Di Rojnameya Heftnameya BAS De; “Çandname”

“Xebatên Çandnameyê bi giştî dildarî ne”

Li ser înternetê bi dehan agahiyên nivîskî yên bi deng û bi dîmen hene û hin ji wan bi riya malperan tên weşandin. Bi Kurdî jî xebatên malperan tên kirin lê yek ji berpirsên malpera Çandnameyê Firat Bawerî dibêje “Cureyên malperên Kurdî gelekî hindik in.”

 

Ev deh salên dawîn, bi pêşveçûna tekno-lojiyê, di qada nivîs û xwendinê de tiştên nû çêbûn. Dema ku mirov behsa wan cure xebatan dike malperên ku li ser gelek cure mijaran xebatên nivîskî, bi dîmen û bi deng diweşînin tên hişê mirov.  Yek ji wan malper-an Çandname ye ku ev malper bi zaravayên Kirdkî û Kurmancî û li ser mijarên jiyan, kelepor, perwerde, zanist û hwd. xebatan dimeşîne. Berpirsê malperê Firat Bawerî ji Heftenameya Basê re di derbarê Çandname û xebatên Kurdî yên di qada dîjîtal de axivî.

Çandname di 2015an de ava bû 

Firat Bawerî radigihîne ku Çandname di Adara 2015an de hatiye avakirin û wiha behsa armanc û rêgezên malperê dike, “Me malper bi motîvasyona hezkirina miletê xwe, xwestina xizmetê û kêmasiya xebatên çandî û populer ên li ser înternetê dest bi xebatên xwe kir. Çend rêgezên me yên malperê hene; di nivîsan de siyaset an jî dijberiya partiyekê tune ye. Ji bo tu bîrdoziyan re ne qada propagandayê ye û ne giredayî tu partî, komele û cemaatê ye. Em, ne radîkal in ne jî pir nerm, rêya me rêya navîn e. Em ne çepgir ne jî rastgir in rêya me reya navîn e. Armanceke me ya sereke jî agahiyên li ser Kurdî û bi awayekî bi rêk û pêk parvekirina wan agahiyan e. Çandname di her qadên jiyan, kelepor, perwerde, zanist û hwd. de weşana xwe didomîne. Li ser malperê cureyên parvekirinan zêde ne (vîdeo, deng, dîmen, nivîs, dokument, interaktîvîte û hwd.) Armanceke me jî ew e ku em hin agahi-yên girîng ên li ser Kurdan di zimanên biyanî de bigihênin şopînerên xwe.

”Bawerî di derbarê rêveberina kar û barên Çandnamê de wiha dibêje, “Ez, Paşa Amedî û Ridwan Xelîl wek rêvebirên malperê xuya dikin. Lê di malperê de nivîsên gelek heval û nivîskaran jî hatine weşandin. Di nav Kurdan de kesên ku dixwazin xizmetê bikin kêm in. Lê dîsa jî gelek kesan piştgirî daye Çandnameyê û nivîs û xebatên xwe ji me re şandine. Ji aliyê teknîkê ve hevalê me Ridwan Çandnameyê pêş ve dibe, gelek caran jî bi nûçeyên xwe yên balkêş beşdarî fikriyata malperê dibe. Ez û hevalê me Paşa jî bêhtir li ser naveroka malperê dixebitin. Jixwe hevalê me Paşa, edîtor û nivîskarekî baş e. Xebatên malperê bi giştî bi dildarî dimeşin. Tu kes tu pereyî ji bo ku xizmetê dide nastîne û em hevî dikin ev xebat salên dûv dirêj bidomin. Em di malperê de hin caran tiştên taybet jî diweşînin wek beşa Pirsnameyê ku armanca vê ji nêz ve naskirina rewşenbîr û nivîskarên Kurdan e. Wekî din di beşa weşannasînê de ji bo kovar û pirtûkên tên weşandin vîdeoyên danasînê amade dikin.”

“Divê li ser mijarên cur bi cur malperên me hebin”

Bawerî li ser naverokên malperên Kurdî û eleqeya xwînerên Kurd, bo xebatên dîjîtal jî wiha diaxive, “Em Kurd mixabin teknolojiyê/dijîtalê pir kêm bi kar tînin, sedemên vê gelekî zêde ne. A din jî gel hîn zêde tiştên Tirkî û Erebî dixwînin ji ber ku bi salan perwerdeyeke mecbûrî bi van zimanan dîtine. Dîjîtal li gor çapkirinê yanî kaxizî hîn hêsantir e, lêçûna wê jî gelekî kêm e lê cureyên malperên Kurdî gelekî hindik in. Ji berê ve xeyaleke min heye ez dixwazim li ser her mijarên cur bi cur malperên me hebin. Mînak, malperên astronomî, tenduristî, perwerdehiyê û hwd. Em nikarin bibêjin qet tune lê niha gelekî kêm in. Bi rastî dema ku şer û tundî tune be gel hîn zêde eleqeyeke mezin nîşanî xebetên Kurdî dide lê şer û tundî, gel dûrî xebatên Kurdî dike. Mînak, beriya rewşa awarte malpera me zêdetir dihat şopandin. Li gorî berê xwendina malperê gelekî kêm bûye, helbet em xwe jî rexne dikin û divê em xebatên xwe pêşdetir bibin. Di dîjîtalê de xwendinên dirêj jî hinekî dijwar e û mirov diwestîne.”

 Ji Çandnameyê xebatên Kurmancî û Kirmanckî

Mirov gava ku li xebatên Çandnameyê dini-hêre zêdetir nivîsên bi Kurdî (Kurmancî-Kirdkî) li ser çand, huner û folklorê dibîne. Bawerî wiha behsa xebatên malperê dike, “Armanca malpera me ew e ku bê siyaset û bîrdozî li ser her qada jiyanê nivîs, vîdeo, wêne, lêkolîn û nivîsan amade bike û biweşîne. Bi rastî di xebatên Kurdî de hîn zêde li ser mijarên siyasetê xebat hene lê li ser malbat, zarok, teknolojî, perwerdehî, tenduristî û hwd. xebat kêm in. Me xwest em li ser van mijarên ku xebat li ser wan kêm tên kirin bixebitin û van kêmasiyan hinekî temam bikin. Lê mixabin pir kes ne dibin alîkar ne jî bala xwe didin van mijaran. Ehmedê Xanî sê sed sal berê gotiye ‘bazara Kurdî kesad e’ hîn jî ev gotin rast e û derbasdar e. Bê siyaset tu nivîs bala Kurdên me nakişîne û zêde nayê xwendin. A din jî, di qada çand, huner, folklor û hwd de jî xebat gelekî hindik in. Hêviya me ew e ku zêde bibin. Li vir ez dixwazim bangê hevalên ku bi zaravayê Dimilkî/Zazakî dinivîsin bikim bila ji me re nivîsên xwe bişînin. Ji ber ku rewşa vî zaravayê Kurdî xerab e. Divê em her Kurd li vê zaravayê Kurdî xwedî derkevin û bidin xwendin. Yanê nivîs ji wan, weşandin jî ji me.”

 

RONYA ROJ-Heftnameya BAS

Hejmar: 36

02-08 Cotmeh-2017

Derbar ziman

Check Also

JI EHMEDÊ SEDEF DU ROMANÊN JÎRÎ ÇÊKIRÎ

Ev roman, berî ku jîrên çêkiri bi her ewayî bikeve nav jiyana me di sala …

Leave a Reply