Bikeve Rê

Di rêkeke ne dîyar de û li pey şopa sîyên nenas de û ber bi tunebûnê ve dimeşin.

Divê carna meriv xwe li rîyan bixe, meriv di rê de li rastî hebûn û tunebûnê dibe.

Ji bo rêya rast hewce dike ku meriv ji şaşîyên xwe ders werbigire.

Ji şaşîyan ber bi rastîyê ve rotaya xwe eşkere bike.

Wê demê hertişt zelaltir û gîyan paktir dibe.

Ehlê rê ji rê natirsin.

Di gotinek pêşîyan de derbas dibe “dilê tirsonek sing û berên gewr nabîne.”

Ji tirsê û ji mirinê re çare nîne, qerm neke were ser rêya evîne, da bidî te gulîyên herîre.

 

Xebat divê, xebat. Ji bo her tiştî xebat.

Kesê bê xebat nagihîje armanca xwe.

Û gelên bê xebat nabin xwedîyê welat.

 

Divê meriv timî di rê de be û ber jî timî li pêş be.

Qonaxên rê ji bo bêhnvedanê ne ne ji bo mayînek dûvdirej e.

Kesê ku rêya xwe wenda kirî nikare pêş bikeve û dê timî li paş bimîne. Her û her dê di xizmeta kesên pêşketî de be.

Ji bo miletan jî heman tişt derbasdar e. Miletê ku ji rêya netewbûnê mayî dibe xizmetkarê netewa di rê de. Hêdî hêdî tovên asîmîlasyonê di nava xwe de   diçîne.

 

Dibe ku meriv ji rê bimîne an jî di qonaxên rê de zêdetir bimîne. A girîng ne ew e, a girîng ew e ku meriv cardin têkeve rê.

Meriv cardin ji nûve baskên xwe li ba bikî û wekê teyrê Sîmir (Sîmurx-Sîmurg) xwe zû bighîne karwanê di rê de.

Hoste Necar bes raze wek her car, wê jina te bibin vê car.

Hostes Necar Xwedê mezin e lê belê em biçûk in. Wext jî têra xwe tune ye.

 

Ev dinya xan e, yên tê de nîvî çûne û nîvî mane.

Hîn nebûye dereng bikevin rê.

Ji rê netirsin, dê rê me terbîye bike.

Ji bilî rê tu tişt nikare me bighîne daxwaza me.

Lewma hîn nebûyî dereng bikevin rê.

 

Mela Mihyedîn

Derbar Mihyedîn Nahrîn

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply