Jin Jiyan Azadî
Jin serhildan weke teyran
Çîya çîya firîyan ne deh bi sedan.
Şikeft kirin hêlîn teht kirin balîf bi wanre zindî bûn zinar û daristan.
Jîyan xweş bikin hêvî geş bikin
Rewş bigûharînin cîhan bi binefşî re bixemilînin.
Li gunda û bajaran serbikevin bi hezaran êdî biqedînin koledarî serbixînin wekhevîtî.
Azadî ne xelate mafê bingehîne
Meşên me bi hêzin
Tenê pêşve dibezin.
Wê azadî yê re şîyar bibin rojekê gelên cîhan
Eger kû bê fêmkirin girîngîya azadîya jinan.
Azad Geşbûn