Wêne: Abdullah Keskin / Avesta

Dotmîra Botanê Axivî: Mîr bo Hawarê gelek asteng dîtin

“Mîr Celadet ji bo Hawarê gelek asteng dîtin” – Sînemxan Bedir-Xan

Celadet Alî Bedir-Xanî 1932yê Hawar çap kiribû, ew roj wek Roja Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Keça Celadet Alî Bedir-Xanî li ser vê roja taybet axivî.

Celadet Alî Bedir-Xan 15ê Gulana 1932yê Hawar çap kiribû, ew roj wek Roja Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.

Keça Celadet Alî Bedir-Xan li ser vê roja taybet axivî.

Sînemxanê diyar kir:

“Ji bo me kurdan gelek giring e ku bi Hawar û Ronahîyê kurdî hat nûkirin. Xwendin û nivîsîn bi alfabeya latînî hêsanîtir e.

“Ji bo Hawar û Ronahî derbikeve Mîr Celadet û Kamiran gelek astengî dîtin û bi vî awayî xebatên xwe temam kirin.

“Di zarokatiya xwe de pirtir keyfa min ji Ronahîyê re dihatê. Ji ber ku wêne di Ronahîyê de hebûn.

“Ji bo zarokan baş e ku wî demî berhemeka biwêne hebû.

“Me li Şamê, li mekteban bi zimanên fransî, erebî û ingilîzî ders distandin. Civata zarokan erebî bû. Ji bo em bi çand û zimanê xwe mezin bibin dersdarekî me jî hebû.

“Ehmedê Fermanê Kîkî dihat mala me. Ji me re çîrokên kurdî digotin.

“Helbet tiştekê dî jî hebû, em mecbûr bûn şeirên Cegerxwîn ji ber bikin.”

Di jimara sêyem a Ronahîyê de Celadet Alî Bedir-Xanî serhatîyeka xwe ya digel Sînemxanê nivîsîye. Nivîsa di Ronahîyê de ev e:

SlNEMXAN Û RESMÊN RONAHIYÊ

Hejmara Ronahiyê a didowan biderketî bû. Min jê çend nivîşt anî bûn mal. Çavê Sinemxanê pê ket û ji min pirsî:

Bavo ev Hawar e an Ronahî ye ?

Min got: Keça min ev Ronahî ye, Hawara nû heta çend rojan wê derkeve. Ji kerema xwe ka yekê bide min. Min niviştek da-ê.Sinemxanê Ronahiya xwe kire ber xwe û bi dîqet li resimên wê temaşa kir. Piştî ko temaşa xwe qedand serê xwe hilda û gote min :

Bavo ! ev Ronahî ne qenc e, a din jê çêtir bû.

Min got : keça min, ji bervajî ve ev Rornahî ji a din qenctir e; resimên wê bêtir in û bi tevayi ji a nivişta pêşin lihev hatîtir e.

Sînemxanê li min vegerand û got : No bavo, ev Ronahî ne spehî ye. Resimên tê de hemî resimên apê ingiliz û ‘eskerên apê Lêzgo ne yanî firensiz. Tu resimên kurdmancan tê de nînin. Di a din de resimên kurdmancan hebûn; kurdmanc direqisîn. Sinemxan hinek sekinî. Qey dida eqilê xwe û xuya dikir ko qîma xwe bi vê Ronahiyê nedianî û hêj dilê xwe li min rahet nekiri bû. Carekê din serê xwe hilda û gote min : Bavo, ji boyî Hawarê gava em ji te dipirsin tu dibêjî : ev Hawara kurdmancan e, ma Ronahî jî ne Ronahiya kurdmancan e ? Ez kenîm û min lê vegerand û got: Belê Sinemxan xebera te ye. Lê tu dizanî ko dinya şer e û her tişt giran bûye, em nikarin ji nû ve klîşan bidin çêkirin. Bi klîşeyên hazir û berdest em bes dikin. Kanî resimên kurdmancan, ji xwe resimên kurdmancan li nik me nînin.

2

Sînemxanê nemerdî ne kir hema rabû çû; resimekê xwe digel Çenişîd anî û da destê min û got: Ev eve ji te re resimekî kurdmancan, ma ez û Cemşid em ne kurdmane in?

Cemşîdê ko heta hingê têkilî şitexaliya me ne dibû gava navê xwe biliist bêî ko bizane em qala çi dikin berê xwe da min û gol : Belê bavo ez jî kurdmanc im; ez torinê mala Azîzan im.

Zarowan zora, min birî bû. Min nizanî bû ez ji wan re çi bibêjim. Heq di destê wan de bû lê min ne dikarî bû ez daxwaza wan bînim cih. Min resimê wan kire kûrika xwe û berê xwe da çapxanê.

(MB / Bianet Kurdî – 15.05.2019)
Wêneyê Manşetê: Abdullah Keskin / Avesta

Derbar Rêvebir

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply