Ez û Morîstan (Mîro)

بسم الله الرحمن الرحيم

Hevalên hêja, zarokên delal û xortên egîd! Ka werin îro bibin mêvanê çîroka min û morîstang. Ez dest pê dikim, baş guhdarî bikin qena hûn di paşerojê de li çokên xwe nexin.

Ez ji teht û çiyayan zehf hez dikim. Behna min li ser çiyayan derdikeve. Lewra çiya cihê azadiya laş û ruh e. Wextê ez bi tena serê xwe diçim ser çiyayên bilind dikevim ramanan. Berê yad dikim. Kêfxweşî û keserên berên tên bîra min. Tobe û îstixfar dikim. Ayetên ku tên bîra min bi dengekî bilind dixwînim. Li ser heqîqetên Quranê bi mejiyekê zelal disekinim. Paşeroja xwe difikirim û hizr dikim. Bi fikrekî berfireh li derdora xwe û li alemê mêze dikim.

Ji ber van yekan kengê firset bibînim diçim ser çiyayan. Pêşiya çendiyek karên min qediyabûn. Min ji xwe re got: “Firset ev firset e. Bêhna min jî teng bûye. Dîsa ku ez herim ser çiya dê bêhna min derkeve.”

Min limêja esrê kir. Celcelûtiya Îmam Elî (r) hilanî û ketim rê. Celcelûtî, kitêba duayan e. Bi nezm hatiye nivîsandin. Tê de zehf peyvên Suryanî û Îbranî jî hene. Îmamê Elî ( r), di vê qesîde de bi Esmayên Husna, bi huruf û ayetên Quranê dua dike. Xwe davêje bextê Xwedê û zarezar dike. Gelek duayên xweş û selawatên bi keyfîyet tê de hene. Dema dixwînim dilê min aram dibe. Bi taybetî li çolê û li ser çiyayan xwendina Celcelûtî wek hingiv ji dilê min re dibe derman.

Dema gihiştim ser çiya min bi berfirehî li derdora xwe, li gundan û li bajar mêze kir. Fikir û ramanên gelek cuda di mejî û di dilê min de wek birûsk çûn û hatin. Min ji xwe re got: “Mirov çi qas biçuk e lê daxwaz û armancên wî çi qas zêde ne! Mejiyê mirov wek xerdal biçûk e lê bi dehan pirtûkxane tê de cih digirin. Dil jî bêhed û bêjimar hezkirin û xezeb di hundirê xwe de dihewîne. Mirov ji dilopek av hatiye xulqandin lê bi milyonan fîgarên wî hene. Hestên mirov jî gelek cûda ne. Mirov tenê li hestên xwe yên ku di rû de tên xuyan binihêre dê fêm bike ka ew çi afireyekî xweşik e û mu’cîzeyeke mezin e. Ji ber vê yekê ye Îmam Elî (r) gotiye: “Tu xwe cirmeke biçûk dibîne lê bizanibe tu hemû gerdûnê di nav xwe de dihewînî.”

Piştî van ramanan min ji xwe re got: “Bes e ku tu ewqas li alemê dinêrî û difikirî. Ka hinek Qurana Pîroz bixwîne û piştî jî duayên xwe ji Celcelûtiyê bike. Dema min dest bi xwendinê kir morîstangên li ber piyên min bala min kişandin. Min dêna xwe da wan di bin erdê de xanî ji xwe re çêkirine. Tev bi hev re bêsekn dixebitin. Ji bo zivistanê qut amade dikin, tînin mala xwe û bi cih dikin. Rizqên peyda kirine ku zêdeyê qeweta wan be pênc şeş heb hêza xwe dixin yek û bi hev re dibin mala xwe û datînin ser hev.

Min ji wan re got: “Merheba ji we re, qewet û bereket be. Rewş û tevgera we gelek bala min kişandin. Dixwazim ji we hinek pirsan bikim. Ger hûn bersiva min bidin ezê gelek kêfxweş bibim. Ji kerema xwe min neşkênin. Ez dixwazim ji we sûd bigrim. Lewra di ajalan de ji bo mirovan mînakên xweşik hene.”

