. Heger tu ciwanek î, jiyana şivanê Mekkeyê bixwîne. Heger tu tuccarekî ku bi mal û milkê xwe derketî seferê, rewşa efendiyê qefîleya tîcareta ku derketiye rêya bajarê Busrayê bifikire. Heger tu hekem û yan jî hakimek î, dema ku hîn Pêxembertî nehatibû giregirên Qureyşiyan wê bihevketana, li hukmê ku Resûlê Xwedê ji bo kevirê Hacer-î Eswedê dayî binêre. Piştre çavên xwe bizîvirîne û dîsa lê binêre. Dema ku Resûlê Xwedê di hewşa Mescîda Medîneyê di nava mirovan de çawa bi edalet hukum dida bifikire. Li cem wî feqîr û dewlemend wekhev bûn. Heger tu zilamekî zewicî yî, jiyana zilamê Hz. Xetîcê û Hz. ‘Aîşê ya paqij bixwîne. Heger tu bavê zarokan î, Bavê Hz. Fatimatû Zehra û kalikê Hz. Hesen û Huseyîn çawa tevgeriyaye hîn bibe. Her wiha çi bibî jî, bi kîjan karî re mijûl bibî jî, heta jiyan dewam kiriye ji bo te di jiyana Resûlê Xwedê de mînakên baş he ne. Bi vî awayî wê karê te rast bibin. Tengasiyên te wê xelas bibin. Bi rêberiya wî karên te yên şaş wê rast bibin.

Divê jiyana wî ji bo mirovahiyê mînak be. jiyana wî ji bo kesên ku dixwazin jiyana xwe ronî bikin nûr e. Ji bo kesên ku dixwazin hîdayet bikin qendîl e. Tiştên ku wî hîn kirin ji bo kesên ku dixwazin rêya rast bibînin rêber in.

Heta ev rewş bala kesên rojavayî jî kişandiye. Ji ber viya kesên rojavayî di nava şexsiyetên dîrokî de Pêxemberê me xistine rêza yekem. Kesekî ne misilman bi navê Mîchael Hart di pirtûka xwe de pêxemberê me di nava şexsiyetên dîrokî de dixe rêza yekem. Sedema vê jî piralîbûna pêxemberê me ye. Pêxemberê me (s.x.l) ji berevajiya Hz. Îsa aliyekî wî yê dinyewî jî hebû. Ew mêr bû, bav bû, tûccarekî bi tîcaretê re mijûl dibe bû, ew şivanê pezan bû, ew şervanekî  ku şer dike bû, ew di şer de birîndar dibû, ew kesekî nexweş dibû. Di dawî de jî kesekî mirok bû.

Resûlê Xwedê dema feqîrtiyê jî dema dewlemendiyê jî eynî bû. Wexta ku bû xwedî mal û milk di jiyana wî de tiştek nehate gûhertin. Li hember tiştên heram her dem tevgera wî yek bû. Tenê di alîkariya xwe de gûhertin çêbû. Ev jî dema ku ku bû xwedî mal û milk ji berê zêdetir alî kesên feqîr dikir.

Ew Zirkurê Ku Hatiye Diyarîkirin

Wê demê li Erebîstanê xulamtî gelekî zêdebû. Ji ber ku Hz. Xetîce dewlemend bû gelek xulamên wê hebûn. Ji wan yek jî Zeyd b. Harîse bû. Resûlê Xwedê ji Zeyd gelekî hezdikir. Hz. Xetîce ya dilzîz jî Zeyd diyariyê Resûlê Xwedê kir. Resûlê Xwedê jî Zeyd azad kir û kire kurê xwe yê me’newî. Êdî her kesî bi çavekî din li Zeyd dinêrtin. Weke kurê Resûlê Xwedê.

Girtina Hz. Alî Bo Cem Resûlê Xwedê

Dema ku kalikê Resûlê Xwedê Abdulmuttalîp wefat kir, Pêxemberê me (s.x.l) jiyana xwe li cem bavê Hz. Alî Ebu Talîp dewam kir. Wê demê rewşa Ebu Talîp ya aboriyê ne baş bû. Lê belê tevî viya Resûlê Xwedê anî cem xwe. Ji zarokên xwe zêdetir qedr û qiymet daye Pêxemberê me (s.x.l). Weke Bavekî li wî xwedî derketibû. Piştî ku Resûlê Xwedê bi Hz.Xetîcê re zewicî rewşa wî ya aboriyê jî baş bû. Jixwe insanekî bi wefa tiştên ku ji wî re hatin kirin ji bîr nake. Mînakê wefayê Pêxemberê me (s.x.l) jî ji bîr nekiribû. Xwest ku kurapê xwe Hz. Alî bîne cem xwe û bi her tiştê wî re eleqeder bibe. Ev daxwaza xwe ji hevjîna xwe ya bi wefa û hurmetkar Hz. Xetîcê re got. Hz. Xetîcê jî bi dilgermiya xwe bi xweşbîniya xwe hema qebûl kir. Qet negot çi karê vî kurikî li mala me he ye, çi ji te ji zarokê xelkê. Tu caran tiştên wisa negot. Piştre Resûlê Xwedê Hz.Alî anî cem xwe û weke bavekî li wî nehêrî. Hz. Alî heta wefata Pêxemberê me li cem wî bû. Wê demê Hz. Xetîcê dikarîbû qebûl nekira ev tiştekî normal bû jî. Lê belê ew qas ji Pêxemberê me hezdikir ku, wê daxwazên zilamê xwe weke daxwazên xwe qebûl dikir. Jixwe bi wan tevgerên wê ew derdixist meqamê herî bişeref.

Zarokên Hz. Xetîcê Yên Ji Resûlê Xwedê

Piştî zewacê, mala Hz. Xetîcê di dinyayê de bû mala herî bextewar. Resûlê Xwedê ku heta niha sêwî mezin bûyî, hêdî hêdî amadekariya bavîtiye dikir. Piştre zarokê xwe yê ewil bi navê Kasim hate dinyayê. Êdî Mekkeyiyan wê ji Pêxemberê me re bêjin “Ebu’l Kasim yanî bavê Kasim.

Ji Hz. Xetîcê 7 zarokên Pêxemberê me çêbûn. Navê wan Kasim, Abdullah, Zeyneb, Rukiye, Ûmmû Gulsum û diya dayîkan Hz.Fatima bûn. Zarokên wî yên kur bi navê Kasim û Abdullah hîn piçûktiya xwe de wefat kirin. Yên qîz jî mezin bûn dema zewaca wan hat zewicîn.

Qîza xwe ya mezin bi Ebul As. B. Rebîa re zewicî. Ji ber ku zilamê Zeynebê mûşrîk bû piştî hîcretê ji hevdû qetiyan. Lê belê piştre zilamê Zeynebê misilman bû. Dîsa bi hev re zewicîn. Rûkiye û Ummu Gulsum jî bi kurê Ebu Leheb bi navê Utbe û Uteybe re zewicîn. Lewra piştî hatina îslamiyetê bavê agir Ebu Leheb dijminatî ji Pêxemberê me re kir û kurê xwe ji qîzên pêxemberê me (s.x.l) dan berdan. Piştre ev du qîzên bimbarek bi helîfeyê 3. Hz. Osman re zewicîn. Ewilî Rukiye zewicî piştî wefata wê Ummu Gulsum zewicî. Bi vî awayî jî ji ber ku bi du qîzên pêxemberê me re zewiciye ji Hz. Osman re gotin “Zîn-nureyn” yanî xwediyê du Nûran. Qîza xwe ya herî piçûk Fatima jî bi Hz. Alî re zewicand. Zarokên Pêxemberê me ji xeynî Fatima (s.x.l) hemûyan beriya Pêxemberê me wefat kirin. Jixwe şecere yan jî koka wî ya bi qiymet bi qîza wî ya piçûk Hz. Fatima dewam kir.

Amadekariya Nûbûwetê

Kaînat bê deng mabû. Li benda efendiyê xwe bû. Lê her tiştî demeke wî hebû. Yê ku demê eyar dike û yê ku dem xûliqandî bê gûman Xwedê Te’ala ye. Dema ku jana nûbûwetê nîşan da, Pêxemberê me ji Mekkeyê dûr diket. Diçû şkefta hîrayê û bê hemdê xwe haziriya nûbûwetê dikir. Bê hemdê wî bû. Lewra haya wî ji wezîfeya wisa tunebû. Jixwe nûbûwet bi hayê çênabe. Nûbûwet bi hilbijartin yan jî bi daxwazê jî nedihat dayîn. Lewra nûbûwet bexşandineke Xwedê Te’ala ye  ku her tiştî dixuliqîne. Resûlê Xwedê xurekê xwe radikir û bi rojan nedihat malê. Dema xwe di vê şikeftê de derbas dikir. Piştre wext hat pêxembertî li ser milê wî venişt. Werin vê pêvajoyê em bîzat ji Hz. Aîşê guhdar bikin. “Ji Resûlê Xwedê re wahiya ewil dîtina xewnên salih bûn. Di xewnê de çi ditît sibê radibû û derdiket. Di vê demê de tenêbûn bi wî dabû hezkirin. Diçû şikefta hîrayê û bi rojan li wê derê dima û îbadet dikir. Xwarin û vexwarina xwe bi xwe re dibir. Piştî ku xurekê xwe xelas dibû vedigeriya cem Hz. Xetîcê, dîsa xurekê xwe radikir û diçû şikefta hîrayê.”

Dawî Heq, ji nişke ve jê re hat. Dema ku pêxemberê me (s.x.l) li şikefta hîrayê bû ji nişke ve melaîke jê re hat û got: “Bixwîne!” Pêxemberê me (s.x.l) jî wiha bersiv da: “Ez xwendinê nizanim.” Resûlê Xwedê wiha dewam dike: “Melaîke ez girtim, guvaştim û berdam, piştre dîsa got: “Bixwîne!” “dîsa min got ez xwendinê nizanim.” Melaîkê dîsa ez guvaştim û berdam got: “Bixwîne” dîsa min got: “Ez xwendinê nizanim.” Cara 3. dîsa ez guvaştim û berdam dîsa got: “Bixwîne bi navê Xwedayê ku her tişt xuliqandî, Wî mirov ji ‘eleqekê xuliqand, bixwîne, lewra Rebbê te yê herî keremdar e, Wî mirov bi qelemê hînî nivîsandinê kir, tiştên ku nizanîn hînî mirovan kir.” (Alak, 96, 1-5)

Piştî viya tirs kete dilê Resûlê Xwedê û hate cem hevjîna xwe Hz. Xetîce û jê re wiha got: “ Min binixûmînin, min binixûmînin.” Ew nixûmandin, piştre tirsa wî ji ser belav bû û ji Hz. Xetîcê re wiha got: “ Ez ji xwe endîşe dikim.”

Piştî vê gotinê Hz. Xetîcê jî wiha got: “ Na, na. Ji xwe endîşe neke; Wallahî Xwedê te tu caran fedîkirin nade, Lewra tu li nêzî xwe dinhêrî, alîkariya kesên di dengasiyê de ne dikî, tu alîkariya kesên hewcedar dikî, ji mêvanan hez dikî û ji wan re îkrama dikî, tu dostê wan kesên ku rojên wan ne baş û alîkariya kesên ketî dikî.” Hz. Xetîcê bi vî şiklî zilamê xwe teselî kir.

