Her çîroka balindeyekî li ser rê û rêbazeke nûjen avabûye. Nivîskar ceribandinê teknîkî yên curbecur kiriye. Rijîna hundirîn bigre, mudaxeleya nivîskar, karanîna qaliban û hwd. Metafor jî dîsa hêmanek girînge.
Çîroka ku navê xwe daye berhemê de. Jin e û lêgerînê de ye. Lêgerina xwebûn, xweserî ango rizgarbûn ji hişmendiya bavik salarî. Zexta ku mêr li jinê dike û berteka jinê dayî bi atmosfereke efsûnî rave dike. Çîrok di nava xewn, xeyal û rastiyê de diherike. Xeyala wê ( an jî planên pêşerojê) jê re dibin xewn. Û van xeyalê xwe xewna xwe de ji Mestureyê re vedibêje. Tirsa wê a herî mezin jî xwîn xewnê betal dike ye ( Ev şîrove di zargotina Kurdan de her tim heye).
Tevlîbûna helbestvan Nalî wek helbestan nazenîn a Mesture Kurdistanî jî dîsa li gor kesayeta xwe xweser û serxwe ye.
Navenda çîrokan jin e. An serkarekter jin e yan jî nêrîna jinê ye. Him hevkariya jinan(Mesture û Balinde. Dayika Ela û destgirtiya wê) heye. Him jî wekî çîroka yekemîn de bi eyane dijberî jî heye. Çîrokan de karesatên mezin hene û çîrok dora wan karesata gêr dibin .
Kodên çandî: Çîroka Çardeşevî de kodên çandî derketine pêş him bi amedekariya zewacekî be him jî ew karesata mezin ango şeva çardehê be çand û zargotina Kurdan derdixe pêş.
Her wiha tengezariya kesên hemdem û karesatên hatî serê gelê Kurd çîroka Ev Der Mala Me Ye bêyî ajête bi honandimek zexm tê ber destê xwendevanan.
Şanyar Adir
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…