Evdo û Çend Bêhnikên Şadiyê *
Wekî tê zanîn di 16ê Adara 1988an de balefirên artêşa Iraqê li ser niştecihên Helebçeyê bombeyên kîmyevî barandin. Di encama bombebaranê de, pênc hezar Kurd çûn ser dilovaniya xwe û bi hezaran jî, birîndar bûn. Bi bombeyên kîmyevî gelek nexweşiyên weke dilî, qirikê, kezeb, poz û çav hwd. der ket holê. Komkujiya Helebçeyê, bandorek mezin li ser Kurdên her derê cîhanê kiriye. Helebçe kulekê bêderman û xemek giran e, di dilê her Kurdekî/ê de. Kurd komkujiya Helebçeyê tu carî jibîr nakin. Di salvegera Helebçeyê de birînên Kurdan vedijînin. Hêstirên wan pêl bi pêl diherikin.
Li ser komkujiya Helebçeyê gelek gotar, nivîs, helbest û pirtûk hatine nivîsin. Pirtûka nivîskar Fawaz Husên ya bi navê “Evdo û çend bêhnikên şadiyê” jî, li ser jiyana Evdo yê Helebçeyî hatiye nivîsîn.
Evdo Kurdekî ji Helebçê ye û ew bi birîndariyeke xedar ji komkujiyê rizgar bûye. Lê bawer bikin gotina rizgarbûnê şaş e. Ji ber ku mirov, çawa dikare ji birandarê giran yê ku her roj bimire jê re bêje rizgar bûye.
Gava komkujiya Helebçeyê diqewime, Evdo birindar dibe. Dezgehên Doktorên Bêsînor wî weke penabereke ne siyasî rêdikin Parîsê û di nexweşxaneyekê de radizînin. Piştî çend mehan tenduristiya wî baştir dibe û ji nexweşxanê derdikeve. Lê derûniya wî hêj baş nebûye. Komkujiya Helebçeyê bandoreke kûr û bêdawî li ser wî çêkiriye. Diya wî, bavê wî û dergistiya wî, di komkujîyê de mirine. Ew tu carî nikare xwe ji bandora komkujiyê xelas bike û her dem di bîra wî de ye. Ew çi bike mejiyê wî her wext, li Helebçê ye, ew nikare mejiyê xwe bistkekê jî, ji Helebçeyê dûr bêxe.
Mirina pênç hezar Kurdan, bi hezar birîndaran, tenêtiya xeribiyê û bêkesiyê derûniya wî xerab kiriye.
Piştî ewqas trajediyan, Evdo nikare dilşad bibe û jiyanê bêwate dibîne. Ew nizane yê çawa dilşad bibe. Ji bo dilşad bibe, biryar dide ku bigere. Evdo demjimêra bazinê destê xwe jî weke ya Helebçeyê saz kiriye û ew kengê li demjimêrê binêre, bîra Helepçeyê tê bîrê. Da ku komkujiyê ji bîr neke ew demjimêra xwe dike weke ya Helebçeyê, lê heman demê jî dixwaze dilşad bibe. Bêguman mejiyê ku her dem li Helebçeyê nahêle ew dilşad bibe.
Evdo cara ewil diçe Cemsera Bakûrê Laponiyayê, ew dibe mêvanên koçerên wê derê. Bi wan re sohbetê dike, goştê pezkoviyan dixwe . Di bin konên wan de rojên xweş diborîne. Ji wan re behsa Helebçeyê dike, ew gelek xemgîn dibin û dilê wan gelek bi Evdo dişewite.Paşê ew dizivire tê Fransayê.
Evdo hevaleke Frensî heye, navê wî Philipp e. Ew bi jineke yewnanî re, ya bi navê Euterpê re zewiciye. Xwişkek ya Eutorpê heye, navê wê Mêlpomenê ye. Dostê wî yê frensî Philipp, telefona Mêlpomenê dide Evdo û jê re dibêje, ew ê gelek arîkariyê bide te. Gava ew diçe Yewnanîstanê Melpomenê jê re dibe arîkar.
Evdo di nava zivistana sar de, berê xwe dide Yewnanîstanê. Da ku çend bêhnikên şadiyê bijî û guhê xwe bide çîrokên efsaneyên yewnanî, ew diçe Yewnanîstanê. Ew dixwaze here deverên dîrokî, teybetî jî girava Îthakayê, cihê Odîseosê. Evdo diçe Yewnanîstanê, li cihên dîrokî digere. Ji bo ku bêhnekê şad bibe, digere lê her tim Helebçe li bîra wî ye. Her çi dike komkujî ji bîra wî naçe.
Ji beriya komkujiyê Evdo yekî bawermend bû û ew diçû xwe hînî Quranê dikir lê, di komkujiyê de mêritiya wî zirarê dibîne. Pijtî zirarê, mirov dibîne ku ew êdî baweriya xwe bi Xwedê naîne. Jixwe ew Xwedê dike berpirsyarê komkujiyê û ho dibêje;Ger Xwedê bixwestiya yê bikiriya wê komkujiyê bisekinîne.
Piştî Evdo mêrîtiya xwe winda dike, xemgîniya vê yekê jî, dikeve ser milên wî .Her tim dibêje ez ji xweşiyên li gel jinan bêpar mame.
Evdo, ne miroveke sîyasetmedar e lê ew miroveke fêma ye. Ew dizane di her çar parçeyên kurdistanê de çi diqewime û çi neheqî li kurdan tê kirin. Ew miroveke welatperwer e. Kurdistaneke serbixwe ya azad jî dixwaze. Her tim tengasiyên kurdan dîtîne, li bîra wî ne.
Piştî Evdo, gera xwe ya li Yewnanîstanê xelas dike, dizivire diçe Frensayê. Paşê diçe Xûresanê û çîroka Evdo li wê derê xelas dibe.
Bi hezaran kurd hene ku weke Evdo ji komkujî û şerên giran rizgar bûne. Diyên wan, bavên wan, birayên wan, hemû nas û dostên wan mirîne. Ew mirovên ji şerî rizgar bûyîn jî gelek bi pirsgirêkên derûniyê re rû bir û dimînin. Da ku mirov, derheqê jiyana wan de agahdar be, jiyana Evdo mînakeke hêja ye. Evdo û mirovên weke wî nikarin tucarî xwe ji bin bandora wan bûyerên mezin de xelas bikin. Ew çiqas bixwazin dilşad bibin jî, tucarî dilşad nabin. Ew êdi ne saxên ji saxa nin, ne jî miriyê ji miriyan in.
Fawaz Husên di pirtûka qedirbilind de mijara Helebçeyê û bandora wê bi şêweyeke zelal nivîsiye. Trajediya ku Evdo piştî komkujiyê dîtî, bi awayeke diyar aniye ziman.
Di pirtûkê de gelek peyvên ku di quncikên tarî yên di dîrokê de mayî hatine bi kar anîn. Ji bo parastina zimanê me pirtûk xebateke gelek hêja ye. Zimanê pirtûkê gelek şêrîn û lihevhatiye. Xwendina pirtûkê, weke aveke zelal hêdî hêdi li ber çavên mirov diherike û bêhna mirov tucarî ji xwendina wê aciz nabe.
*Evdo û Çend Bêhnikên Şadiyê-Weşanên Avesta,Stembol 2013
Lezgin ACAR
www.candname.com