Du Hesp: Pegasûs û Boraq

Axa pîroz di min de destpê dike, di min de dawî dibe.

Îbrahîm kevîrê Kabê yê siftê danî dilê min.

Ji bo wê min Îsmaîlê xwe wenda kir, Îshaqê xwe dît.

Dizanim tu caran dawiya rêwitiyê min nayê.

Min li wir destbi rêwitiya xwe kiribû,

niha li vir rêwitiya xwe didomînim,

ji vê şûnde jî rêwitiya min ê bidomîne.

 

Yek tê seriyekî min jê dike,

Li dêwsa wê hezar seriyên Huseynî rû didin.

Dizanim na Kerbelayên min xilas dibin na jî dawiya mirinên min tên.

Bi lingên Huseyn dimeşim di rêya xwe de.

Xwîna min dikele.

Axa pîroz di bin lingên min de nehewe, dişewitîne canê min, disotîne jiyana min.

Ruhê min bi çûkekê ve hatibû dinyayê, yê bi çûkên xwe ve vê dinyayê biterîkine.

Ruhê min çîrokekê din e, ruhê min heqîqetekê din e.

 

Hîcaza Arnîşê com dibe di çavên min de.

Dîsa Şêxê min di ser min de gêr dibe.

Ez bi hemû zanîn û agahiyên xwe ve,

bi hemû yeqîn û xeberdanên xwe ve di bin îtibara Şêxê xwe de dimînim.

Na Seyîd Taha tê hawara min, na jî Seyîd Abdûlkadir.

Axa pîroz hîn sor dibe, di bin lingên min de.

Xirkayê Şêxê min, kulmek agire li ser min.

Dikevim rêya Arnîşê, nikarim tê de derkevim,

nikarim mala xwe ava bikim,

nikarim hawirdorê xwe paqij bikim.

 

Pêl û ba.

Yanî Behra Sor û qewma Semûd.

Yanî Mûsa û Lûd.

Bi destên pêxember, hebek tirî diavêm devê xwe.

Gûşî bi gûşî geş dibe rûyê min.

Na muhacir im nikarim hîcreta xwe bikim.

Dilê min reş bûye dilê min hişk bûye.

Dilê min bûye Hacerûl Eswed.

 

Karwan di çolên dilê min de rêya xwe wenda dikin.

Asîman di qulên dilê min de tên xware.

Stêrka Zûhreyê hîn şermok e, hîn fedyok e.

Pisîkên Ebû Hûreyre jî ez terîkandim.

Niha hîn tenha me, hîn bêkes im, hîn xerîb im.

Kesî rondikên çavên min bimalişîne nîn e.

Kesî kulmek av biavê agirê di bin lingên min de nîn e.

Kesî xewnên min ên Hîcazê tabîr bike nîn e.

 

Dizanim di ûmreyekê din de dîsa qefîlaya min ê di ser min de rabe, min tenê bihele.

Xwişka min a bi çavên Hezretî Ayşê di ser min de bigîre.

Ez ê di navbera Ayşeyan de herim û nikarim vegerim, herim û com bibim, herim û têk biçim.

Yanî ji hevde ketin, belavbûn, Kerbelaya xwe pîrozkirin.

 

Li ser hespa pegasûsê me, Boraqê Pêxember rêya min nîşanî min dike.

Dil û aqilê min, bi hev re dişixulin, bi hev re kar dikin.

Ez di navbera du hespan de diçim.

Bêhna axa pîroz tê min.

Baranên axa pîroz di ser min de dibarin.

Hespa pegasûsê şil dibe, lê Boraq şil nabe.

Pegasûs aqilê min dixwe, Boraq û dilê min dixwe.

Pegasûs lingê min î li vire, Boraq lingê min î li wire.

 

Faîk Ocal

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Şiroveyek

  1. Kurdjan sorî

    Helbest xweş e. Lê min xwest tiştekî bîra we bînim; di hemberê pegasos de hespekî me jî heye, belkî ji pegasos kevintir. Muhaqaq tu Bozê Rewan dizanî. Ez bawerim te Rexşê Belek jî seh kiriye. Û tiştek din. Li min bibore lê hesp nêr e. Ger em behsa yê mê bikin (teqez hûn dizanin ku) divê bêjin mehîn. Ji ber ku hesp nêr e, dema peyva hesp bitewe dibe li wê qertafên bigre. Ango hespê min, ne hespan min.
    Digel silavan, her serkeftî bin.

Leave a Reply