Hezjêkirina ji boyî Xuda

 

أَلَا إِنَّ أَوْلِيَاءَ اللَّهِ لَا خَوْفٌ عَلَيْهِمْ وَلَا هُمْ يَحْزَنُونَ (62)  يونس                                                      

Bawermendên birûmet!

Dînê Îslamê, dînê hezjêkirinê ye. Şertê misilmaniyê bawerî ye û bingeha baweriyê jî hezjêkirin e. Yek ji wan exlaqên qenc hezjêkirin e. Hezjêkirina ji bo Xuda Teala ji ber ku bingeha wê  ne li ser sûd û menfe’tê ye gelekî girîng e. Lewre serkaniya wê hezjêkirinê ji baweriya bi Xuda tê. Pêxemberê me wiha dibêje: “Ez bi wî Xudayî kim ku nefsa min bi destê qudreta wî ye, heta ku hûn îmanê neynin hûn naçin bihiştê û heta ku hûn ji hev jî hez nekin  nayê gotin ku we îman aniye. Ma ez tiştekê ji we re nebêjim gava ku hûn bikin hûn ê ji hev hez bikin, silavê di nav xwe de belav bikin”[1] Ew kesê ku baweriya wî bi jiyana ebedî hebe dixwaze ku biçe bihiştê û ji bo ku mirov biçe bihiştê jî pêwîst e mirov baweriyê bi hebûn û yekbûna Xuda bîne. Bêguman ew kesê ku Xuda Teala nas dike û bawerî pê aniye jê hez dike. Çawa ku Xuda Teala di Qurana pîroz de ferman dike: “Hinek mirov hene ji bilî Xuda Teala jê re şirîkan çêdikin weke ku ji Xuda Teala hez dikin ji wan jî hez dikin. Ewên ku bawerî anîn bêtir ji Xuda Teala hez dikin.”[2]

 

Misilmanên birûmet!

 

Hezjêkirina Xuda û pêxemberê wî ji îmanê ye. Ew kesên ku ji vê hezkirinê bêpar bin di heqîqetê de nayê gotin ku îman anîne. Çawa ku Îmamê Emer (r.x.l) dibêje: “Ya Resûlê Xuda  nefsa min ne tê de ez ji her tiştî bêtir ji te hez dikim.” Pêxemberê me got:” Ya Emer, ez bi wî Xudayî kim ku nefsa min bi destê qudreta wî ye, heta ku tu min ji nefsa xwe jî bêtir hez nekî tu nabî bawermendê rast û dirust.” Îmamê Emer jî bi baldarî guhdarî pêxemberê me dikir û got: “Ya Resûlê Xuda, ez sond dixwim bi Xuda ku ez vêga ji nefsa xwe jî bêtir ji te hez dikim.” Pêxemberê me got: “Vêca tu vêga bûyî bawermendekî rast û dirust.”[3] Hezjêkirina pêxember piştî hezjêkirina Xuda Teala tê. Lewre hezjêkirina pêxember hezjêkirina Xuda ye û her wiha hezjêkirina alîm û ehlê xêrê jî wisa ye. Pêxemberê me di vê mijarê de wiha dibêje: ”Sê tişt bi kê re çêbibin, ew gihîştiye şîraniya îmanê: Divê ji her tiştî bêtir ji Xuda û Pêxemberê wî hez bike. Divê tenê ji bo Xuda ji mirovan hez bike. Divê mîna ku wî bavêjin agir ji çûna ser kufrê aciz bibe.“[4]Gava ku yekî ji we ji bo Xuda ji yekî hez kir bila jê re bêje.”[5] “Xuda Teala wiha dibêje: “Hezjêkirina min wacib e ji bo wan kesên ku ji bo min ji hev hez dikin, ji bo min ku li hev dicivin, ji bo min ku hev ziyaret dikin û ji bo min ku arîkariya hev dikin.[6]

Bawermendên birûmet!

Nexwe pêwîst e em ji hev hez bikin û ew tiştên ku dibin sedemê cudahiyê jî xwe ji wan dûr bikin. Ez xutbeya xwe bi wateya hedîseke pêxember diqedînim: “Di nav bendeyên Xuda Teala de komek ji mirovan heye, ew ne pêxember in û ne jî şehîd in û digel wî qasî jî cihê wan li cem Xuda Teala bilind e. Ji bo vê yekê pêxember û şehîd jî xweziya xwe bi wan tînin. Ewên ku li wê derê bûn pirs kirin û gotin: Ya pêxemberê Xuda! Ew kî ne? Pêxemberê me got: Ew ne di nav wan de mirovatiyek heye û ne jî maleke ku dabin hev, wan ji bo Xuda ji hev hez kirine. Ez sond dixwim bi Xuda ku rûyê wan nûr e. Ew li ser nûrê ne. Gava ku her kes di nav tirsê de ye ew natirsin. Gava ku her kes xemgîn e ew xemgîn nabin.”[7] Got û ev ayet xwend: “Agahdar bin, dostên Xuda, ne tirs ji bo wan heye û ne jî xemgîn dibin.”[8]

 Mele Cewadê Girdarî

[1]  Mislim 54.

[2]  El-Beqere 165

[3]  Eynî umdetulkarî c.1, r.144.

[4]  Buxarî, îman 9,14 edep 42.

[5]  Tirmizî, zuhd, 54 (2393)

[6]  Muwette’,şi’r 16.

[7]  Ebu Dawud sihr, 78 (3527)

[8]  Ynus 62.

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply