Bedîuzzeman

(Îro salvegera wefata Bedîuzzeman Seîdê Kurdî ye. 23.03.1960)

Xwedayê alemê her sed salî carekê, muctehîdekî ji bo mirovahiyê dişîne. Ji beriya vê sedsala me, ev erka li ser milê Mewlana Xalid bû.( a herî baş Xwedê dizane)

Sal 1876 li nav çiyayên welatê me, roja zanistiyê, bi navê Seîd helat. Seîdê Kurdî/Nûrsî li gundê Norsê ku girêdayî navçeya Bilîsa Hîzanê ye, hat gerdûnê.

Dema zarok bû, nîşanên zîrektiyê di jîyana wî de xweya dikir. Bedîuzzeman di maleke kurdewarî de hate dinyayê. Jîyana wî, cil û bergên wî kurdewarî bûn.

Di neh saliya xwede bi xwendina Qur’anê dest bi perwerdeyê kir. Sê-çar salan li çend medreseyên Kurdîstanê perwerde dît. Bedîuzzeman perwerdeya medreseyan  kêm didît û tevgerên mele û feqiyan nedieciban. Ji ber van sedeman her tim perwerdeya xwe di nîvî de  diterikand.

Bedîuzzeman, xwendina xwe ya bê kêmasî, li Bazidê li cem Şex Mihemmed Celalî dibîne û di demeke kurt de îcazetê distîne.

Di şevên tarî û dirêj de diçe ser tirba Ehmedê Xanî. Kul û kederên xwe bi mamoste re parve dikir. Feyz ji Ehmedê Xanî digirt.

Bedîuzzeman, di hêla zanistî de gelekî pêş ve diçe. Li hember mele û feqiyan di warê zanistiyê de têkoşîneke dijwar dişopîne. Bi zanebûna xwe bawer bû, tu caran serê xwe li hember kesî neditewand.

Em dikarin bejin di jayana Bedîuzzeman de sê armancên wî hebûn:

  1. Dixwest êrîşên li ser îslamê bi alîkariya Qur’ana pîroz têk bibe. Mû’cîze bûna Qur’anê îspat/peyt bike.
  2. Xelaskirina îmana mirovan an jî mirovahiyê
  3. Avakirina dibistaneke bi navê Medreset’uz Zehra yê.

Îro hinek  mirov dibêjin, ma gelo Bedîuzzeman ji bo Kurdan tu tiştek nekiriye. Ewên ku vê gotinê dikin, jiyana Bedîuzzeman nexwendine û  nizanin.

Bedîuzzeman, ji bo zarokên Kuradan, diçe Stenbolê û ji desthilatdarên dewletê,  avakirina dibistanan dixwaze. Ji ber van xwestekan,  xwe di tîmarxaneyê û di girtîgehê de dibîne. Ket tîmarxaneyê, ket girtîgehê lê gelê xwe lekedar nekir.

Bedîuzzeman şêrdil bû. Ji bo doza xwe ji tu xetereyan neditirsiya. Tirs, xof di jiyana wî de tu caran nebû mêvanên wî. Dema di Dîwana Herba Ûrfî de derket ber dadgehê. Serokê dadgehê di şibakê re mirovên bi darvekirî, rê Bedîuzzeman dan, da ku Bedîuzzeman bitirse. Seîd bi azînekî erjeng xwe parast û hat beratkirin. Bi tevî girseyeke mezin, dema ku ji dadgehê derket dirûşma xwe ya dîrokî got: “ Ji bo sîtemkaran bijî dojeh.”

Dem hat li qadên şer bû fermandar. Dem hat bende/hêsîr ket. Dem hat ji bo parastina ola xwe, li ber serfermandarê ûriz Nîqola Nîqolavîç ranebû ser piyan , bê tirs çû ser sê pê yan.

Ji warê xwe mişext bû. Bajar bi bajar, gund bi gund hate gerandin. Di şevên tarî de, bû mêvanê girtîgehan. Di sar û seqemêde, li ber şibakên şikestî, her dem zikr û îbadet dikir.

Şêrdilê enîya cenga germ, her dem di derdê nivîsandina Rîsle-î Nûr  de bû. Li ser hespan, di bin şureşura baranê de her daîm Rîsale nivisandin. Rîsale ji dest sîtemkaran parast.

Jîyana Bedîuzzeman gelek bi zehmet borî.  Bedîuzzeman li bajarê Rihayê di 23 Adar 1960î de çû ber dilovaniya Xwedê. Di cûntaya 1960î de cûntaparêzên hov, cesede/laş wî ji gora wî derxistin û birin cihekî nediyar. Mamoste yê me, dilovaniya Xwedayê alemê her tim li ser te bî.   

 

Mehmet Bozkoyun

www.candname.com

Derbar Çand Name

Check Also

ŞAHÊ ECEMAN, SILTANÊ OSMANIYAN Û MÎRÊ KURDAN

Min romana romannivîserê tirkê îslamîst Îskender Pala ya bi navê Şah/Sultan xwend. Di romanê de …

Leave a Reply