Em xwediyên xaka welatê xwe ne

Ezbenî! Kes nikare çavên teyrê Baz girêde..! Kes nikare ronahiya di çavên wî de bitemirîne… Qet û qet basko nabe… Her û her azadî armanca wî ye… Serxwebûn hêviya wî ye.. Çiyayên bilind mala wî ye… Daxwaza wî ku, ewrên bi baranê avis di ser welatiyên wî re bibarin… Xak û niştimaniya welatiyên wî talan nebe..

Ezbenî! Ewên ku li daholê dixînin, bîr nabin ku teyrê Baz bi şêweyê xwe bersiva welatiyên xwe vedigerêne û dibêje; “welatiyên min di welatê xwe de ne mêvanên rûmetê ne, ew xwediyên xaka welatê xwe ne û eger hûn bawer nekin ji xakê bipirsin?!”

Ezbenî! Pêwîst e em mukur bên û bêjin; niha em di rojên dijwar û dîrokî re derbas dibin… Berê jî, em di gelek rojên cetin û dijwar re derbas bûne û darên daristanên me, bi saya teyrên Baz şipya man û nehatin tewandin..

Ezbenî! Bawer bike xak diaxife! Xak û teyrê Baz bi hev re diaxifin..! Ji ber ku bi hev re hatine hunandin..! Yek hêza xwe ji asmanê jorî! û yek hêza xwe ji welatiyên dilsoz û birûmet distîne û bi pîrozkirina Yezdan Kurdistan ava dibe… Kurdistanek aram, hêmen, demokrat ava dibe… Kurdistanek ku (Mîh û gur têde bi hev re biçîrin..!).

Erê ezbenî! Bi saya teyrê Baz! û welatiyên wefadar û dilsoz, êdî nema em mêvanên rûmetê ne di welatê xwe de, em xwediyên xaka welatê xwe ne…

Konê Reş

Qamişlo, 09/10/2017

Derbar Konê Reş

Check Also

KELA WANÊ

Av li xweza herikî Gul û çîçek pelda. Milet rabûn piyan Erd û çiya hejiyan. …

Leave a Reply