Dîmenên evînek şikestî
Janda Serfiraz
Bûka baranê xwe li ber neynika evînî dixemilîne Biskên xwe dihûne
Guliyên xwe ba dide
Çavên xwe bi kilê siphanî reş dike Teşiya xwe bo dilşadiyê dirêse
Bagerek dilsar rûyê teşiyê bi kulî ba dide Neynika dilî şikest
Ne tu tê de dixuyê ne jî ez
Û
Rehmetek dilbirîner barî li ser dilê Mir bûka baranê
Tu zanî roj-dengê
Êdî ne ez ji baranê hez dikim Ne jî baran
Konên kenînê vedidin li ser lêvên min
Qirêjbûn
Bêrû
Min lewitand xwe
Herî pekiya ser qelbê min
Heya gewriya xwe noq bûm di xûnê
Dikuxim
Tu kes tiştek nabêjit lê ez Dizanim
Min lewitand xwe
Hewl didim ku xwe bifilitînim
Lê her diçe noq dibim
Welat
Abdulcebbar Kûrt
Serê simbil befir barî
Xezala min ketiye tarî
Welatê min tu bêbarî
Welat welat şirîn welat
Şîrîn welat çi dem har î
Çi dem lal î çi dem qal î
Textê dilê min de war î
Welat welat şirîn welat
Ezê herim ji dora te
Ji gora te ji dola te
Xerîbî ye îro dîro
Welat welat şirîn welat
Evd-al cebbar jî dibêje
Xerîbiyê pir nekêşe
Welat her dem strana te
Dibêje bêje
Welat welat şîrîn welat
Pace
Nêçîrvan WAN
Hema wisa di pacê de
Derve dinêre
Çavên kal û pîr
Çavên şil, çavên hêvîdar
Çavên bi bêriyê şil û bêrîdar
Çend bihar tên û diçin
Ew çav li wir bendewar in
Nazik û hêdî hêdî diweşin di pacê de
Gotinên ji dil û can
Kalekî bi bîranînên xwe
Keçekê bi destgirtiya xwe
Zarokekî bi bavê xwe
Sal bi sal dihûnin
Lê ew pace her li wir bendewar dimînin…
Te dide girînê pace
Neyê ku bavê te
Carinan jî dikesirîne
Ku rê de hezkiriya xwe dibîne
Carinan ji nişkê ve dibe hoperlor pace
Da ku stranek kem û sojîner
Ji kuçeyan re biqîre
Nizanim!
Çend caran te xanî hişt ji bo zarokan
Çend caran guh da şerê jin û mêran
Çend caran te şahidî kir
Li pey her kesê ku derket ji vî xanî
Û verêhtina hêsiran ji çend çavî
Min tenê nehêle
Nehêle paceya min
Nerijîne avê û nebe şahid
Li pey min…
Gotin hebû berê
Rêbaz Şoreş
“Ji xeynî min tu kêmasiya min tuneye”
ax çi zor in kêliyên şevînî
çi xedar e hevaltiya şevreşê
şevên bîran û bîranînan
bîrên qehr û kerbê
û bêriyên hesretê
gotinên di qirikê de asêmayî
û ezayên tengezariya ruh
“berê gotin hebû”
îro qeydkirî ne ziman
bêerk û viyan e qelem
hibr tê çêştin jehravî
direşe li ser bedenê
niqut bi niqut dadiwere
kîte bi kîte, xal bi xal
xwendî ye rista cankêş
ji derûn heta bîrûn
dixemile laşê şewate
disincirin hinavên berbelav
têne coşê jixweçûyî
wer jiyan e ya diherike
di hemêza bêxeman de
hêj domdar e dubara elîfbêyan
û qelem şikest di bîrên şevtarî de…
de bêje derwêş; lorîka mirinê, dûrika vejînê
Bi guleyek dagirker hat perçekirin bedena min
Nûhat Deştî
Ji ‘Xezal’a çiyayê bilind re…
Bi guleyek dagirker hat perçekirin bedena min
Çardeh hezar car perçe hat qetandin bi yek guleyek
Xezal de were, tu berhevke tilî û kezeba min
Di nav destmalên hevrîşimî de têxe paşila min
Bi guleyek dagirker hat perçekirin bedena min
Xweliya mirinê hate werkirin bi yek guleyek
Jan bi payizek xwe pêça li bihara jiyana min
Û bi yek guleyek hilweşiya bircên qedera min
Çavkanî: Kovara Pêngavê – Hejmara 3yan hemû helbest hatine standin