Mezin û wekîlê morîstangan serê xwe hilda û bi zimanê xwe yê hal got: “Serê pêşî ez vê yekê li ser navê gelê xwe ji te re bibêjim; em jî qewmek in. Mafê me yê jiyanê jî heye. Hûn mirov qet hay ji me namînin. Wek garanan di ser me de derbas dibin û me di pin pîyên xwe de dipelxînin. Hûn di heqê me û ajalên din de geleg nezan û zalim in. Carinan jî hûn di xaniyên xwe de şîranî dirêjin û paqij nakin. Xwedê jî me ji bo paqijiyê dişîne. Hûn tên jehr davêjin erdê û me dikujin. Madem wusa ye malên xwe paqij bigirin qena em jî nekevin xaniyên we. Jixwe paqijî ji îmanê ye. Xwedê ji yên paqij hez dike. Hûn me bê qîymet û bê erk hisab dikin. Lê bizanibin Rebbê alemê çi çêkiribe tê de bê hed û bê hesab armanc û hîkmet hene. Qey tu nizanî Xwedê di kelama xwe de behsa me jî kiriye!

Silêman Pêxember bi zimanê me dizanibû. Rojekî dema gihişt newala morîstangan yek ji me wusa gazî kiribû: “Gelî morîstangan! Bikevin meskenên xwe qena Sîlêman Pêxember û leşkerên wî bihemdî we nepelxînin.” Silêman Pêxember dengê morîstangê seh û fêm kir. Ji ber vê yekê Pêxemberê Xwedê bişirî û hemd ji Xwedê re kir. Piştî van agahiyan bi şertekî ezê bersivê pirsên te bidim. Şertê min jî ew e ku tu ji vêga pêve baldar bî. Pêl me nekî û di heqê me hişyarî bidî mirovan.

Min got: Baş e, ser çavan. Pirsa min a ewil ev e: “Zivistanê çend lib xwarin besî we ye. Gelo hûn çima ewqas zêde xwarin kom dikin?”

Serokê morîstangan li ser navê qewmê xwe got: “Bira! Em qewmekî xebatkar û bi tedbîr in. Ji candaran re tenê bi qasî xebatên wan encam heye. Pêşgiriyeka sibehî jî nîvê jiyanê ye. Sibê dê çi bibe û ê çi were serê me em nizanin. Jixwe ji Xwedê pêve kes bi xeybê nizane. Dibe ku çend sal ser hev xela rabe. Ji ber vê yekê em ji bo xwe zehf zêde qut berhev dikin. Ji bilî van sebeban em bi îzn û emrê Xwedê tovan dixin bin erdê qena hêşîn bibin û ji bo we û candarên din bibe rizq.

Morîstang wusa domand: “Ez vê yekê jî ji te re bibêjim; ji bo paşeroja me ya kin sekn bi me nakeve. Ji sibehê heya êvarê em ji xwe re qut amade dikin. Lê em li we mêze dikin hûn ji bo jiyana xwe ya axîretê qet naxebitin. Jiyana dinê li ber ya axîretê kin û bê qîmet e. Heyata axîretê ji bo mirovên karên qenc dikin çêtir e. Gelek xweş û bê dawî ye. Em di şûna we de bûna me serê xwe ji secdê ranedikir. Her tim me yê ji bo xwe û qewmê xwe bixebitiya qena em ji dojejê azad bibûna û biçuna bihuşta rebbê xwe. Hûn çi qas li dinyayê bimînîn jî rojekî hunê koça dawî bikin. Ji we re ya baş ew e ku hûn tobe bikin û ji bo çi hatibin afirandin li gor wî gav bavêjin.”

Piştî vê bersiva watedar min got: “Malî ava, bersiva te gelek watedar û xweşik bu. Xwedê kêmasiya te û qewmê te nede. Înca ka ji min re bibêje hûn çima ji hev naqetin û her tim alîkariya hev dikin? Qey hûn bi serê xwe nikarin karê xwe bikin û neyarên xwe berteref bikin?

Wekîlê morîstangan got: Di biratî û desthevgirtinê de alîkarî û rehmeta Xwedê heye. Karên ku em nikarin bi serê xwe bikin bi alîkariyê ji bo me gelek asan dibe. Neyarê me bi vî awayî ji me ditirsin. Di îxtilaf û gengeşê de hêz belav dibe û dibe sedema bindestiyê. Netewên ku nabin yek bela wela dibin. Qey tu nabînî li ser rûyê erdê hinek netew hene ku hêjmara wan bi qasî hezar mîlyon e lê ji ber îxtilafê ji dewletên zalim û qurrere hemalî û xulamî dikin. Divê hûn werin ser hişê xwe. Ji xewa xefletê hişyar bibin. “Eva pênç sed sal e hûn radizên bes e. Ji xew rabin, sibeh e! Nexwe di çola wehşetê de hovîtî û xeflet dê we talan bike.” Ka bisekine ezê serpêhatiya xwe û hevalên xwe ku beriya salek qewimî ye ji te re bibêjim qena tu qenc hêza yekbûnê fêm bikî.

Rojekî em ji bo rizqê xwe derketibûn ser rûyê erdê. Piştî çendek me qutên xwe anî ku em berin malê lê em çi bibînin! Şêrêke dijwar li ser deriyê xaniyê me runuştî ye. Me zehf rîca û zarezar jî kir reheta xwe xira nekir. Ji cihê mexel dabû ranebû. Bi quretî ji me re got: “Ez dikarim di qepekî de we hemûyan bixwim. Min hêrs nekin û belav bibin.” Me lê mêze kir ku çare tune ye. Me hêza xwe kir yek û planên xwe çêkir. Hejmara me bi hezaran bû. Sed hebên me di guhên şêr de, sed hebên din di pozên wî de, du sed hebin me yên din jî di devê wî de ketin hindurê şêr û me bi hemû hêza xwe şêr da ber gezan. Hevalên me yên din jî di nav pirçên şêr de xwe gihiştandin çermê şêr û wî dan ber gezan. Bi êrîşa me hişê şêr çu, laşê wî bu qulo qulo û di cih de bi bazdan reviya. Ji wê rojê pêve çavên me bi şêr neketiye. Erê di vê pêvçûnê de ji me bi dehan kes pelixîn û mirin lê ne xem e. Bila qewmê me bi xêr û selamet be dilê tiştên din e.

Pişti vê bersiv û mînaka xweşik min şahbanûya mîroyan re got: Min girîngiya desthevgirtin û yekîtiyê qenc fêm kir. Lê em milleteke mezin in. Nêrîn, bawerî û daxwazên me cuda ne. Ji her mejiyê dengek derdikeve. Ka ji min re bibêje emê di vê rewşê de yekîtiya xwe çewa ava bikin?

Şahbanûyê got zehf rehet e. Divê warê de jî li alema me mêze bikin. Di nav me de mînakên xweşik ji bo we hene. Ka ez hinek ji te re îzah bikim. Serê pêşî di nav xwe de yekî zana, şareze, xêrxwaz, bi hêz û dilovan bi rêya meşweretê bixin serok. Bi hêz û mal piştgirî bidinê. Bila ew jî ji her qismên mirovan yên qenc, zana û şareza ji xwe re bixe şêwirmend. Bila di her warî de wezaretan ava bike.

Hûn jî rêz û hurmet bidin raman û baweriyên hev. Dema xayîntî û xwefiroşîya rêveberan an jî mirovan derket bila wezareta dadmendiyê cezayên herî mezin û bi êş bide wan. Çi bibe bila bibe nehêlin kes navbeyna we xira bike. Hûn bi hev re hene. “Ger hûn nebin yek, hûn ê herin yek bi yek.” Ku mafên we were bin pî kirin heta dawîyê li pey bikevin lê ne bi fitne û qirênê. Mafên xwe bi rêya dadgehan bigerin. Serokên xwe jî ji bo xwe nexin îlah. Sîstem û pergalaka wusa ava bikin ku serok jî bila girêdayî zagonan bin.

Înca mirovê sondxwar! Ez bawerim te bersiva xwe sitand. Mirovên xirab û yên qenc heta qiyametê di nav we de dê hebin. Şîreta min li mirovên qenc ew e ku ji rewş û jiyana me ders û îbret bigrin. Hêza xwe bixin yek, her tim qenciyê bikin, emrê bil me’rûf pêk bînin û nehêlin karên xirab werin kirin. Gotina dawî: “Desthevgirtin, desthevgirtin, desthevgirtin”

Piştî van bersivan min ji şahbanûyê re got: “Te bi lîsanê hal li ser navê qewmê xwe gelek şîret û dersên xweşik û îbret ji min re got. Malî ava, Xwedê we ji hemû derd û kulên dinyayê biparêze. Mirovên wek Silêman Pêxember (sxl) bi hêz û bi rehm laqî we bîne. Êdî dinya tarî dibe. Divê ez bigihijim limêja Mexrebê. Ezê serpêhatiyên xwe û we ji qewmê xwe re ji serî heya binî bibêjim. Dibe ku qewmê min û mirovên dilpak gotin û şîretên te ji bo xwe bixin rêber û li dinê û li axîretê biserkevin. Bi xatirê te. Tu û qewmê xwe emanetê Xwedê bin. Silav û serkevtin.”

07.09.2024

Sadullah TAŞAN

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Çîrok | Karwan û Eşqiya

Tê gotin li ser axa Yewnanan pêşiya karwanek hat birîn. Dizan karwan şeland. Dest danîn …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *