Gur ketê nav pezê me, xwarin kar û berxên me
Diz kete nav xana me, talan dike mala me
Fesat ketin nava me, bi hevxistin kûlfetê me
Dijmin kete qada me, perçekir welatê me
Ker kirine hîsê me, teng kirine dinya me
Dane ser me navê xwe, bo em bimînîn kole
Dixwin hemû keda me, aha eve halê me
Daxwaziya me, em bibin dewlet
Dibêjin hûn nebûn milet li dinyayê milet neman
Bê azadî û bê dewlet ji bilî me Kurdan
Dibejin dîroka we nîne Farisî ne Erebî ne.
Yan Tirkî ne û li hevketîne bin geha we qet çî nîne
Dibêjin rêziman nîne Zazakî ne Kurmancî ne
Soranî ne Loranî ne yan Gorî ne ka Kurd kî ne?
Ne li ser yek mezheb û dîne
Îslamî ne Xrîstiyanî ne
Zerdûştî ne Yahûdî ne Alawî ne û Sunî ne.
Gelê mino, dilê mino, bi felsefe
Derewên neyar xwe nexapîne
Ew kesên xwîna mîrovan birjîne
Dîn û îmanê xwe çî nîne
Çî gav gelê kurd berbî rojên azadîye
Diçe birakujî dest pê dike
Gelê kurd dîsa jar û perişan
Bindest dibe, xerabûn kesekî xelas nake
Aha evin kom û berên me ha eve gelê kurd.
Zebarî û Mizurîne, Dostkî, Sîndî û Berwarî ne
Hewramî û Babaî ne, got û Berkî û Berzencî ne
Hekarî û Erdelanî ne, gor û sor û Zengenî ne
Şikakî û Begzadî ne, Remî, Elkî û Zîlanî ne
Pencînarî û Sîlîvî ne, Bertî, Jirkî û Reşkotî ne
Omerî û Canbegî ne, Mîlî, Şexî û Qeregeçî ne
Sînemîlî û Berazî ne, Mutkî, Hesenî û Heydarî ne
Kawi, Hackî û lolo ne, heryek dijminê yekî ne
Ya star ya hawar
Bê lome be
Neyê serê çi kesî
Gelê kurd! Her şêxekî ereba, her eşîrek Efrika
Her pêreka Tirkan xwe qebûl dikin milet dibin dewlet
Lê ji bo çi çil milyon kurd nîne maf û edalet
De hêrs bikin nesekinin bixebitin û bixwînin
Tovê jînê biçînin emê mafê xwe bistînin
Ger hûn bikin xîret ji ser xwe rakin zor û illet
Em milet in bibin dewlet
Şivan Perwer- Ji kasête Ya Star