Kurdistan ji hela dewletên mêtinger ve ji sed salê zêdetir e hatiye perçekirin û Kurd di bin deste van dewletan de di şert û mercên xirab de dijîn. Çawa ku dewleteke Tirkan heye, Tirkan ji bo ziman û çanda xwe bi hezaran sazi ava kirine, bi sedan zaningehên wan hene, zimanê wan zimanê fermî ye û bi her hêlê ve azad in. Ji ber ku dewleteke Kurdan tune ye, Kurd bi nasnameya xwe nayêne qebûlkirin, nikarin xwe idare bikin, dibistan û zaningehên xwe vekin, bi zimanê xwe perwerde bibin. Ji ber vê yekê ji saziyên Kurdan yên fermî tune ne ku bi awayekî rêkupêk li ser ziman û çanda Kurdi xebatan bimeşînin. Bi taybetî ji saziyên ku keresteyen folklorê berhev bikin, bisenifînin, analîz bikin, tomar bikin tune ne. Keresteyên folklorîk ku neynika civakê ne ji ber van bederfetiyan roj bi roj winda dibin. Di vê hengamê de ji bo zindî biminin û bêne parastin hewce ye ev keresteyên folklorik bêne berhevkirin, tomarkirin, senifandin û nirxandin.
Dinya bûye gundekî kureyi û bi pêşveçûna teknolojiyê urf û toreyên berê hêdî hêdi ji holê radibin û winda dibin. Nifşên nû ji folklora bab ü bapîrên xwe haydar nin in. Tenê kal û pîrên ku li gundan jiyane van keresteyên folklorik dizanin û jiyana xwe ya civakî li gori urf û toreya xwe dijin. Bi mirina wan re ger ev kereste, urf û edet ji wan neyêne berhevkirin û tomarkirin ev melzeme ji dimirin.
Folkora miletekî rasterast nasnameya wi mileti ye. Ziman bi keresteyên folklorê zindî dimine, xwe ji zimanên serdestan diparêze. Windabûna keresteyên folklorîk di heman deme de windabûn û mirina zimanî ye ji. Ji ber vê yekê ji bo Zimanê Kurdî pêşve here, xwe biparêze, geş bibe, divê keresteyên folklorîk bi awayekî zanisti bên berhevkirin û nivîsin. Ji ber ku folklar eyneya ruhê miletî ye em ji hela van keresteyên xwe ango nasnameya xwe, jiyana xwe, urf û toreyê xwe, civaka xwe, bi taybetî jî zimanê xwe nas bikin, ji windabûnê xelas bikin.
Li gorî dewlemendiya folklora Kurdan em dikarin bibêjin ku heta niha ji ber şert û mercên civakî û siyasî li ser folklora Kurdi, nemaze li ser monografiyên gund û bajaran bi têra xwe xebat nehatine kirin. Ne ku qet xebat nehatine kirin. Ji dema dawiya dewleta Osmaniyan vir de bav û kalên me li gor imkan û derfetan li ser ziman û çanda Kurdî gelekî xebitîne; kovar, rojname û pirtûk weşandine. Lê mixabin ev xebat ne xebatên akademîk in û nikarin bi hêla zanistî ve bi xebatên miletën din ên pêşketî re bikevin pêşbaziyê.
Armanca vê xebatê ew e ku nexşerêyeke birêkûpêk ji bo xwendekarên Kurd pêşkêş bike da ku keresteyen folklora Kurdan bi rê û rêbazên zanistî bêne berhevkirin, senifandin, vekolin ü nirxandin da ku ji mirinê bifilitin.
Weki ku Bediuzzeman Seîdê Kurdi gotiye: “Qimeta mirovan bi qasi xebat û hîmmeta mirovan e. Ew kesê ku xebat û himmeta wi, milletê wî ye; ew kes bi tena serê xwe miletek e. Ew kesê ku xebat û hîmmeta wi; nefsa wi ye, ew kes ne însan e, heywan e.”
Ez ji gazi xwendekarên Kurd dikim. Werin em guh bidin Seîdê Kurdî bi destûra Xwedê li ser xîmên bav û kalên me yên xwedî xîret ava bikin û rêça wan de bimeşin. Li ser xîmê ku wana daniye xaniyê edebiyat û çanda xwe, nasnameya xwe ava bikin. Gund bi gund, bajar bi bajar, şev û roj bigerin, bixebitin, guhdar bikin, binivîsin û bi hêz û eşqa mîllî hem ji mirinê xilas bikin hem ji heya heyayê zindî bihêlin da ku neviyên me jî bi xebatên me serbilind bibin. Dilê zimanê me yê şikesti şad bikin û rûmeta me ya neteweyî serbilind bikin. Dem dema xebat û desthevgirtinê ye. Em jî dizanin ev karekî ne hêsan e, lê belê; hewce ye zivistan sar be ku mirov nirxa biharê bizanibe.
Ji kovara Folklora Kurdan – Mehmet Yildirimçakar
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…