Etîmolojîya Kurdî | Kurmancî – 4

Dojeh – Cehennem(TR)

Li ser etîmolojîya ev peyvê îtifaq tune lê gelek şirove hene. Bo wî mirov nikare bi hêsanî peyvên ev peyvê ji hevdu biqetîne. Ev peyv gorî şiroveyan tê kanîn ku bi du awayî ji hev were vereşandin; “doj+eh” û “do+jeh”…

Ya pêşîn; doj+eh

Doj divê bingeha xwe toj be. Tojayî jî ku di Tirkî de tê wateya “acı”. Birastî jî cihenim cihê ku mirov lê tojayîya dihilînê ye. Tojayî jî wek kul û jan û zordarî û êşa laşî û derûnî ye. Bi vî awayî ev şirove li ser “tojbûnê” disekine. 

Ya duyem; do+jeh(dû+ceh, dû+cih)

Gorî ev şiroveyê dojeh ji peyva dû+cih tê û cihê ku dû û dûman û agir tê de vêdikeve re tê gotin.

Bi ya min ku ev herdû jî gorî prensîbên akademîk rewane lê ku jêderkeka hîn minasib û mantiqî derkeve holê divê em guh bidin ser vê jêderkê.

Destmal(dest + mal) = El Havlusu(TR)

Etîmolojîya vê peyvê de dest bi wateya rastî hatîye bikaranîn lê peyva “mal” divê were ravekirin. Peyva “mal” wek lêker(fiîl) jî tê bikaranîn. Mînak:

Malastin = Sürmek, silmek, ovmak(TR)

Melisîn = Sinmek, yere kapaklanmak, eğilmek(TR)

Mele = Mala(TR)

Damalan = Silmek(TR)

Malok = Ev lîstik bi kevirên piçûk tê lîstin, vê lîstikê de kevir ji erdê tên damalan.

Wek di mînakan de jî we dît ku destmal tiştê ku destê mirov dadimale re tê gotin bes di demeke dirêj de ji bo mirov serî xwe pê bigre jî hat bikaranîn. An ku gorî şiroveya min wexta ku Kurd bûn misilman destmal dane serê xwe. Berê ev cawa ji bo destan damalin çêdikirin, wexta ku bûn misilman îcar destmal danî serê xwe… Dolbend jî berê ji bo ku mirov pê serî xwe bigre çênekiribûn. Ez bawer im Dolbend ji Dorbendê hatîye. Dor, dora mirov e, bend jî tiştî ku pê tişt tên girêdan û qeyd kirin. Dorbend, ew bendê ku mirov pê zik û navê xwe digre û diguvişe re dihat gotin. Piştre ku Kurd bûn misilman bi wî tiştî jî pê serî xwe girtin. Dorbend ji nava mirov hat vekirin û li serî mirov hat gerandin da ku esasên Îslamîyetê bînin cih. Her çiqas peyva dolbendê bi zimanê Farisî de tê girêdan jî gorî mantiqê etîmolojîya Kurdî di Kurdî de jî tê rave kirin…  

Li ser peyvên Reşavî, Soravî, Zeravî û hwd…

Di ev peyvan de peyva avî derbas dibe. Peyva avî xurtbûna Etîmolojîya Kurdî careke din derdixe holê. Wek ku herkes dizane tiştên ku “av” dikevêkê zelal dibe û rengê wan vedibe. Ji bo wî bav û kalên me peyva avî bi rengan xistine da ku tonên rengan pê karibin îfade bikin. Wek reşavî (Reşayîya ku av ketîyêkê û zelal bûye), Soravî (Sorayîya ku av ketîyêkê û zelal bûye) û hwd. Bi vî awayî zimanê me hatîye honandin. Di piranîya zimanên din de peyvên wiha bi peyvên bêwate hatine çêkirin lê di Kurdî de kûranîya ev peyvan pir wêda ne.

Çarçove(çar + ço + ve) = Dört çubuk açıklığı, çerçeve(TR)

çar = dört, ço = çubuk, ve = açıklık, açma hareketi

Bi vî awayî ev peyva jî di Zimanê Kurdî de bi awayekî cihê û orîjînal derketîye holê û tê bikaranîn. Li gelek deveran wek çerçewe tê bikaranîn lê peyva çarçove jî tê bikaranîn. Mirov dikare bibêje ku Zimanê Kurdî peyva çarçobe(FAR) gorî prensîbên xwe wergerandîye û peyveke orîjînal derxistîye holê.

Kutêk = Dolap(TR)

Ev peyv li devera Sirûcê tê bikaranîn. Etîmolojîya ev peyvê xwe dide ser peyva “kut”ê… Peyva “kut” tê wateya “gêr kirin, kutê kirin, hitê kirin, lêdana destê qurçkirî…” Bi vî awayî kutêk ji bo ku tiştan mirov têke. Bi rastî berê duwar stûr ava dikirin, tê de derê kûr jî berdidan ku tiştên xwe karibin têkin. Vaye ji ew derên kûr re digotin kutêk.

Nivîskar: Adem OK

 

About Adem OK

Check Also

Pirtûka Ibn Xelîkan a 800 Sal Berê ”Siltan Selaheddînê Eyûbî”

Îbn Xelîkan pirtûka li ser Siltan Selahaddînê Eyûbî 800 sal berê nivîsiye. Ev bu 800 …

No comments

  1. Ey inanıp güvenenler! Yakıtı insanlar ve taşlar olan bir ateşe[1*] karşı kendinizi ve ailenizi koruyun.

    Kürtçe – cîhê -nêm = cîhê ( yer, bölge), nêm( uğultu)

    nêm M. Bj. cerahat, irin. /_ gırtın, cerahatli,
    irinli, ( D. İzoli

    Dojeh= doşek/ = yatak

    Ateş= nar ( ar , agir î sor e, hinar ji sor e )

    Gelo tu çi dibêjî mamosta Adem Ok?

Bersivekê bike bo Mihemed Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *