Hespa Şîn

Mêrikek hebû û ji hespa gelek hez dikir.

Pir caran xwe mîna Centaûeran hîs dikir: Jorê wî însan, jêrê wî hesp.

Li jorê xwe Boraq, li jêrê xwe Pegasûs bû.

Tim bi xwe, xwe re digot: Heke ku ez nebûma însan, ez ê hesp bibûma.

Wî mêrikî hespa di hundirê xwe de kifş kiribû.

Ji Xwedê daxwazekê wî tenê hebû: Îlmê tabîrkirina xewna hespan.

Pirr li ber Xwedê gerîyabû, lê ji alîyê Xwedê de tu îşaret neditîbû.

Derîyên lê nexistibû, nehiştibû, lê tiştek bi dest nexistibû.

Tebatiya mêrik tunebû.

Di jiyana wî de valahiyekê bêdawî hebû.

Gor wî, bêtabîrkirina xewna hespan tu manaya jiyanê tunebû.

 

Rojekê mêrik bêxatir û bêdeng ji mala xwe derket û çû.

Bi xwe re digot: Ya ezê xewna hespan tabîr bikim yan jî ezê di vê riyê de bimirim.

Wekî din çareya min tune ye.

Mêrik pir çû hindik çû.

Çiya û banîyan dûy xwe dihêle.

Tê û li ber çemekî radiwaste.

Li wir hespekê şîn dibîne.

Tenê hespek heye.

Ew herdu tenê ne.

Mêrik û hespa şîn.

Mîna xewnekê.

Hesp li çavên mêrik mêze dike.

Mêrik hîs dike ku hesp bi derdê mêrik dizane.

Mîna bibêje ku Xwedê ew hesp ji bo mêrik şandiye.

Çimkî mêrik tu caran bêhêvî nebûbû.

Mêrik di dilê xwe de dibihûrîne: Belkî jî Xwedê duayê min perîjand.

Ew hespa han ji bo îlmê tabîrkirina hespan ji min re şand.

 

Hesp mîna mêrivekî bû.

Mêrik xwe di hespê de dît.

Mêrik însanbûna xwe di hespê de dît.

Mêrik çavên hespê xwendin: Ez nîv însan û nîv hesp im.

Tu jî nîv hesp û nîv însan î.

Em ê bi hev re hevdu temam bikin.

Mêrik bêdeng çû ba hespê û serê xwe danî ser serê hespê.

Herduyan bi hev re xewnek dîtin.

Mêrik di xewna xwe de dîtibû ku dibû hespek, hespa li ba jî dibû însanek.

Paşê mêrik di xewa xwe de şiyar nebû.

Mêrik di xewna xwe de com bûbû.

 

Faik Öcal

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

MIROV Û DAD

Peyva dad di jiyana mirovan de mafê hempare. Jiyana gerdûnî pirî bi hêst û şaney …

Leave a Reply