Piştre dema ku Qureyşiyan ev tiştên qewimî bihîstin, li Darunnedveyê li hevdû civiyan û gotin em navekî li vî zilamî bikin ku gel li gor wê tevbigere. Hinekan gotin “kahîn” gotin “ne kahîn e” hinekan gotin “mecnûn e” gotin “ ne mecnun e” hinekan gotin “sîhîrbaz e” gotin “ne sihîrbaz e” hinekan gotin “yaran ji hevdû diqetîne” bi vî awayî mûşrîk ji cihê civînê belav bûn. Ev hemû gihîştin Pêxemberê me  (s.x.l). Bi ser vê de Pêxemberê me cilên xwe li xwe pêça. Piştre Cîbrîl (as) hat û got: “Ey kesê xwe nixûmandî” (Muzemmîl 73/1) “ Ey kesê ku xwe bi cilên xwe nixûmandî rabe û hişyar bike” (Muddesîr  74/1-2). Piştre Hz. Xetîcê Resûlê Xwedê bire cem Varaka b. Nevfel Îbnî esed Îbnî Abdî’l- Uzza Îbnî Kusay. Ev kes kurapê Hz. Xetîce bû. Di dema Cahîliyê de xirîstiyan bû. Bi zimanê îbranî xwendin û nivîsandin dizanibû. Heta ji Încîlî qasî ku Xwedê Te’ala xwestî bi zimanê Îbranî nivîsandibû. Kesekî pîr û çavê wî jî kor bû. Hz Xetîcê ji Varaka b. Nevfel re wiha got: “Ey kurapê  min ! ka kurê birayê xwe guhdar bike, çi dibêjî “. Varaka ji Pêxemberê me pirsî “Ey kurê birayê min! Tu çi dibînî?” Resûlê Xwedê jî tiştên ku dîtî hemû jê re vegot. Varaka jî jê re wiha got: “ Ew ê ku te dîtî melaîke ye. Ew ji Hz. Musa re jî hat. Xwezî ez ciwan bûma û min alîkariya te bikira. Dema ku ‘eşîra te, te ji vir biqewirînin xwezî ez bijiyama. “Resûlê Xwedê jî li ser vê gotinê wiha pirsî: “ Ewna wê min ji vir biqewirînin?”

Varaka: “Kesekî ku dînekî weke te anî tune ye ku jê re dijminatiyê nekin. Heger ez wê rojê bibînim ezê alîkariya te bikim.” Lewra piştî demeke kin Varaka wefat kir. Piştre jî wahiy demeke kin qût bû.”

Varaka b. Nevfel Pêxembertiya Resûlê Xwedê qebûl kiribû. Varaka wekî mu’mînekî çûbû pêşberê Xwedê Te’ala. Hz. Xetîce ji Pêxemberê me re wiha dibêje : “Wî pêxembertiya te qebûl kir. Lê beriya ku te pêxemberiya diyar nekirîbû wefat kir.” li ser vê gotinê Resûlê Xwedê wiha got: “ Ew di xewnê de şanî min dan. Li ser wî cilên spî hebûn. Heger ehlê Cehenemê bûya cilên wî wê bi rengekî din bû ya.”

***

Hevjîna Biwefa

Li hember ev barî giran, alîkara herî mezin bêgûman Hz. Xetîce bû. Ew jina mezin, her tim Resûlê Xwedê teselî dikir. Bi şefqet ji cem wî nediçû. Ji bo ku ev tirsa roja ewil ji ser xwe biavêje gelekî têkoşîn da. Ev jî nîşanê me dide ku jineke gelekî mezin e. Dikarîbû li hember zilamê xwe bihata, bigota ku di nava ev qas dewlemendiyê de çima tu bi tiştên wisa mijûl dibî.? Dikarîbû jê dûr biketa; heta dikarî û weke Mekiyayan bikira. Ev jî ne îhtîmaleke dûr bû. Lewra di dîrokê de di jiyana Pêxemberan de rewşên wiha hatine dîtin. Bi rastî jî Xwedê Te’ala di Qur’ana Pîroz de wiha behsa Nuh û Lût (as) dike. “Xwedê Te’ala ji kafiran re hevjîna Nuh (a.s) û hevjîna Lût (as) mînak dide. Her du jî hevjînên evdên me yên baş in. Lê derbasî alî înkarê bûn û ji zilamê xwe re xiyanetî kirin. Zilamên wan jî tu caran ji cezayê ku ji Xwedê Te’ala nikarîbûn xelas bikirana. Ev roja qiyametê wê ji wan re wiha bibêjin, haydê bi kesên ku dikevin cehenemê re hûn jî têkevin!.” (Tahrîm/10)

Resûlê Xwedê li hember barê giran û li hember êrîşên mûşrîkan her tim bêhna xwe li cem Hz. Xetîcê berdida. Lewra cara ewil wê baweriya xwe bi Resûlê Xwedê anîbû. Jixwe me’neya Xetîce jî “ kesê ku zû çêbûye”. Hz. Xetîce 15 salan beriya Pêxemberê me (s.x.l) çêbûbû. Ji her kesî zûtir jî baweriya xwe bi dînê îslamê anîbû. Hz. Xetîce di nava Mekeyiyan de kesa herî dewlemend bû. Jineke serdest bû. Hemû mal û milkê xwe li rêya Xwedê û Resûlê Xwedê xerc kir û xelas kiribû. Heta tê gotin ku dema ku wefat kir perê ku pê kefen bistîne jî nemabû. Îhtîmal e ku Resûlê Xwedê bi deyn jê re kefen standibû. Halbûkî Hz. Xetîce beriya Îslamê bi dewlemendiya xwe bi nav û deng bû. Ev mal û milkê mezin ji bo ku dînê îslamê mezin û bilind bibe hatibû xerckirin. Bi rastî Ev jî mînakekî cûda ye. Resûlê Xwedê ev mal û milk ev qas bi fetanet bi kar anî ku tiştek vala nebû. Ev qas mal û milk weke hêza îslamê dîsa vegeriya…

Mal û Milkê Ku Li Xêrê Hatiye Xerckirin

Xwedê Te’ala mal û milk di dinyayê de ji bo îmtîhanê dide mirov. Ji hinek kesan re dibe sedema cenetê, ji hinek kesan re  jî dibe sedêma cehenemê. Mal û milkê Hz. Xetîcê di rêyeke bi xêr de dihat xerckirin. Resûlê Xwedê ev mal û milk ewilî di sifreyên ku ji bo dînê îslamê vebêje de xerc kir. Xulam ji xwediyên wan dikirî û azad dikir, piranî jî ji bo hewcedariyên misilmanan, bi taybetî jî kesên ku ji ber zilm û zordariya mûşrîkan misilamên ku bi zorê li çiyayê Şî’b-î Ebî Talîp dijiyan xerc dikir. Belkî jî Xwedê Te’ala ev mal û milkê helal di rêya herî baş de dida xerckirin. Jixwe mal û milkê heram di rêyeke wiha de nedihat xerckirin.

Xwedê Te’ala mîzgîniya cinetê hêj di vê dinyayê de dabû pêxemberê me (s.x.l). Li gor rîwayeta Ebû Hureyre Cebraîl (as) hate cem Resûlê Xwedê û wiha got: “ Ey Resûlê Xwedê! Dema ku Xetîcê ji te re di firaxekê de hinek xwarin anî silavê min û silavê Xwedê Te’ala jê re bibêje û mizgîniya Xwedê Te’ala ji wê re di cinetê de koşkeke ji dur û gewheran heye, di nava vê koşkê de jî deng û zehmetî wê tunebe.

Ev koşk ji koka încî hatibû çêkirin. Lewra ew ji misilmanên ewil e. yanî wê koka îmanê bi dest xwe xistibû. Di cinetê de di koşka ku ji wê re hatiye çêkirin de helbet zehmet û deng wê tunebe. Lewra ew dema ku di jiyanê de li hember pêxemberê me tu caran dengê xwe bilind nekiribû. Tu caran Pêxemberê me nexistibû zehmetê. Tu caran li pêxemberê me tade nekirîbû.

Dema ku Hz. Xetîcê Pêxemberê me (s.x.l) naskir ji aliyê dinyayê ve tiştekî wî tunebû. Hz. Xetîce jî gelekî dewlemend, esîl û xweşik bû. Tevî viya ew jina mezin me’neya ku li pêxemberê me hîskir ku, xwest bi wî re bizewice.

Hz. Xetîce bi tîcaretê re mijûl dibû û gelekî di nava gel de bi bandor bû. Ji Resûlê Xwedê zarokên wê çêbûn. Beriya dewra Medîneyê jî wefat kir. Ev jina mezin tam jî jineke li gor Pêxemberê me bû. Jineke camêr bû. Dema ku Pêxemberê me dest bi teblîxê kir, weke ku qey ji berê de dizanîbû ku Xwedê Te’ala bi wezîfeyeke wisa wê wezîfedar bike hema baweriya xwe anî. Piştre jî hemû mal û milkê xwe xiste bin emrê Resûlê Xwedê. Wî jî ew hemû mal û milk li rêya Xwedê Te’ala xerc dikir. Dema ku Mûşrîkan li hember misilmanan dest bi boykotê kirin ji wî mal û milkî tiştek nemabû. Heta carna Resûlê Xwedê pir birçî dibû. Lê tiştek tunebû ku bixwara. Lewra wê demê ji nanê hişk jî mehrum bûn. Diya me û diya hemû mu’mînan Hz. Xetîce di vê dewrê de kete nivînan. Ji ber feqîrtiyê nikarîbûn tedawî jî bikirana. Di camêriyê de xala dawî xelasbûyîne û diya me jî Hz. Xetîce beriya her kesî gîhîşte wê xalê.

Pêxemberê me jî di demekê de bi Hz. Xetîcê re gihîştibû mal û milkê mezin. Lewra di pêxembertiyê de ya sala 2. yan jî sala 3. de tiştek li mala wan nemabû. Ew mal û milkê mezin li rêya pêxembertiyê heliyabû. Ev mal û milk ji bo ku dilê hinekan bigre, di dawetan de û ji bo germkirina dilê filanî hatîbû xerckirin. Ew jî çawa xelas bûbû ku piştî 5- 6 salan mînakê mirovahiyê ji bo ku dengê birçîbûna zikê xwe nebihîze kevir bi zikê xwe ve girêdida. Îşte camêrî û kerema ku ji Hz. Îbrahîm mayî, ev rewş ne dûrî mekkeyiyan bû jî. Li gor vê rewşê her kesî ji vê keremê para xwe standibû. Lewra beriya Pêxembertiya Resûlê Xwedê dîsa jî ti kes bi kerema wî re nikare pêşbaziyê bike.Lewra Pêxemberê me fêkiyê dawî ya ji şecereya Îbrahîm (as) me.

Resûlê Xwedê hîn 25 salî bû Xwedê Te’ala derfet da wî û bi tîcaretê re mijûl bû. Bi Hz. Xetîcê re hevparî kir. Di demeke kin de jî bû xwediyê mal û milkekî mezin. Lewra piştî hatina Pêxembertiyê pir derbas nebû û ew hemû mal û milk di rêya Xwedê de xerc kir. Ew xerckirin ew qas bi cih û bi îsabet dikir ku dilê gelek mirovan li dînê îslamê germ dikir. “Mirov xulamê îhsanê ye” ev gotin hemû siran derdixe holê. Dema ku Pêxemberê me ev tişt dikirin, yên kesên ku fezîleta wî, mezinahiya wî di emanetê de kesekî çawa ewle bû nedîditin, kesên ku li hember wefaya wî çavên wan girtî, mutleqe li hember camêriya wî têk diçûn… Resûlê Xwedê heta dawiya ‘emrê xwe jî ev rewşa xwe dewam kir. Ev rewşa Pêxemberê me di mirovên wê rojê de qene’eteke wisa çêkiribû: Lê belê divê mirovek bi baweriya Xwedê dikare ev qas camêr be. Bi vî awayî ev kes Pêxember e. Belê Pêxemberê me bi vî awayî heta wê demê bi dilsoziya xwe, bi wefaya xwe, bi bawermendiya xwe, bi ewlebûna xwe, deriyê her kesî dixist û dilê wan qezenc dikir. Belê her kesî bi aliyekî wî digirt di bin tevger û mezinahiya wî de diman û ew qebûl dikirin.

Pêxemberê me camêriya xwe ew qas rantabl bi kar anî û wiha nirxandibû ku mal û milkê xwe yek bi yek ne weke dara heftdayîn e, heta weke dara heftêdayîn e. Yanî wî di ‘elama plan û projeyan de ev qas hesibandibû ku mal û milkê xwe weke toximan belav kiribû. Piştre bi kerema Xwedê di demeke kin de simbil dan. Piştre jî kulîlkan vekir û her der bû newbihar.

