Hawar a Mîr Celadet

Roja 15’ê Gulanê ku dema derçûna govara Hawarê ye hersal wek Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.

“Wek pirraniya kurdên ku di welatên biyanî de ji bo xwendinê ji malên xwe dûr dikevin, min jî zimanê xwe rind nizanibû. Piştî qedandina xwendina xwe, nezaniya zimanê min, li min, ji berê girantir bûbû. Min dil kir rind hînî zimanê xwe bibim. Hawar hat hawar û gaziya min û ji min re bû mamoste.

Xwendevanê govara Hawarê Elî Seydo, di nameya xwe ya 30’ê İlona sala 1932’an de ku ji govarê re şandibû wiha digot.

84 sal berê li peytexta Şam a Sûrî, li kolana Salihiyê, dema ku Celadet Bedirxan dest bi weşana Hawarê kir, ev govar wek wateya navê xwe gihîştibû hawara ziman û wejeya kurdî û rewşenbîrên ku ji nivîs û xwendinê re tî bûbûn.

Di destpêka salên 1930’an de li Kurdistanê serhildanên netewî hatibûn tefandin. Li çar aliyê Kurdistanê aramiyê konê dagirtibû.  kurdan hêrs û hesreta xwe ji bo serhildaneke din tûj dikirin. Ronakbîrên ku piştî serhildanên nîvmayî li sirgûnê gihîştibûn hevûdû, berê xwe dabûn karên rewşenbîrî û projeyên çandî.

Celadet Bedirxan piştî şikestina serhildana Araradê û lewazbûn û nakokiyên navxweyî yên Rexistina Xoybûnê ji bo hêviyeke nûh bide kurdan, berê xwe da karên ku heta hingê di bin siya siyasetê de mabûn. Li gor wî dema siyaset xetimî, rewşenbîr û serekên kurdan divêyabû ji bo parastin û pêşxistina nirxên netewî hewl bidana. Bi vî awayî Celadet derxistina govarekî çandî/netewî dabû berxwe û piştî amadekariyên dirêj di 1’ê Gulana sala 1932’an de dest bi weşanê kiribû. Navê govarê Hawar bû. Hawar ji Kurdistanê dûr li sirgûna Şamê dest bi weşanê kiribû.

Govara Hawarê ji sala 1932’an heta sala 1943’an hat weşandin. Di van salan de bi giştî 57 hejmarên govarê derketin. Ji hejmara yekem heta 24’an Hawar bi alfabeya erebî hat çapkirin.

Piştî alfabeya ku Celadet ji bo nivîsandina kurdî danî berxwe, Hawar ji hejmara 25’an heta ya dawîn yanê heta hejmara 57’an jî bi tîpên latînî hat çapkirin.

Govara Hawarê bi naverok, xebat û berhemên xwe ve wek ekolekî di rewşenbiriya kurd de cîh girtiye. Hawar ji alî çand, ziman û wêjeyê de bi naveroka xwe ya dewlemend gelek ronakbirên kurd ku asasê hunermendî û zanîna xwe ji Hawarê girtin, gihand. Rewşenbir û nivîskarên kurd ku ji Hawarê gelek tişt fêrbûn û hîn jî li ser rêça wê dimeşin, qedr û qîmet û rûmeta vê govarê hîn jî jîndar dihêlin. Helbet rewşenbîrên Kurd zahmetiyên ku Celadet ji bo derxistina vê govarê dîtiye jî bi bîrtînin.

Nivîskarên Hawarê

Di Hawarê de gelek rewşenbîrên wek, Kamûran Bedirxan, Osman Sebrî, Nûredîn Zaza, Sûbhiyê Diyarbekirî, Cigerxwîn, Qedrîcan, Ekrem û Qedrî Cemîlpaşa, Cemîlê Haco, Nemirê Miksî, Dr. Ehmed Nafîz, Rewşen Bedirxan û gelek kesên din nivîsandine. Hawar bi vê taybetiya xwe bûye wek dibistaneke gihandina rewşenbîrên kurd. Di vê govarê de gelek kesên ku di demên dawîn de nav dane jî dest bi nivîsandinê kirine. Nûredîn Zaza wek mînakekî nifşa Hawarê ye ku di vê govarê de giha ye.

Celadet Bedirxan jî di Hawarê de ji bilî navê xwe yê tê zanîn, bi gelek mahlasên din jî nivîsandiye. Navên wek “Bavê Cemşîd û Sînemxanê”, “Herekol Ezîzan”, “Nêrevan”û “Bişarê Segman” di nivîsên wî yên Hawarê de hatine bikaranîn. Di nav nivîskarên Hawarê de Rewşen Bedirxan xwedî rolekî taybetiye. Rewşen Bedirxan, gerek bi jinbûna xwe, gerek bi xebatên xwe yên siyasi û rewşenbîrî, mîrasa malbata Bedirxan gihandiye xeleka dawîn.

Armanc afirandina rêzimanê kurdî

Yek ji armancên Celadet Bedirxan bi derxistina Hawarê, afirandina rêzimanê kurdî bû. Ji ber vê yekê wî gelek car li ser gramêra kurdî nivîsandiye. Ji ber ku ew xwedî û serperiştê govarê jî bû, hemû gotar di bin çavdêriya wî de, bi standarda ku wî dabû Hawarê dihat weşandin. Ji ber vê yekê govar bi giştî bi zimanekî petî û resen derketiye.

