Hînbûna “Başbûn”ê

Piştî 20 salê ku wekî mamoste û alîkarê şêwirmend di dibistana seretayî ya Ala Wai li Honolulu, Hawaîyê de xebitiye, Thomas Yos tu car ji bîr nekiriye ku dema dê-bavek behsa zaroka/ê xwe kiriye, gotiye “Gelek narîn diaxive”. Lê zêde dike û dibêje: “Em dê-bav, dixwazin zarokên me zîrek bin. Lê beriya vê, em dixwazin ew baş bin”.

Adam Grantê ku li Zanîngeha Pennsylvanîayê profesor e û nivîskarê pirtûka bi navê Give and Take: Why Helping Others Drives Our Successê ye, di ceribandina xwe ya bi navê “Raising a Moral Child” (Mezinkirina Zarokeke bi Fezîlet)ê de ku ji The New York Timesê re nivîsiye, ev fikir olan dide. Di vê xebata girîng de Grant, bal kişandiye lêkolînerên global îşaret dikin ku mirov ji serkeftinê bêhtir, giringiyê didin hezê. Li gorî Grantê ku li ser dê-baviyê dinivîse, barê alîkarîkirina pêşdeçûna etîka kokdar û avabûnên exlaqî –bi gotineke din perwerdehiya karakter- ne tenê li ser milê dê-bavan e; di vir de para perwerdekarên ku perwerdehiya beriya dibistanê didin jî heye. Lê ji ber ku perwerdekar li ser hedefên têkildarê guncaniyên standard û ceribandinên standard disekinin, perwerdehiya nirxan, bi bêhişî bi gelemperî tê piştguhkirin.

Grant dibêje “Hûn dizanin ku xwendevanên we dê kengî bikaribin bixwînin û binivîsin”. “Dema hûn ji dil hînkirina karakter biceribinîn, hûn hîs dikin ku we tu tişteke hêjayê kirinê nekiriye. Hûn zen dikin ku we peyameke gelek girîng a di derbarê ‘Li hevalên xwe yên polê nexin’ de daye, lê ew dê roja din li hev bixin”.

Eşkere ye ku civak dixwaze dibistan li ser perwerdehiya nirxên etîk bisekinin. Lêkolîna ku di demeke nêz de ji aliyê PDK/Raya Giştî ve hatiye çêkirin diyar dike ku ji %76 beşdaran di ev fikir de ne: “Îro divê dibistan şekil bidin karakterên xwendevanan”. Perwerdekar jî heman tiştî dixwazin. Wekî Yos jî diyar dike, mirov cihêtnameya wicdanî nede zarokan û bi vî awayî hunerên akademik û pişeyî bi wan bide kesibandin, ev dibe rêyeke baş ji bo afirandina sûcdarên zîrek.

Lê, perwerdekarên ku perwerdehiya beriya dibistanê didin ji bo geşedana nirxên etîk dikarin alîkariyeke çawa bikin?

Ev pirs, di nav xwe de hişyariyeke mezin dihewîne: Perwerdehiya nirxên etîk ne zexta civakî ye. Elliot Turielê ku li Berkeley, Zanîngeha Californiayê de di Enstîtûya Perwerdehiyê de profesor û serokê pişka Jerome A. Hutto ye, balê dikşîne ku xebata bi zorê hînkirina hin fikrên etîk bi zarokan, dê alîkariya etîkbûna hilbijartinan neke. Turiel dibêje “Li vê derê tiştê girîng ev e ku ji bilî hînkirina nirxan a ji aliyê dê-bavan an jî mamosteyan, divê zarok têgehên bingehîn ên wekî edalet, rastî, maf û kamirana mirovan fêhm bike”.

Zarok heya 2-3 saliya xwe li gor têgihîştina rewşên xwe yên rast an jî nerast, dest bi tecrubeya hestên xwe dike û piraniya pisporan jî di vê fikrê de hevbîr in. Li gorî gotina Melanie Killenê jî ku di Zanîngeha Marylandê de pisporê derûnnasiya gihaştinê ye, heta 4 an 5 salî, ev hestên ne diyar derdikevin ber roniyê û cîhê xwe ji feraseta edaletê re dihêlin.

“Ev, nayê vê wateyê ku ew ê di derbarê feraseta edaletê de her tiştî fêhm bikin. Ango tiştê ku em dixwazin bêjin, feraseta edaletê di dewra zarokatiyê û mezinatiyê de hêdî hêdî bi pêş dikeve” dibêje Killen. Ev jî nîşan dide ku beriya dibistanê û dibistana seretayî, ji bo ku perwerdekar wan pêş de bibin heyameke gelek hêja ye. Killenê ku balê dikişîne cara ewil rû bi rû mayîna zarokekî bi edaletê re, bi sedema pevçûna ji bo objeyek an jî ji lihevxistina ji rêzê derdikeve holê (girtina pêleyîstikê an jî nexwestina daketinê ji hêlekanê), diyar dike ku analîzkirina pêvçûnê ew qad e ku divê di navbera temenên biçûk de li ser bê sekinandin. Bo tevgerekî, ravekirina çima mafdar e an jî ne mafdar e û dabînkirina afirandina hawira nîqaşê, ji bo ku zarok tevgerên xwe wekî mafdar an jî ne mafdar biwezîne, nêzikayiyeke hêsan; lê bi bandor e. Nêzikayiyên xweajoyî yên mamosteyan, hewceyî bi zû çareserkirina pevçûnan û berdewamkirinê divê lê Killen dibêje ku rewşên bi vî awayî hawirên hînbûnê diafirînin. Rewşeke din a ku pevçûnê diafirîne jî niyet in. Zarokên biçûk fêhm nakin ku tevgereke bi niyeta erênî hatiye kirin wê bi encameke xerab bi dawî bibe (mînak: bi xeletî şikestina pêleyîstikek) û ev jî sedema herî belavbûyî ya pevçûna wan e. Bi demê û bi hawira vekiri ya nîqaşê re, zarok dikare ferqa di navbera niyet û encamê de fêhm bike û tevgerên xwe ji vî alî ve biguherîne.

TT49_Learning-to-be-Good_spot.jpg“Divê perwerdekar, alikariya zarokan bikin da ku ew di konteksta têkiliyên hevaltiyê de û di jiyana rojane de di derheqê edaletê de bifikirin.” dibêje Killen. “Divê ev, ji bo zarokan veneguhere pergala cezayê an jî xilasbûyîna ji ‘quncika ceza’yê. Lewra metodên bi vî awayî her tim berevajî ancam didin.

Nadia Chernyakê ku li Zanîngehên Brown û Harvardê peywirdarê lêkolînê ye, lêkolînek bi rê ve birine ku xwendekarên pêşdibistanê di bin sê mercan de danedera kûklayê “xemgîn” bi hev re parve kirine: Bi alternatîfa bi bedêl (dikare danederê bigire an jî bihêle); bi alternatîfa bê bedel (jixwe bi herdu awayî jî nikare danederê bigire); bê alternatîf (jê re tê gotin ku danederê bide). Di qonaxa duyem a ceribandinê de ji zarokan re alternatîfa ji nû ve parvekirinê hatiye dayîn. Li gorî Chernyak “Zarokên ku di qonaxa pêşîn de alternatîfa dijwar tercîh kirine, di qonaxa duyem de zêdetir meyla parvekirinê an jî qebûlkirina parvekirinê nîşan dane. Ji van rewşên bi vî awayî yên hilbijartinan, gelek hînbûn derdikevin. Chernyak diyar dike ku mamoste, di mijara parvekirinê de ji bo firsenda hilbijartinên dijwar bidin zarokan û ji bo ku ew ji van hilbijartinan hînbûnê biafirînin, di qonaxake bêhempa de ne. Ji bilî vê, bi taybetî mijareke ku mamoste û dê-bav tê de serkeftî bin hebe, ew jî ev e ku fêhm dikin ka hunera zarok ber bi çi ve ye. Ger qebiliyeta zarokek ji bo hilbijartinên dijwar hebe, gengaz e ku perwerdekar û dê-bav ji vî tîştî îstifade bikin.

Rewşên ku nêzikayiyên alîkarxwaz tên nîqaşkirin, nav an jî heta bikaranîna lêkeran xwedî giringiyeke gelek mezin in. Li gorî lêkolîneke ku çend rojên borî di Child Development (Derûnnasiya Gihaştinê) de hatibû weşandin, di navbera temenên 3-6 salî de li gorî axavtinên li ser “alîkarîkirin”ê, axavtinên ku li ser “alîkarxwazbûn”ê ne zêdetir bandoreke erênî li ser tevgerên dahatûyê dikin.

Allison Masterê ku yek ji wan nivîskarên lêkolînê ye û li Zanîngeha Washingtonê lêkolîner e, wisa dibêje: “Hûrgiliyeke girîng a di mijara alîkarxwazîbûnê de jî ev e ku hûn keseke çawa ne. Serbendên ku di derbarê hûn keseke çawa ne an jî çawa nînin de, li gorî helwesta we diguhere ku hûn li hemberî rewşekî nîşan didin an jî nîşan nadin.

Ji Zanîngeha Torontoyê Joan E. Grusec nêzî 30 sal berê xebatek li ser zarokên 7-10 saliyan kiriye û gihîştiye encamên ne xerîb ku di vê xebatê de dema zarok parve dikin, hatine teqdîr kirin. Xwendekar di merhaleya nav an jî lêkerê de hatine teqdîr kirin û paşê destûr dane xwendekaran da ku ew alîkariya konserveyên xwarinê bikin. Grusec dibêje: “Me derxist holê ku zêdetir paşragihandin ji zarokên ku ji bo wan “alîkarxwaz” tê gotin, tê girtin, ne ku ji zarokên dema parvekirinê pêk tînin, tenê tên teqdîrkirin. Emcama ku me li vir bi dest xist ev e ku divê zarok bi xwe, xwe wekî kesayetên ku alikariya mirovên din dikin bibînin. Mirov wan di vê mijarê de bide zorê an jî ji wan re bibêje ‘tiştê ku hûn dikin rast e’, kêmtir bi bandor e heta dibe ku zirara wê jî hebe”.

Grant, ji bo têkoşîna bi xemsariyê re nêrîneke dijber diparêze. Ew îdîa dike ku nêzikayiya herî rast, bi ravekirina xeyalşikestina ku ne kesek lê tevgerek çê dike û bi ravekirina sedema xeletiya tevgerê û çawa bandor li ser kesên din dike wê derkeve holê. “Dema ku hûn tevgera xelet bi pesindayîna karakter rexne bikin û paşê xeyalşikestina xwe diyar bikin, xwendekarên ku tiştên wekî ‘Ez miroveke alîkarîxwaz im lê min alîkarî nekir. Divê ez telafî bikim. Divê ez çareser bikim. Ji bo ku ez dîsa kesayeta xwe ya alîkarxwaz bi dest bixim divê ez hin tiştên cuda bikim’ dibêjin çê dibin. Ev herdu xal gelek girîng in”.

Grant balê dikşîne ku temenê pesindayîna karakter herî bi bandor e, 8 saliya zarokan e. Lewra di vî temenê de zarok feraseta nasnameya şexsî bi pêş dixin. Lê zarok bi destpêkirina beriya dibistanê ji ber taybetiyên nasnameyê yên wekî zayend, nijad, koka etnîkî û ji ber bandora tevgerên dibistanê, di nav hev de wekî koman cuda dibin. Ev rewş, girîngiya perwerdekarên beriya dibistanê nîşan dide ku di hişmendiya pêşdexistina edaletê, wekheviyê û nirxên etîk ên di derbarê nasnameya komê de xwedî roleke mûhîm in.

Yarrow Dunhamê ku li Zanîngeha Yaleê profesor e û li ser bîrbiriya civakî lêkolînê dike, dibêje hilbijartina nav komê (koma ku aîdê wê ne) di nav xwe de ne tişteke xerab e. Dunham balê dikşîne ku di destpêkê de rewş ji “Ez ji koma din kêmtir hez dikim” bêhtir, “Ez ji koma xwe zêdetir hez dikim” e û ev ê zû bi zû veneguhere nefretkirina ji koma din. Dunham, dibêje rewşa nehezkirina komên din a ku bingeha xwe ji pêşdaraziyê û nexweşbînîtiyê digire, dibe ku ji sedemên wekî reqabeta, hêmanên cudakar derkeve holê. Killen jî pêşdaraziya bi hêz, kêmasiya ragihandina di nav koman de û  neheqiya hiyerarşîk li vê lîsteyê zêde dike; lê bal kişandiyê ger ji zarokan re bê gotin ku divê ew di navbera komên xwe de hilbijartinek bikin, ew ê bi gelemperî adîlbûnê hilbijêrin.

Killen dibêje “Axavtina perwerdekaran, mamosteyan û dê-bavan a bi awayeke vekirî ya di derheqê darazên qalibgirtî û vederkirinê de gelek girîng e. Ji bo kirina vê gelek rêbaz hene; ji bo axavtina mijarê hûn dikarin hawireke nîqaşê biafirînin. Hûn dikarin xwe wekî nûçegihanek bidin nasîn û ji wan bixwazin ku bila di derheqê mijarê de biaxivin. Zarok di mijarên wisa de ji axavtinê hez dikin; sedema neaxavtina wan, ji ber ku ji wan nehatiye xwestin ku biaxivin”.

Grant ji bo ku zarok di aktîvîteya hevpar a polê de di derheqê vederkirinê de bifikirin, vegotina çîrokê pêşniyar dike. “Di aktîveteyên ku di vê qada hevpar a di nav polê de  çê dibin de, divê destpêkên wekî “Niha em ê çîroka zarokê ku di rojbûna xwe de gazî hevalê xwe nekiriye bixwînin” çê bibin. Li şûna xwendina çîrokê de, di nîqaşa nav polê de divê li ser pirsen wekî wisa bê sekinandin: “Zarokê ku nehatiye vexwendin çawa hîs kiriye? Hûn li şûna ev zarok de bûna we yê çawa hîs bikira?”. Li gorî Grant, nasnameyê nav komê û derveyê komê dibe ku bibe astengeke girîng ê exlaqî; ev qad, qadeke girînge ku divê lêkolîner û perwerdekar zêdetir li ser bisekinin. “Ezdixwazim di nav me de zêdetir perwerdekarên ku li ser çerxa girîngêpêdanê disekinin bibînim. Gelek dê-bav, bi taybetî jî Amerîkanî ji bo perwerdeya ku em di derbarê girîngîpêdana nirxan de didin, di meyla nêzikîbûna fikrên serkî û girtî de ne. Di wateya bingehîn de hûn hînê girîngîpêdana malbata xwe, hevalên xwe û cîranên xwe dibin; hemû ev e. Lê ev rewş ji bo zarokan veqetîna “nav komê-derveyê komê” bi awayeke tûj pêk tîne û rê dide zarok ku yên ji xwe cuda ‘tune’ bihesibîne. Bingeha gelek pirsgirêkên ku li dinyayê rû didin jî ev e.

Hînbûna Aloha (Heza Bêmerc)ê

Thomos Yos, 20 salan di dibistana seretayî Ala Wai de ya ku li Honoluluyê ye, xwendekarên xwe hînê fikirîn û tevgerîna etîk kiriye; lê tu car perwerdehiya xwe li gorî lîsteyeke fezîletê  an jî li gorî alegoriyên hêsan ên kevn ku di çavkaniyên perwerdehiyê de cîh digirin, çê nekiriye. Li şûna vê, ji hêza hawira dibistanê sûd wergirtiye. “Ev der, cîheke ku mirov girîngî didin hev û cihekî ku vê girîngiyê nîşan didin hev e. Dema ez vê ji xwendekarên xwe yên ku di çaxê dibistana seretayî de ne vedibêjim, min tim û tim peyva “aloha”yê bi kar anî ku ev peyv jî di zimanê Hawaî de weziyeta ragihandina kûr a di nav mirovan de nîşan dide û tê wateyên wek “merheba”, “bimîne di xweşiyê de” û “hez”.

Yosê ku di qada felsefeye de doktoraya wî heye, bi navbeynkara Zanîngeha Hawaiyê, Akademiya Uehiroyê tevlî bernameyên alîkariya civakî dibe; ji van yek jî “civata jêpirsînê” ye ku ev ji aliyê Philosophy for Children (Ji bo Zarokan Felsefe) hatiye bi pêş xistin û ev bernameyeke fikirîna aqilane ya navneteweyî ye. Piştî ku bi salan di yekeya şêwirmendiyê de perwerdehî da, niha jî piştgirî dide nîqaşên di derbarê dijwariyên etîkê de ku ji aliye xwendekaran ve bi rêve dibin. Bi gelemperî, mijar ji aliye zarokan ve tên diyarkirin: lihevxistin, pirsgirêkên ku di qada lîstikê/bexçeyê de tên jiyîn an jî sedema qîrîna dê-bavan ji wan re… Yos, peywira rêber digire ser milê xwe lê derfeta ji tiştên dibin, gihîştina îstîdlala xwe û bersivdayîna pêketî dide xwendekaran. “Hûn dibin ku wekî du qat perwerdehiya karakter bigirin. Zarokên we yên ku diaxivin û bela xwe di pirsan didin an jî yên ku bersivdayînên wekî ‘em ê çawa bi hevre tev bigerin’ nîşan didin hene. Hûn dikarin perwerdehiya karakter bi vî awayî bidin û di heman demê de hûn dikarin ev tişt, bi afirandina civata aloha (heza bêmerc)a ku ferd girîngî didin hev jî bi dest bixin. Nêzikayiya min, ji gotina “Erê zarokno, ev fezîlet in û divê hûn jî li gorî van tev bigerin” bêhtir, ji bo wan afirandina hawirek e ku van têgehan bijîn û bisepînin.

Çavkanî: http://www.tolerance.org/magazine/number-49-spring-2015/feature/learning-be-good

Nivîskar: Joe Hansen

Werger: Tufan Yamaç

perwerdia.wordpress.com

Derbar Çand Name

Check Also

Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Tabiî ye û Fitrî ye

Her tişt ji ser koka xwe şîn dibe. Çaxa ku darek an jî çalîyek di …

Leave a Reply