Nimêj

Şerte îslamê, ya yek jî nimêj e. Ellah (c.c) rojekî de pênc waxt nimêj ser misilmanan kirye ferz. Misilmanê aqil, gihiştî, her stunbarê misilman pêwîste ku nimêj bike. Nimêj şeva Mîr’acê bûye ferz. Meşrûtiyeta nimêjê bi Qur’an û sinnete. “ Bê guman nimêj ser mumîna ferz e ku waxte wî bi kifş in.”…(nîsa103)

Hz. Pêxember (e.s) Miaz b.Cebel dema şande Yemenê,jê re wiha got; “ Ji wan re ewil bêje bila şehadetê bînin, Xweda heq e,  xeyrî Wî Xweda tinîne ez ji qasidê Xweda me, eger îtîatê wan bikin wana bi van tiştan agahdar bike. Xweda her roj û şev pênc waxt nimêj ser wan kiriye ferz. ”(bixarî, mislim)

Terka Nîmêjê

Mîrov, jî bo sê tiştan terka nimêjê dike.Ya înkariya nimêjê dike,ya giringiya nimêjê qebul nake, sivik dehesibîne an jî bi teralya xwe nimêjê nake.Mirove kî ferzîyeta nimêjê înkar bike,an jî sivik bihesibîne ve digere kafir,ji dînê îslamê derdikeve û mirted tê hesêb. Serwer wî mirovî gazî tewbê dike tewbe bike jê re tu tişt tinîne lê belê tewbe neke ji bo mirted bûna wî tê kuştin. Ji bo îrtîdad bûna wî ne şuştinê,nê kefen kirinê,nimêja wî ya meytê nabe.Goristana misilmana defn kirina wî ne caîz e.

Eger ji  teralîyê nimêj neke, serwer wi gazî tewbe dike tewbe bike jêra tu tişt tinîne, lê belê tewbe neke tê kuştinê. Misilman tê hesêb misilman çawa tên şuştin,kefen û defin dibin, wî ra jî ew tiştan tên kirin.

Waxte Nimêja Ferz

Her pênc waxtê nimêjê kifş in. Her waxte nimêjê sere wî û dawîya wan hene. Berî waxte nimêjê û derketina waxte nimêjê da nimêj kirin caîz nîne. Waxta nimêjê taybete,bi hedîsên sehîh de derbas dibe.

“ Ellah (c. c) nimêj pênc waxt kire ferz ji piştî wî Hz.Cibrîl (e.s) hatê cem Hz.Muhammed (e.s) waxte nimêjê hînî Pexember kirin. ’’(tirmizî)

Waxte Nimêja Sibê;

Şefeqê dest pê dike heya derketina tavê. Hz. Muhammed (e.s) wiha gotiye;

“ Waxte nimêja sibê,avîtina şefeqê  heya derketina tavê didome. ”(mislim)

Waxte Nimêja Nîvro;

Waxte nimêja nîvro tav tam serê mirov be berve roj ava bişimite dest pê dike heya bi her tiştî,kû siya wan ango wan dibe heya wê demê didome.Hz.Pexember (e.s) wiha gotiye: “ Waxte nimêja nîvro,tav berve rojava bişimite dest pê dike wê gave siya mirov ango mirovbe heya esrê didome.” (mislim)

Waxte Nimêja Esrê;

Waxte nîvro dawî dibe dest pê dike,heya êvarê didome.Hz. Pexember (e.s) wiha gotiye:

“ Berê bûyina tavê here ava kî bighêje rikaeta nimêja esrê ew gihiştiye nimêja esrê. ’’(bixarî, mislim)

Waxte Nimêja Evarê;

Waxte nimêja êvarê roj here ava dest pê dike, heya bi sorahî aliyê rojava de ne kifşê didome.Hz.pêxemeber wiha gotîye: “ Waxta nimêja evarê heya sorayî bikeve(aliyê rojava). ”(mislim)

Waxta Nimêja Îşa yê;

Waxte nimêja îşayê dawiya nimêja êvarê dest pê dike, heya şefeq bavêje didome. Kirina Nimêjê Çi Waxt Mekhruhe? 1–Xeyrî roja înê tav tam sersere mirovan be. 2– Jî piştî derketina tavê heya tav rimekî bilind be. 3– Jî piştî nimêja esrê heya roj here ava,van waxtan da kirina nimêjê tehrîmen mekruhe.

Lê Vegerandin Û Qeza Nimêja Ferz

Gava nimeja ferzê tê kirin edaba nimêjê rîayet nê kirin,an jî kemasi têkeve nimêjê ji bo van sedeman mirov nimêja xwe lê vegerîne, jê re tê gotin nimêja lê vegerandin.Ev nimêja nimêje kî mistehab e. Nimêja ka waxte wî lê derbas be ji piştî waxtê nimêj bê kirin ev nîmêja dîbe nimêja qeza.

Nimêj Ji Bo Kê/î Wacibe?

1– Dive ku misilman be.

2– Dive ku têgihîştî be xama be.

3– Dive ku aqil be.

Kafir, evsene, zarok û jinên heyz dabin an jî nifas be ser van mirovan nimêj ne wacib e.

M.Emin Can

www.candname.com

 

Derbar M.Emin Can

Check Also

Rojîname – 30

Ayeta Rojê بِسْمِ اللَّهِ الرَّحْمَٰنِ الرَّحِيمِ قُلْ هُوَ اللّٰهُ اَحَدٌۚ 1. اَللّٰهُ الصَّمَدُۚ 2. لَمْ …

Leave a Reply