DÎPLOMASÎ

Heta çil salîya xwe, min heq dida Georg Wîlhelm Frîedrîch Hegel. Struktualîtiya jor (îde, fikir, raman, razber hwd.), struktualîtiya jêr (madde, materyal, hereket, şênber hwd.)   belî/tayîn dike.  Yanî diyalektîk îdealîzma Hegel, li ser diyalektîk materyalîzma Karl Marks tayînker bû. Lê çil salî şûnde bi hizrên kûr û dûr, bi fikrên sor û talûke nêrîna min hat guherandin.

Çawa û çima?

Min tim meraq dikir? Gelo ji bo çi netewebûna Kurdan, şiûra milîya ya Kurdan dereng mabû? Vê pirse mîna kurmekî nexuyayî mêjûyê min dixwar. Belkî 10-15 sal bû, êv pirs di mêjûya min de hebû. Tim min ji xwe dipirsî: Gelo sed salan 19-20an de ji bo çi Îngilîzan (Birîtanya)  destek neda me Kurdan? Îngilîzan em Kurd “eşîretên bêşiûr”, “feodalên bênetew” ditîtin.

Ji bo ekonomi-polîtîkekê rast derkeve holê mecbûr in ku em ê herin destpêka çîroka ketina me. Di sedsala 13an de, gava ku Tirkên Oguz ji Orta Asyayê ber bi Anatoluyê koç kirin, sedema herî pêşketî, ditîna cîh û warên avî û xweş bû. Tirk hatin îş û karên xwe rêkûpêk kirin, piştre nexwestin ku dest ji wan cîh û waran (Anatolu) berdin. Li vir struktualîtiya jêr derdikeve ortê. Yanî struktualitîya jor, ji bo struktualitîya jêr amûrek e, araçek e. Tabî, Tirkan piştre şiûra milî û netewebûn geş kirin, pêşda birin ku di dawîya sedsala 13an de jî împaratoriya xwe ava kirin.

Ji bo Farîsan (Acem) jî tu caran maddiyat paşda nema. Dewletên Farîsan tim li ser menfeatên ekonomîk pêşda çûn, hereket kirin. Yanî Farîsan ji mêj de ekonomi polîtîka dinyayê rast ditîn û xwendin.

Me Kurdan çi kir? Tu faktorên ekonomîk tesîr (bandor) li me nekir. Yanî her eşîr di quncikekî de bû, her eşîrê di quncikê xwe de keyfa xwe dikir, her eşîrgerok bi derfetên quncikê xwe razî bû.

Yanî di me Kurdan de tayînkeriya struktualitîya jêr kêm bû, belkî hîç tune bû yan jî bêbandor bû. Ji bo wê jî struktualitîya jor (şiûra milî, fikra netewebûnê, hizra miletbûnê) ji bo me geş nebû.

Di destpêka sedsala 16an şûnde bikaranîna mezhebên kete dewrê. Osmaniyan sunnitî, Farîsan şîîtî bikaranî. Yanî dîsa struktualitîya jêr (erdnîgar, dirav, îktidar, hêz hwd.), struktualitîya jor (dîn, mezheb) tayîn dikir. Kurdên ji aliyê şiûra milî û fikra netewebûnê de dereng mayî (sedem ekonomîk e), geh (di)bûn sunnî, geh (di)bûn şîî. Piştre bi Qesrê Şîrînê ve (1639)  Kurdên sunnîtî pejirandî, ketin bin desthilatdariya Osmaniya; Kurdên şîîtî pejîrandî jî di desthilatdariya Farîsan de man.

Tekrîben 200 salî ji Qesrê Şîrînê şûnde Kurdan dest bi serhildanên milî kirin. Bi destpêka sedsala 19an ve êşîratan dest bi îsyanan kirin. Ewil li deverê Silêmaniyê Babanzade Abdurrahman Paşa, Babanzade Ahmed Paşa, piştre li deverê Dêrsîmê û Hekariyê, Hewler û Amedê Kurdan dest bi îsyanan kirin ku îsyana Bedîrxan Beg (1843-47), îsyana Şêx Ubeydullah (1880, Hekarî, Şemzîna) gelek muhîm bûn. Heta îsyana Şêx Seîd jî (1925; Palû,

Mûş, Amed),  destê Îngilîzan li ser wan îsyanan hebû. Yanî Îngilîzan tim gorê menfeatên xwe dahilî îsyanan dibûn. Tu caran Îngilîzan alikarîya Kurdan nekirin.  Çimkî Îngilîzan dizani ku Kurd netewekî paşdamayî ne, Kurd nikarin menfeatên wan biparêzin. Dîsa rastîya struktualitîya jêr, rastîya diyalektîk materyalîzmê, rastîya ekonomîk polîtîkê derdikeve pêşberî me.

Yanî ji bo Îngilîzan tiştê muhîm menfeatên wan in. Kî û çawa, menfeatên wan diparêze, ne muhîm e. Di siyaseta navnetewî de navê wî karî jî dîplomasî ye.

Pirs: Diplomasî têgehekê aîdê struktualitîya jor e an aîdê struktualitîya jêr e?

Dîplomasî mehsulekî (berhemekî) maddî ye.

Dîplomasî li ser sê pîya ava dibe: Dîyalektîk materyalizm, oportîzm, pragmatizm.

 

Faik Öcal

 

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply