GULÎZER Çîrokek gelêrî/folkolorîk

Di kurdî de bi dehan, belkî jî bi sedan navên ku bi gulê dest pê dikin hene. Çend mînak ji wan navên xweş. Gulnaz, Gulşêrîn, Gulbihar, Gulîzar, Gulçîn, Gulasor û hwd. Gulîzer navê kurteromana Yakup Meşe ye. Li ser berga wê ”Romançe” hatiye nivîsîn. Romançe di maneya kurteromanê de ye. Pirtûk di nav weşanên ”J/J” de li Amedê hatiye weşandin. Nivîskarê pirtûkê Yakup Meşe ji gundeke bajarê Agriyê/Araratê ye.

Di berga paşîn a pirtûkê de kurtejiyana/jînegeriya nivîskar hatiye nivîsîn. Dema min xwend, min di dilê xwe de got(rastî divê mirov bibêje min di hişê xwe de got) : ”Jiyana Yakup Meşe tam dikare bibe roman.” Ew jiyaneke pirrengîn jiyaye. Dibe şivan, karker, înşaatan de taşeron, mitehît, ji gundê Agriyê diçe bajarê Manîsayê dibe bazirgan, îflas dike, top davêje, paşê dibe nivîskar, bi navê Ozgurluk/azadî pirtûkek bi tirkî dinivîse û piştê wê pirtûka xwe vêca bi kurdî dinivîse. Gulîzer pirtûka wî a bi kurdî ye. Yakup Meşe î jîr di meşa pêvajoya jiyana xwe de feqîr dibe û dewlemend dibe, dikeve û radibe, lê dawî bi ser dikeve.

De ka em binêrin wî di berhema xwe a edebî Gulîzerê de çi nivîsiye, behsa çi dike, bal dikşîne ser kîjan mijarê? Naveroka wê li ser çi hunandiye û raveyê xwendevanan kiriye?

Romannivîser Arîn Jîn hem redaktoriya pirtûkê kiriye hem jî pêşgotin nivîsiye. Min jî di derbarê romaneke Arîn Zîn de gotareke nirxandinê nivîsîbû û di pirtûka xwe a bi navê ”Pêncî romanên kurdî” de weşandibû. Weşanxaneya ”J/J” ji bo kurteromanê peyva ”romançe” bikar aniye û ji bo pirtûkê pêşgotinek nivîsiye. Nivîskarê pirtûkê Yakup Meşe jî spasnameyeke ji nas û dostên xwe re ku pê re bûne alîkar, spasiya xwe pêşkêş kiriye. Digel spasnameyê wî berhema xwe ji dayika xwe re û ji hemû dayikên Kurdistanê re diyarî kiriye.

Lehenga kurteromanê Gulîzer keçek çawa ye? Karekterê wê çi ye? Ew şexsiyetek/kesayetiyek stuxwar e yan serhildêr e? Çîroka wê, serborî û serpêhatiyên wê çi ne? Bersîvên van hemû pirsan di pirtûkê de hene. Gulîzer çiyayî ye, serhildêr e. Lêbelê ew karxezaleka evîndar e. Bingeha çîroka di kurteromanê de dijberiya başî û xirabiyê. Qencî û neqencî, ronahî û tarîtî ye.

Ne hemû, di hinek romanên yekem ên nivîskaran de rêçên jiyana nivîskar dikevin nav romanê, hinek serborî û serpêhatiyên nivîskar tê de cih digrin. Nivîskar Yakup Meşe demeke şivantî kiriye. Gelo şivanê ku di pirtûkê de ye nivîskar bi xwe ye? Lêbelê ne ew e. Heger ew bi rengekî otobiyografîk dêmenên jiyana xwe têxe nav romaneke yan jî romaneke biyografîk a jiyana xwe binivîse dê naveroka wê romana wî gelek dewlemend be.

Kurteroman bi efsaneya çiyayê Sîpanê û çiyayê Esrukê dest pê dike. Min wek xwendevanekî heta vê pirtûkê nexwend min qet navê çiyayê Esrukê nebihîstibû. Lê min navê çiyayê Sîpanê bihîstibû. Min efsane an jî çîroka çiyayê Esrukê û Sîpanê jî qet nebihîstibû. Nivîskar/vebêj bi çîroka Sîpan û Esruk dest pê dike û çîrokek folklorîk a gelêrî rave dike. Kurê Mîr Elî begê navê wî Sîpan e. Ew diçe nêçîrê û li çiya kurikek yek salî ku bizin şîr dide pê dibîne û tîne malê. Ew kurik xwedî dikin navê wî jî Esruk datînin. Ji bo ku Sîpan wî di çiyayê Esrukê de dîtiye loma vî navî lê datînin.

Sîpan li kurik wek kurê xwe, wek birayê xwe dinêre. Sîpan zewiciye û navê jina wî jî Gulîzer e. Li ser zewaca wan gelek sal derbas bûye, lêbelê ji wan re zarok çênebûye. Piştî 7 salan ji wan re zarok çêdibe, Gulîzer diwelide.

Pirtûka Yakup Meşe a bi nave ”Gulîzer” tam pirtûkek çîrokek gelêrî, folklorîk e. Tê de pêşbaziya hespan û serketina hespê ”Bozê Rewan” heye. Çîroka hespê bi navê ”Bozê Rewan” bi gelek varyantên cuda li bakurê Kurdistanê di nav gel de tê qal kirin. Di hêla qalkirin û ravekirina çîrokên gelêrî de diyare ku birêz Yakup Meşe serketiye. Zimanê wî jî tan zimanekî resen î çîrokbêjiya gelêrî ye.