Di xebatên li ser mijara ziman de ji alî nivîskarên govarê gelek gotin û peyvên nû jî hatine afirandin. Afirandina peyvan bi pisporî û li ser qeyd û ahenga zimanê kurdî hatine kirin. Heta niha rewşenbîr û zimanzanê Kurd di nivîsên xwe de, bi giştî, li ser qeyd û rêzimana Celadet Bedirxan tevdigerin.

Govara Hawarê hîmê alfabeye latînî-kurdî jî daniye. Bi vê alfabê xwendin û nivîsandina kurdî hêsan û zelal bûye. Ji ber ku bê rastnivîsîn, rêziman jî nedibû, Celadet ji bo sazkirina ferhenga kurdî, ferhengoka Hawarê jî afirandiye.

Ji alî wêje û folklora kurdî de jî govara Hawarê gelek xebatên hêja kiriye. Hawar di warê wêje û ziman de wek pirtûka pîroz ya kurdiya nûjen e. Govar di wêjeya kurdî de wek dibistana bilind û nivîskarên wê jî wek mamosteyên pêşîn tên qebûlkirin.

Naveroka Hawarê

Govara Hawarê bi weşana klasîkên kurdî ve ew berheman ji nûh ve vejandiye. Celadet Bedirxan girîngiyeke taybetî daye xebatên li ser berhemên klasîk û li gor îmkanên xwe cîh daye klasîkên kurdî û ew careke din jiyandiye. Li aliyê din pirtûkxana Hawarê jî gelek dewlemend bûye. Di salên çapê de 17 pirtûkên hêja ji alî weşanxana Hawarê ve hatine çapkirin.

Celadet Bedirxan û hewalên wî yên nivîskar û kedkarên Hewarê di warê wergerê de jî xebatên giranbiha kirine. Di Hawarê de gelek nivîsarên hêja ji zimanên biyanî wergerandine kurdî û kurdan ji edebiyata cîhanê agahdar kirine.

Taybetiyeke govara Hawarê qîmetdayîna nivîsên xwendevanan e. Rûpelên govarê hertim ji xwendevanan re vekirî bûne. Bi saya weşandina van nameyan gelek nivîskarên nûgihîştî bi saya Hawarê zanîn û nivîskariya xwe pêşve birine.

Hijmarên Hawarê ji 1’ê heta 23’an, ku bi tîpên erebî bûn, ji alî Mihemed Bekir ve, di sala 1980’an de, li Swêdê wek dû cîlt hatine weşandin. Di salên 1970’an de ji hejmarên 24’an heta 57’an ji aliyê Weşanxana Bahoz ve wek pirtûk li Ewropa hat weşandin. Herwiha di salên 2001’an de Hawar wek dû cîlt bi tevî hemû hejmarên xwe ji alî Weşanxana Nûdemê ve hatiye weşan.

Di hejmara yekem, rûpela yekem de bi navê sernivîsara “Armanc, awayê xebatê û nivîsandina Hawarê” nivîsek destpêdike û hetan rûpela çarem berdewam dike. Di vê nivîsê de li ser awayê xebat û nivîsandinê tê sekinîn. Ev sernivîs bi van gotinan destpêdike:

“Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîne. Xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike. Her kesê ku xwe nas dike; dikare xwe bide nas kirin. Hawara me berê her tiştî heyîna zimanê me dê bide nas kirin. Lewma ku ziman şertê heyînê a pêşîn e.

Di rûpela çar û pêncan de alfaba kurdî heye. Di dawiya nivîsa li ser alfaba kurdî de, dibêjê dûmahîk heye. Di rûpela çar û pêncê de stûna feqehan û ya zarokan heye. Ev nivîs bê îmze ne. Di vê hejmarê de Dr. Kamûran Alî Bedîrxan, li ser “Edebiyata Welatî” nivîsandiye.

Kamûran Bedirxan di vê nivîsa xwe de li ser girîngiya edebiyatê disekine.

Qedrîcan ji bo Osman Sebrî nivîsêk bi sernavê “Hawar hebe, gazî li dû ye” serpêhatî û helbestêkî nivîsandiye. Di hejmara Hawarê ya yekem de ji bo alfaba kurdî, bangêkî ji xwendevanan re heye. govara Hawarê, hêvî ji xwendevanan dike ku alfaba kurdî ya belavkirine, yek bi yek, xêz bi xêz, pirs bi pirs bixwînin, qenc bala xwe bidin û herçi kêmasiyan bibînin, binivîsînin, da ku ew wan kêmaniyan rast bikin. Di rûpela dawî ya vê hejmara yekem de jî ferhengok heye. Di ferhengokê de wateya peyvên wek “armanc, bendewar, erdnîgarî, bingeh, ciyok, dehker, dîrok, jînenîgarî, pronivîs, ferhengok û zimanzanîn” ku îro jî gelek tên bikaranîn, hatine nivîsandin.

 Faysal Dağlı
BasNûçe

Derbar Rêvebir

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply