Pirsname
20 Pirs? – 20 Bersiv √ – Necat Zivingî – Bi alikarî ya M.Samî Çinar
- Peyva ku herî jê hez dikî?
Necat Zivingî: Ellah
- Van rojan kîjan stranê guhdarî dikî?
Necat Zivingî: Helbestên Cizîrî
- Ji bo te nirxa herî pîroz çî ye?
Necat Zivingî: Bawerî
- Tu ji bo çi dijî?
Necat Zivingî: Edalet
- Ji kurdan re ya ewil çi lazim e?
Necat Zivingî: Desthevgirtin
- Tu dikarî bi sê peyvan xwe vebêjî?
Necat Zivingî: Mirovahî, rastî, edalet
- Kîjan slogan jiyana te ya felsefî xulase dike?
Necat Zivingî: Xelasî di rastiyê de ye (en-Necatu fîs-sidq)
- Egîdê te kî ye?
Necat Zivingî: Bedîuzzeman
- Tu dixwazî li ku derê bijî?
Necat Zivingî: Gundê xwe Zivingê
- Kîjan pirtûkê dixwînî?
Necat Zivingî: Deliliğin Tarihi – Münazarat
- Tu dixwazî kîjan karî/pîşeyî nekî?
Necat Zivingî: Mankeniya Vîtrînê
- Çi te kelecan dike?
Necat Zivingî: Fikreke nû
- Çi kelecana te dişikestîne?
Necat Zivingî: Tu tişt
- Kêmasiya kurdan a herî mezin çi ye?
Necat Zivingî: Xwe nasnekirin
- Axaftina bi kîjan zimanî te kêfxweş dike?
Necat Zivingî: Kurdî
- Riste/beyt an çarîna herî bi wate ya ku tu jê hez dikî?
Necat Zivingî: Mela her wî bibîn her wî eger her wî dinasî tu
- Xewna bextewariya te çi ye?
Necat Zivingî: Serdestiya edaletê
- Kîjan stran halê te yê rûhî tîne ziman?
Necat Zivingî: Xewna min
- Paşeroj/raborî ji bo te tê çi wateyê?
Necat Zivingî: Mexfîret
- Te dixwest bi xwedî kîjan qabiliyeta sirûşt bibayî?
Necat Zivingî: Xwedê çi bide li ser seran e
NECAT ZIVINGÎ: Di sala 1982yan de, li Gundê Zivinga Hebizbiniyan ji dayik bû. Piştî 6 – 7 salên xwe li gund derbas kir, malbata wî ji mecbûrî koçî bajarê Êlihê (Batman) kir û heta zanîngehê li Êlihê ma.
Di sala 2002yan de çû “Zanîngeha Kocaelî” û li wir Fakulteya Huqûqê xwend. Di sala 2007an de çû bajarê Amedê û dest bi parêzeriyê kir. Heta sala 2009an li ser medreseyên Kurdistanê lêkolîn kirin. Ev lêkolînên xwe di rojname, radyo û televizyonan de pêşkêş kirin.
Di weşanên cuda de bi navê xwe û bi nasnavan cuda, gotarên Kurdî û Tirkî nivîsîn. Bi navê Damla kovarek derxist. 3 salan weşankariya kovareke Kurdî kir. 2 salan bernamevaniya televizyonê kir. Tevlî bernameyên televizyonan û konferansan bû.
Li Zanîngeha Mêrdîn Artûkluyê û Mûş Alparslanê di beşa ziman û çanda Kurdî de lîsansa bilind (master) kir. Li Zanîngeha Anadoluyê beşa sosyolojiyê (civaknasî) xwend. Li Stenbolê parêzeriyê dike. Heta niha yek Tirkî, 5 Kurdî bi tevayî 6 berhemên wî hatin çapkirin.
Berhemên Wî
- Tesettür, bi navê Muhammed Said Kışlak, 2009
- Dîwana Mela ‘Elî ‘Ilmî (Mela Ali İlmi’nin Yaşamı ve Divanı), 2012
- Zembîlfiroş (Zembilfıroş Öyküsü), 2012
- Helbestên Azadiyê (Özgürlük Şiirleri), 2014
- Stêrkên Edebiyata Kurdî (Kürd Edebiyatının Yıldızları), 2014
- Zana û Rewşenbîr Evdirehîm Rehmî Hekkarî (Alim ve Aydın Hakkarili Abdurrahim Rahmi), 2015