Gelo li gorê zanistê gumana nebûna Xwedê heye?

Tezên Atêistan: Ji bo bawermend bersiv bidin du pirsên Atêîstan yên sereke, girîng û krîtîk hene.

 

Pirsa Yekem: “Gerdûn bêpêşî û bê destpêk bû, her hebû û dê her hebe. Gerdûn jî, bêdawî û bêsînor e. Di nav van bêdawiyan de hemû gumaniyên(îhtimal) tesadufî -a çiqas mezin û zahmet jî bin- mimkun in. Destpêka jiyanê, çêbûna jîndarên kompleks û her tişt bi tesadufî çêbûna wan mîmkun e.  Ji loma hebûna Afrandêr (Xwedan) ne pewist e. Gelo delîlên ku gumaniya nebûna Xwedê jî holê rake bi Deîstan/Bawermandan re hene?..”

Pirsa Duyem: Deist dibêjin: ‘Di xurdegehekî de bahozek çêbibe û bi tesadufî çêbûna balafira Boeing 747ê, werê îddîakirin çawa durî aqil e û ne mîmkun e; bi tesadufî çêbûna jîndarên kompleks jî bêhtir durî aqil e’. Em ateîst jî vê mantiqê diparêzin. Em jî qebul dikin ku parastina fikrê ku bi tesadufî çêbûna van jîndarên kompleks û ev huner û nizama di Gerdûnê de, pir zahmet e, durî êqil e gumaniyeke kêm e. Lê belê li gorî vê mantiqê parastina Xwedayekî ku ji her tiştî û ji herkesî komplekstir be û yê nûwaze be; hebûna wî ku ji xwe hebe an jî bi tesadufî hebe gumaniyeke hê kêmtir e, bêhtir ji aqil dur e û bêhtir ne mîmkun e. Ji bo ku Xweda yê nûwaze ye hebûna Wî ya bi tesadufî ne mîmkun e; naxwe divê Kesekî ku beriya Xwedê heyî divê Xwedê afirandibe! Heke Xwedê hatibe afirandin naxwe Xwedê ne Xweda ye! Gelo bawermend vê nakokiya zêde mezin û kûr çawa diparêzin?…”                

Ji bo bersiva van her du pirsên krîtîk em dê du bersivên zanistî bidin.

Bersiva Yekem: Tu tişt tinebû, dem nebû, gerdûn nebû, bûjen û vejen nebû, ronahî û reşî nebû, giranî, qad, qewar, kûrahî û bilindahî nebû, xaleke piçûk û valahiyek jî tinebû…Di vê tinebûnê de beriya niha bi 13.7 mîlyar salan, leqînîk, hêjînîk û pêleke zêde piçûk xwiyakir, ev xaleke nêzîkî tinebûnê a piçûk bû…Û ji vê xalê devgirka beroşa kozmîk(xala kozmîk) vebû…Navê vê destpêka mucîzeyî! Teqîna Mezin(Big Bang) e. Mucîzeya afirandina/peydebûna her tiştî û her zindiyî ji vê Teqîna Mezin destpêkir…

 Zanyar bi van sê delîlên ku herî girîng in, Ramana Teqîna Mezin îsbatkirina:

1.Firehbûn,

2.Radyasyon,

3.Hîdrojen û helyum… Di vê nivîsê de ji bo armanca me şîrovekirina encamên Teqîna Mezin e, em teferûatên îspatkirina vê ramanê bi hêviya meraqdarên lêkolîner ve dihêlin…

 Bersivên pirsa duyem û pirsa yekem di êncamên ramana Teqîna Mezin de veşartîne. Gelo Teqîna Mezin ji bo nêrînên îdeolojîk û olî çi îfade dike? Encamên vê Teqîna Mezin çi ne?…

EncamaYekem: Berê, hemû mirovan(yên ne oldar!) hizir dikirin ku gerdûn bêpêşî û bê destpêk bû, her hebû û dê her hebe. Ji lo ma hebûna Afrandêr(Xwedan) ne pewist bû. Lê piştî hemû zanyar mecbur man ku Ramana Teqîna Mezin biparêzin; fam kirin ku gerdûn ji tinebûnê derketiye holê yanî destpêkeke Gerdûnê heye. Lê di fizîkê de qanunek heye: ji hebûnê tinebûn, ji tinebûnê jî hebûn çênabê! . Li gor vê qanunê ne mimkune ku hebûna Gerdunê ji tinebûnê çêbûbê. Li gorî gerdûn ji Bîg Bangê, ji tinebûnê çêbûye; naxwe divê ev ne tinebûneke mutlaq be, divê ev hebûna gerdûnê an ji tiştekî an jî ji kesekî çêbûbê. Li gorî ev Gerdûn nûwaze ye û di her tiştî de huner heye; naxwe divê beriya Gerdûnê ne tişteke bêaqil hebê, divê kesekî ku bi aqil hebê ku ew kes Hunermendekî mezin, xwedî hiş û nuwaze be. Navê vî Hunermendî di gelek çandên cîhanê de cûda derbas dibe(Allah, Xwedan, God, Yahova, Ahuramazda, …). Lê belê qesta van navên cuda hemûyan yek Hunermend e. Piştî van encaman mirovahiyê fam kir ku ramanên pirtûkên pîroz rast in. Ji nav gelek ayetan de em dixwazin sê ayet tenê par ve bikin:

Ew(Allah) Afrandêrê Erd û Asîmanan e….”   Qur’âna Pîroz -2:117

Di destpêka demê de Yahova(Xwedê Te’ala) Erd û Asîman afirandin.” Tevrat- Tekvîn 1:1

Hemû tişt bi Wî(Xwedê) re/bi saya Wî çêbû. Tu tişt bê Wî çênebû…” Mizgîniya Îsa Mesîh- Yuhanna 1:3

 

Encama Duyem: Di gelek olên putperestan de baweriya wan bi pir Xwedayan hebû/heye; Xwedayê Rojê, Xwedayê Heyvê, Xwedayê Bahozê, Xwedayê Deryayê û hwd. Lê belê bi saya Ramana Bîg Bangê em fam dikin ku roj, heyv, stêrk, derya û her tiştê di gerdûnê de ji yek xalî çêbûye. Naxwe kî ev xal afirand be, ew tenê Afrandêrê her tiştî ye. Naxwe di Gerdûnê de Xwedayekî tenê heye, yanê Xweda yek e.

Encama siyem: Xwedê ji hemû tiştên ku hatine afirandin dûr e, munezzeh e. Madem Xwedê Te’ala bûjen(madde),vejen(enerjî), dem û her tişt afirandiya, naxwe Ew  ji van tişta munezzeh e, na tijbihê tu tiştî. Ew  hakimî her tiştî ye, ne mehkumê mekanan û demê ye, ne mecbûr e bi demê ve jî  girêdayî be. Ji ber ku dem jî bi hebûna bujenê(madde) ve girêdayî ve ye naxwe beriya Teqîna Mezin ku madde nebû, dem jî nebû. Li gorî beriya ku dem nebû jî Xwedê hebû naxwe divê em Xwedê ji derveyî dîmena(boyut) demê bifikirin.

 

Encama çarem: Gerdûn pir mezin e û nuwaze ye. Ev gerdûna tê zanîn û temaşekirin ji maddê û enerjiyê %5 tenê ye. Ji %95 “enerjiya tarî û maddêya tarî” ye. Ji bo vê yekê em dikarin bêjin heta Qiyameta kozmîk jî, mirovahî esrarên di gerdûnê de xilas nake û dê tim û daîm bi coş û kelecanî ev esrar yê werîn meraqkirin û lekolînkirin. Yanî em dikarin bêjin  Xwedê Te’ala hunermendekî ewqas mezin û bilinda ku hunerên Wî a bê sînor in.

 

Encama pêncem: Li gorî Ramana Îzafî dem li her derî ne wekî hev derbas dibe. Dem bi xwekeşiya maddeyê û hareketa/lezgîniya maddeyê ve girêdayî ye. Yanî dem li gorî van her du guhêrbaran li her derî cûda diherikê. Li gorî Ramana Îzafî; tiştek an jî kesek kû ji tîrêjan lezgîntir be, ev tişt an jî ev kes dikarê di demê de herê paşerojê jî û dikarê herê pêşerojê jî. Ev lezgîniya ji tîrêjan zêdetir ji Xwedayekî bêsînor re ne pirsgirêk e. Ji lo ma Xwedê Te’ala dikarê di gavakê de hemû paşerojê(ezeliyet) û hemû pêşerojê(ebediyet) bibînê. Yanî Xwedê bi qedera her tiştî û her kesî zanê.

 

Bersiva Duyem: Heke ku di nêrîna bawermendan de Xwedayekî di nava Gerdûnê de be û bi qanunên Gerdûnê ve yê girêdayî be yanî mahkûmê determinizmê be; naxwe Atêîst di îddîayên xwe de a mafdar in. Le belê wekî li jorê di bersiva yekem de hatiya îspatkirin ku beriya ku bûjen(madde), vejen(enerjî)  û dem nebû jî Xwedê hebû naxwe divê em Xwedê ji derveyî dîmenên(boyut) di Gerdûnê de bibînin. Yanî Xwedê ji her tişt û ji her qanûnên di Gerdûnê munezzeh e. Piştî em gihiştin vê asta fikir, êdî gumaniya(îhtîmal) hebûna Xwedê em dikarin bênin ziman. Lê piştî vê astê Ateîst dikarin bi tarzê Agnostîkan bêjin hebûna Xwedê jî nêbûna Wî jî ne qat’î ye. Bi tesadufan jî destpêka jiyanê mîmkun e…

Di vê mînaka li jêrê de zanista matêmatîkê me mecbûrî baweriya Xwedê dikê…

“ Laşê hemû jîndaran bi şaneyan (hucre) çêbuye. Ji hemû şaneyan re jî proteîn pêwist in. Proteîn jî ji zincîrên amînoasîtan (Hîstîdîn, Lîzîn, Arjînîn,…) çêdibin. Gelo ji bo proteînek çê bibe, bi tesadufî rêza amînoasîtan di zîncîrê de mîmkun e ku çê bibe? Em dê li ser proteînekî vê bersivê bidin. Di nav xwîna me de Proteîna Hemoglobînê heye. Ji bo Proteîna Hemoglobînê  çê bibe divê 574 amînoasît di rêzeke rast de di zîncîrê de cih bigrin. Heke ji van 574 rêzan yeke tenê jî xelet be Hemoglobîn çê nabe. Di laşên mirovan de 20 cureyên amînoasîtan hene. Faraza bila rêza 574 heb amînoasîtan di zîncîrê de wisa be:

HALGTVLMPSA

Gumaniya ku di rêza yekem de ji nav 20 cureyan de Hîstîdîn werê =1/20 e.

Gumaniya ku di rêza duyem de jî ji nav 20 cureyan de Arjînîn werê =1/20×1/20 e.

Gumaniya ku di rêza sêyem de jî ji nav 20 cureyan de Lîzîn werê =1/20×1/20×1/20 e.

Gumaniya ku di rêza dawî(574.) de jî ji nav 20 cureyan Arjînîn werê =1/20×1/20×1/20x…x1/20=  e.

Yên ku ji matêmatîkê fam dikin, dê hêsanî fam bikin ku wateya vê gumaniyê() bê îmkanî ye. Çima gelo? Ji bo ku di Gerdunê de hejmara herî mezin  e; gumaniyên ji sînorê  ê derbas bibin ew gumaniyên ne mîmkuniyê ne. Ez dixwazim tespît kirina hejmara  ê şîrove bikim. Di Gerdûnê de texmînî   heb atom û parçekên atoman hene. Bîg Bang 13.7 mîlyar sal berê çêbûye. 13.7 mîlyar sal nêzîkî   saniye dike. Heke ku parçayên atoman(proton, elektron,…) hemû amînoasît bane û ji Bîg Bangê ve her saniye ceribandinek hatibane kirin; heya niha herî zêdex =  heb ceribandin ê çêbûbane. Hejmara  ne mîmkunî be, hejmara  qet, qet, qet,…qet, bêhtir ne mîmkunî ye. Ji lo ma, rêza zîncîra Proteîna Hemoglobînê bi tesadufî qetiyên ne mîmkun e. Êdî tişta balkêş ev e ku di laşên me de her saniye bi mîlyaran Proteînên Hemoglobînê çêdibin! Belê, we xelet ne bihîst her saniye û bi mîlyaran!!!…

 

Naxwe, ji bo destpêka jiyanê ji %100 deriyê tesadufan î girtiya û baweriya Hunermendekî/ Afrandêr(Xwedan) ji %100 pêwist e û mecburî ye.

 

                                                                                                                                         Şerîf ÇELEBÎ

Lêkolîner

Çavkanî: komanubihar.org

 

(Ev nîşeyên semînerê ye, di 06.03.2016an dedi Komeleya Nûbiharê de hatiye dayîn)

ÇAVKANÎ

Boselî Bedel, ÇÊBUNA GERDÛNÊ Û PEYDEBÛNA JIYANÊ, Raman, Topkapı-İstanbul, Kewçêr 2013, Çapa yekemîn

Dawkıns Rıchard, The God Delusion/Tanrı Yanılgısı, Kuzey Yayınları, İstanbul, 2007

Didin Hâce Ahmet., The Holy Qur’an And Word Of Word Translatıon, Arabıc-Turkısh-Englısh, Rayiha Publıcatıon, Turkey-Ankara 28 August 2007

KURAN HİÇ TÜKENMEYEN MUCİZE, İstanbul Yayınevi, 2002, 3.Baskı

KUTSAL KİTAP(Tevrat, Zebur, İncil), Yeni Yaşam Yayınları, Seoul/Republic of KOREA, Kasım 2011

İNCİL, Yeni Yaşam Yayınları, İstanbul Ekim 2010, 9. Bsk

 

Derbar ziman

Check Also

Bêtifaqî û nebûna yekîtî û hevgirtina kurdan di helbestan de

Li dinyayê her netewe û miletek bi çend taybetmendî û sîfetan tê naskirin. Li Rojhilata …

Leave a Reply