Hevalno werin em Kusî-Kurd nas bikin

Baş tê bîra min, wextê ez zarok bûm, ez havînan diçûm gundê kalikên xwe yê bi navê Gewro, li etegên Gilîdaxê ye, û gundekî dêm e. Ne av heye ne jî bereta avê. Zilamên gund zivistanê ji fêza çiyê berf dianîn û li gund binçal dikirin, dihelandin ku vexwin yan jî bidin heywanên xwe.Jixwe ez naxwazim behsa Gewro ji we re bikim. Gundekî biçûk bû û kî rabû ranebû digot “Xwedê Gewro xerake!” û xerabû çû. Tenê çingeçinga kevêrên reş lê maye.Ez ê serê bêjeyek din vekim.

Dîsa ji wan havînan yek bû ku ez li wir bûm, caw hat ku li navenda bajêr nasek heye û ji nexwaşiya pençeşêrê (kanser) ketiye û lezûbez xwîna kusiyekî lazim e. Ew nexweş biribûn gelek bijîşk û hekîman lê belê ti çare lê nebûbû, Piştre jineke pîr dide pêş ku xwîna kusî dê wî pak bike. Li Deşta Îdirê zû bi zû kusî nayên dîtin, tenê li çiyê hebûn û em tevî jin û zarokan ketin serê kort û newalan, ji bo Xwedê wekî mûmê misqalê li kusiyan geriyan. Piştî du rojan ez rastî kusiyekî hatim û tirsana beziyam. Û mezin hatin ew kusî kirin tûrikekî birin gund. Sibetirê dan destên min ku ez biherim navendê bidim malbata nexwêş.

Wextê ez wesaîta ku ji Bazîdê dihat, siwar bûm diçûm navenda Îdirê, ez gelekî kûr û kûr li ser kusî fikirîm, “Gelo ew heywana gewrikî û pişt hişk çawa dibe şîfa?”

Çend roj borî min bihîst ku ew nexweş ji mirinê filitiye. Jiber ku min ew kusî dîtibû, kêfa min li tenişta Araratê bû.

Ji wê rojê pêve, hêma û nîgaşa kusî li ba min gelekî kûr û fireh e. Wextê dibêjin kusî gelek tiştên watedar dikevin bîra min.Heta Ninja Turtles jî sertayê ser bûn.

Îja roj li rojan qelibîn, meh li mehan asê bûn û sal ji salan xeyîdîn me koçî Îzmirê kir û ew kusiyên Gewro yên pişt hotik li wir man. Û li zaningehê min dilovaniya jiyana kusiyên caretta carettayan jî kir. Tevî ku ez hatim Enqereyê min dest bi îş kir, dîsa qedera min ji kusiyan geriya. Jixwe em kurd çi bikin jî kusî bi me ve girêdayî ne, Dera ku Bahman kusiyan bide firê, em çawa jê birevin. Îja me çend hevalên dilkurdistanî dest bi karekî kir ku em sazîyekî diyarî kurdan bikin û xebatên kurdewar pêk bînin. Bi wan hevalan ku her yek wan di warê xwe de şareza ye, me li Enqereyê Komeleya Sînemager û Televîzyongerên Kurd (KUSÎ-KURD) ava kir.

Bi şîara karên kurdewar û xebatên “Hindik û Rindik” em ketin rê. Em baş dizanin ku sînemagerî û televîzyongeriya kurdan jî wek kusî hêdî hêdî dimeşe, lê belê wek kusî zexm û xurt dimeşe. Em ê jî li ser felsefeya kusî ku xîretê, biryardariyê, zanatiyê, dilsoziyê, temendirêjiyê û gorî astrolojiya Arî ango Zerdeştî jî xwebaweriyê temsîl dike, bimeşin û xizmeta kameraya kurdî bikin. Her çiqas peyva kusî “ji xelkê re masîgir, ji xwe re kusîgir”ê ne baş mene be jî, em edî kurdên kusîhez in.

Ji 1ê Mijdarê pêve li KUSÎ-KURDê dersên Kurdî (Kurmancî-Kirdkî-Soranî) dest pê dikin. Miletê me yê li Enqereyê eleqeyek mezin nîşanî kursan didin. Piştî çend mehan em ê bi bêjerên kurd ve kursa bêjeriya kurdî,bi derhênerên kurd ve atolyeya sînema û şanoyê vekin. Sala pêş me, em ê Şeva Xelatên Medyayê amade kin û piştî wê jî em ê wek KUSÎ-KURD Mîhrîcana Fîlman lidar bixin. Bo ku em serbikevin, em ê biçin piyê her kurdê gîhîştî û em ê alîkariyê jê bixwazin.

Kurte gotî, em ê vê carê him masiyan him jî kusiyan bo kurdan bigrin.

Rêya KUSÎ-KURDê her tim vekirî be…

 

Salîh Suleymanî

Derbar Çand Name

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply