Hîna dengê wî zindî ye

48 sal bi ser wefata hunermendê kurd ê navdar Hesen Zîrek re derbas bû. Hesen Zîrek di serdemek gelek zehmet de, bi hunera xwe têkoşînek mezin daye, êş û zehmetiya gelê kurd bi stranan vegotiye. Ji bo wê çendê ye ku piştî 48 salan hîna jî di dilê gelê kurd de zindî ye û ji bo gelek hunermendan jî bûye çavkaniya hunerê.

48’emîn salvegera wefata hunermendê kurd ê navdar Hesen Zîrek e ku ji ber nexweşiya penceşêrê, bi tena serê xwe li ser textê nexweşxaneyek xatir ji jiyanê xwestibû. Zîrek di 26’ê hezîrana 1972’yan de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Hesen Zîrek li ser wesiyeta wî li rojhilatê Kurdistan li bajarê Bokan yê parêzgeha Urmiye dispêrin axê.

Hesen Zîrek ê 51 salan jiya, gelek stran  çêkirin û li ser radyoyên Iraq û Îranê tomar kirin. Zîrek, yekem strana xwe di sala 1953’yan de li ser radyoya Bexdayê tomar dike û êdî dengê wî sînoran derbas dike. Li Bexdayê nêzî 70 stranên kurdî tomar dike. Li her derê stranên wî tên belavkirin û guhdarîkirin. Piştî sala 1958’an Hesen Zîrek careke din vedigere Îranê, diçe Tehranê di radyoya Tehranê beşa kurdî stranan dibêje. Li ser radyoya Tehranê 39 stran tomar dike. Piştre di sala 1962’yan de peywendî li gel radyoya Kirmaşanê datîne û li radyoya Kirmaşanê 83 stran tomar dike. Zîrek berhemên xwe yên herî baş di wan du salan de, bi rêya orkestraya Kirmaşanê, bi alîkariya mamosta Mucteba Mîrzade tomar dike.

Stranbêjê gel

Hesen Zîrek li gelek gund, navçe û bajarên Kurdistanê digere; êş û zehmetiyên gelê kurd bi çavê xwe dibîne. Ev êş û xwezaya Kurdistanê her wiha rojên neteweyî yên kurdan bi gotina stranan tîne ziman. Zîrek reseniya kurdî parastiye û ji herkesê re stran  gotine. Ji bo wê ye, tevahiya gelê kurd ji dengê Hesen Zîrek hez dike û lê guhdarî dikin.

Hezar û 500 berhem

Hesen Zîrek di tevahiya temenê xwe de, hezar û 500 stran  tomar kirine. Her wiha gelek helbestên helbestvanên wekî; Nalî, Wefayî, Seyîd Kamil, Îmamî, Kurdî, Pîremêrd, Hêmin, Tahir Beg Caf vehunandine û xistine stran.

Sirûda bi navê ‘Newroz’ê ku li çar parçeyên Kurdistanê tê naskirin, yek ji berhemên wî yên herî bi nav û deng e ku helbesta Pîremêrd e, Hesen Zîrek kiriye stran.

SILÊMANÎ

Çavkanî: Rojnews

Derbar Çand Name

Check Also

‘Kürt Teavün ve Terakki Gazetesi, Bo Xebaten Kurdewar Wek Jêderkekê ye’

Serê sedsala 20an di nav sînorên osmaniyan û de liv û tevgerên girîng diqewime. Nexasim …

Leave a Reply