Xemgîniya Mezin

Piştî boykota mekkeyiyan Apê Pêxemberê me yê ku li hember zilm û zordariyê her tim ew diparast wefat kir. Ev 3 sal ji bo misilmanan gelekî zor û zehmet bû. Gelek misilman mirin. Gelek zarok, pîrek û kesên pîr di vê boykotê de jiyana xwe ji dest dan. Di vê dewrê de jî ji ber zilm, zordarî, neheqiya ku li misilmanan dihat kirin Hz. Xetîce gelekî psîkolojiya wê xerab kir. Weke ku dixwest navê sala xemgîniyê ebedî bike, di meha Remezana bimbarek de çû ser dilovaniya xwe û perwazê cinetê kiribû. Bi vî awayî bi çavê dinyayê Resûlê Xwedê piştevana xwe ya herî mezin winda kiribû. Ji van apê wî ew ji zilmên derve diparast. Hz. Xetîcê jî li malê hemû xemgîniyên Resûlê Xwedê belav dikir, her tim alîkara wî ya mezin bû. Hz. Xetîce wekî ku perçeyek ji laşê Pêxemberê me (s.x.l) bû. Dema ku wahiya ewil hat tirs ketê dilê wî û hate malê Hz. Xetîcê tirsa wî belav kir û piştevaniyeke mezin şanî Pêxemberê me (s.x.l) da. Ew teselî kir, birînê wî derman kiribû. Ji xemgîniya wî re bûbû hevpar, di nava zewceyên pêxemberê me (s.x.l) de mertebeya herî mezin a Hz. Xetîce bû. Di dilê Pêxemberê me de jî cihekî Hz. Xetîcê ya cûda hebû. Heta ku ew di jiyanê de bû pêxemberê me bi keseka din re nezewicî.

Bi vî awayî ji vê salê re gotin sala xemgîniyê. Him ji bo Pêxemberê me him jî ji bo misilmanan saleke xemgîn bû. Çawa xemgîn nebin; Resûlê Xwedê hevala jiyana xwe ya 24 salan winda kiribû. Barê malê jî hemû li ser milê Pêxemberê me (s.x.l) mabû. Hz. Fatima hêj piçûk bû. Kî dizane dema ku diya wê wefat kir çiqas giriya. Ew diya Hesen û Hûseyîn e. Pêxemberê me (s.x.l) bi sêwiyên xwe re bi tenê mabû. Aliyekî zilm û zordariya derve, aliyekî din ve zarokên xwe teselî dikir, gelek tengasî dikşand. Ji aliye din ve jî ji bo ku zarokên xwe xemgîn nebin ji wan re him dibû dê him jî dibû bav.

Xetîceya Jibîrnebûyî

Pêxemberê me (s.x.l) her tim Hz. Xetîce bixêr bi bîr dianî. Ji kesên ku ji wê hez dikir wî jî ji wan hezdikir. Bi dostên wê re dibû dost. Ji ber ku Pêxemberê me (s.x.l) her tim behsa Hz. Xetîcê dikir hinek hevjînên wî hesûdî dikirin. Heta carekê Hz. Aîşe wiha dibêje; “ Ji ber ku pêxemberê me (s.x.l) her tim behsa wê dikir û ji ber ku Xwedê Te’ala ji bo wê di cinetê de koşkeke ji înciyê avakiriye min hesûdî dikir. Dema ku Pêxemberê me qurbanek serjê dikir para mezin ji heval û hogirên Hz. Xetîcê re dişand.

Resûlê Xwedê her tim Hz. Xetîce bi bîr dianî, îkramê kesên ku Hz. Xetîce bi bîr dianî dikir. Carekê Xwîşka Hz. Xetîce ya bi navê Hale hatibû, ji bo ku pêxemberê me bibîne destûr xwestibû. Dema ku Pêxemberê me (s.x.l) dengê wê nas kir kêfxweş bû û kêfxweşiya xwe wiha anî ziman: “Ya Rabbî Hale hat Hale”.

Hz. ‘Aîşe wiha dibêje: “Resûlê Xwedê her tim pesna Hz. Xetîcê dida. Min jî rojokê hesûdî kir û got ‘Çima tu her tim behsa wê dikî Xwedê Te’ala jinên ji wê baştir dane te. Li ser vê gotinê Resûlê Xwedê wiha got: “Na Xwedê keseka ji wê baştir neda min. Dema ku mirovan ez înkar kirim, wê baweriya xwe bi min anî. Dema ku her kesî ez derewandim, wê ez rastandim, dema ku her kesî ez bêpar hiştim wê bi mal û milkê xwe alîkariya min kir. Bi xêra wê Xwedê Te’ala ez kirim xwedî zarok.” Ji wan hemû gotinan em fêhm dikin ku li cem Pêxemberê me cihê Hz. Xetîcê gelekî cuda ye. Di dema dawata îslamê de her tişt tevlihev bû, bela û mûsîbet zêde bûn, Hz. Xetîcê bi can û malê xwe alîkariya Pêxemberê me (s.x.l) kir. Dema ku her kesî Pêxemberê me terk kir bêdost û bêheval ma, Hz. Xetîce ji Pêxemberê me re bûbû dost û heval. Li hember zilm û zordariyê Hz. Xetîcê her tim Pêxemberê me teselî kir.

Hêjayiyên Ku Hz. Xetîcê Mezin Dike

Hz. Xetîce li cem Pêxemberê me gelekî bi qedr û qiymet bû. Resûlê Xwedê Hz. Xetîce di dinyayê de jina herî bixêr wesfandibû. Gelek hêjayiyên Hz. Xetîce he ne. Em dikarin hêjayiyên wê wiha bijmêrin:

  • Nesla Pêxemberê me ya paqij ya ku heta qiyametê wê dewam bike, ji Hz. Xetîcê tê. Zarokê Pêxemberê me ji xeynî Hz. Mariya hemû ji Hz. Xetîcê çêbûn. Kurikê Pêxemberê me ji Mariyê ya bi navê Îbrahîm jî ji xwe piçûktiya xwe de wefat kir. Ji Hz. Xetîcê 6 zarokên Pêxemberê me çêbûn. Ji wan Hz. Fatima jî koka Pêxemberê me bi dewam kirin da. Diya Hesen û Hûseyîn heta qiyametê wê neslê wan dewam bike.
  • Xetîce di dema berfirehiyê de jî di dema ku wahiy nû hatiye û tengasiyên ku kişandin de jî heta wefata xwe Pêxemberê me (s.x.l) bitenê berneda. Wefaya wê helbet li cem pêxemberê me bû sedêma qedr û qiymet dayîna wê.
  • Xetîce ji kesên muxatabê wahiya ewil e. Dema ji Resûlê Xwedê re Pêxembertî hat. Ji jinan ewilî wê bawer kir û bû misilman.
  • Weke jinekê jî heta dawiya ‘emrê xwe her tim ji pêxemberê me re sadiq bû. Bi pêxemberê me re bi daxwaza xwe zewicî. Ji xeynî wî ji kesekî din re îltîfat nekiribû.
  • Di dawiyê de jî em dikarin bibêjin ku Xwedê Te’ala ew bi taybetî xuliqandiye. Ew ji mirovê herî mezin re bû hevjîna herî mezin, Ew jina serî ya herî mezin a Alê Beytê ye… Lewra li seriyê Alê Beytê Hz. Fatima ye, di serî wê de jî Hz. Xetîce he ye.

Mînakê wefayê yê Pêxemberê me yê herî mezin li hember Hz. Xetîce ye. Pêxemberê me ji heval û hogirên Hz. Xetîcê hez dikir. Dema ku navê wê derbas dibû, her tim bi xêr bi bîr dianî. Têkiliya xwe bi hevalê wê re dewam kir.

Dema ku Hz. Xetîce bi Pêxemberê me re zewicî ‘emrê wê 40 bû. Yê Resûlê Xwedê jî 25 bû. Zewaca wan 25 salan dewam kir.

 

Fatma Şavluk

Derbar Fatma Güneş Savluk

Check Also

‘Kürt Teavün ve Terakki Gazetesi, Bo Xebaten Kurdewar Wek Jêderkekê ye’

Serê sedsala 20an di nav sînorên osmaniyan û de liv û tevgerên girîng diqewime. Nexasim …

Leave a Reply