Elî Beg ji Esruk neraziye, jê hez nake. Ew dibêje;  ”Ev mîna kulekî di mala min de wê rojeke belayeke bîne serê zarokên min.” Di dema berê de di navbera Elî Beg û Emer Beg de li ser zozanan şer derketibû. Wan ji hevûdu mêr kuştibû. Paşê bi pêşniyara navbervanan ku ji axa, şêx û  beglerên derdorê pêk hatibû peymana ku herdu alî jî neçine zozanan, şerê di navbera xwe de dane rawestandin. Lêbelê piştî mirina Elî Begê kurê wî Sîpan diçe li zozanan konê xwe vedike.

Di nav çîroka ku di kurteromanê de hatiye qalkirin de du Dewrêş hene. Ew wek ehlê ol/olperest û baş û qenc têne zanîn, Xwedêgiravî ji wan xerabî nayê. Lêbelê herdu jî casusê/sîxurê Emer Begê ne. Dewrêş li cem êla mala Sîpan çi dibînin, çi dibihîsin diçine hemû tişt ji Emer Begê re dibêjin.

Emer Beg bi herdu Dewrêşan ve planek/ leyistikek pêk tîne, Esruk dixe kemînê, wî bi waedê ku ew ê keça xwe bide wî, ango keça xwe pê re bizewicîne, Esruk dike dijberê Sîpan û fermana kuştina Sîpan dide ku divê Esruk wî bikuje.

Emer Beg û herdu Dewrêş bi daxwazên xapînok Esruk dixapînin, wî pîj dikin ku Sîpan bikuje. Sîpanê ku bi çavên birayê xwe, kurê xwe li Esruk dinêriya. Gotinek heye dibêjin ”Xwedîke bi destê xwe, berde canê xwe.”

Di kurteromanê de fen û fûtên Emer Begê û xiyaneta Esruk wek leyistikên dagirkeran ku kurd bi destê kurd didane kuştinê tê rave kirin. Emer Beg begekî romî ye. Di kilam/stran û çîrokên kurdan ên gelêrî/folklorik de ji tirkan re dibêjin romî, romiyên bêbext. Kurdan ji dema Osmaniyan ta îro ji destê xaînên nav xwe, ji kurdên neyarê qewmê xwe gelek  kişandiye, xirabî dîtiye. Dagirkerên welatê kurdan jî ji nav kurdan ji xwe re xulam, hevkar, sîxur, xaîn dîtine û bi wan bi kurdan xirabî kirine wan li hemberê kurdan wek maşe bikar anîne.

Esrukê xaîn bi bêbextî xençerê li ser dilê Sîpan dixe û laşê wî li erdê dihêle û bi leşkerên Emer Begê re diçe. Lê Sîpan namire, birîndar e, êla wî tên ew birîndar dibînin û dibine nav konên xwe.

Pirtûka Yakup Meşe ”Gulîzer” tam çîrokek gelêrî, folklorîk, zargotinî ye. Min di xwendina wê de tehm û lezeta xwendina çîrokek gelêrî, zargotinî dît. Di pirtûkê de çîroka drama êleke kurd li herêma Serhedê tê qal kirin.

Sîpan namire, birîndar dibe. Apê Sîpan û xortên êlê li pey tolhildana wî digerin, diçine davêjin ser êla Emer Begê. Apê Sînan navê wî Zinar e, ew bi Emer Begê re cenk dike û wî dikuje, tola êla xwe hiltîne. Ew Esruk jî dîl/êsîr digrin, hinek lêdidin û paşê dest û lingên wî girê didin.

Kurd bi rehm in, xwedî wijdan in, bi merhamet in. Xaînên xwe jî dibexşînin, efû dikin, nakujin. Sîpan wesyeta xwe dike, dibêje ; ”Ji bo xatirê min Esruk nekujin, wî azad bikin.”

Çîroka Gulîzer, Sîpan û Esruk çîrokek dema feodalîteyê ye. Di şerên nav êlên eşîran, mîran, begleran de hacetên şer tîr û kevan, şûr û xençer û rim tê bikaranîn. Çîrokên weha gelêrî ên berê di nav kurdan de pir têne qal kirin. A baş ev e ku; bêne berhev kirin û nivîsîn, ku ji wendabûnê xilas bibin.

Birêz yakup Meşe gelek baş kiriye ku çîroka Gulîzerê nivîsiye û bi vê pirtûka xwe pirtûkek kurdî a din li pirtûkxaneya kurdî zêde kiriye. Bi hêviya ku ew hêj gelek pirtûkên din yên weha wêjeyî bi kurdî binivîse.

Ez jê re pêşniyaz dikim ku ew serpêhatî û serboriyên jiyana xwe wek romaneke otobiyografîk yan jî nîv biyografîk nîv xeyalî binivîse. Mirov meraq dike ku kurdekî çawa ji şivantiyê dibe karmend, dibe mitehîd û paşê dibe nivîskarekî kurd, nexwe ew kurdekî gelek jîre ku di jiyana xwe de ewqas tişt pêk aniye û bi serketiye.

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Dil û Dîrok Dişewite

Halê kurdan û kurdistanê xerabmalî ye. Ji lew dil û dîrok dîsa dişewite. Kezeba mirovahiyê …

Leave a Reply