Jin Jiyan e, Lê Bindest û Perîşan e!

Di rastiyê de jin jiyan e, lê heta îro bi xwe jî ew bindest û perîşan e.
Wek mesela ku dibêjin: BIHAR BI GULEKÊ NAYÊ:
Eger ji 20-25 milyon jinên Kurd, sed û dused ji wan azad û serbest bin, nayê wateya ku jin jiyan e, dîsa jî jin bindest û perîşan e, ji ber ku bê êminatî ye, perîşan e, bê kes e, bêdad û bê heval e.

Ez ê çend rêz ji lêkolîneke xwe ya li ser jinê pêşkêş bikim:
Hetanî dawiya salên Heftêyî jî, jin kole bû û mêr jina xwe meriv nedihesiband. Lê di rastiyê de mêr xwe dixist rewşa koletiyê, lê kes pê nizanibû.

Gorbihişt S.H. weha gote min:
– Me zilaman xwe nedikir hevalê jinên xwe, ji ber ku me wan meriv nedihesiband. Dema ez ji kar vedigeriyam û diçûm malê, min her gotineka xwe ya bi jinê re, hişk û çors dikir. Ez bi tenê rûdiniştim heta ku xewa min dihat. Lê (bibore) di nava ciyan de belkî min du-sê peyv pê re xeberdida, wekî din ez di temenê bijinbûna xwe ya 50 salan de rojeke tenê jî ez û jina xwe li kêleka hev rûneniştine û em bi hev re nepeyiviye.

Vî carêmê gorbihişt gelek peyvên girantir jî derheq jinan de digot. Li ser pirsa ku ew tenê wisan bû yanena, got na, dîsa li gundê me zilamê baş ez bûme.

Ew hawe derdekî bê derman e, ne tê çareserkirin, ne jî tê kewandin. Berî hatina Îslamê, keçan bi saxîtî dixistin binê axê, lê niha wan bi saxîtî li ser axê difetisînin.

Bila çu zilam xwe nexapîne û ne jî jin xwe bixapînin. Heta ku zilam zana nebin, wê ev kotekî û zordestî li ser jinê her berdewam be.

Roja heştê Adarê li Jinên Kurdistanê pîroz be.
Xwedayê mezin wan ji cewr û zaltiyê rizgar bike…

 

Zeynelabidîn Zinar

Derbar Çand Name

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply