Di Dînê Îslamê De Perwerdehiya Zarokan

Zarok pêşeroja mirovatiyê ne. Ji ber vê yekê jî perwerdehiya zarokan gelekî girîng e. Her weha ji bo herkesi perwerdehî hewceye. Lê ji ber ku zarok bingeha mirovatiyê ne. Perwerdehiya ‘ewil ji zaroktiyê dest pê dike. Birastî dînê îslamê jî gelekî girîngî daye perwedehiya zarokan. Pêxemberê me (s.x.l) ji zarokan gelekî hezdikir û gelekî jî qiymet dida wan.

Birastî perwerdehiya zarokan hê zarok di zikê diya xwe de ye dest pê dike. Yanî em dikarin bibêjin ku dema ku jinek bi dûcanî bû, divê li hal û tevgeriya xwe baldar be.

Li vir jiyana Bedîûzzeman Seîdê Kurdî tê bîra mirov. Dema Bedîûzzeman Seîde Kurdî zarok bû li medreseye perwedehî didît. Wê demê mamosyetên wî gelekî ji wî hezdikirin. Îca mamosteyên Bedîûzzeman rojekê diçin serdana dê û bavê wî. Diçin bavê ûstad ne li malê bû. Diya wî tenê li malê bû. Ji dayîka wî dibirsin, dibêjin: “Te Seîd çawa perwerde kir?” Dayîk wiha bersiv dide; “Dema ku ez bi xwe hesiyam ku ez dûcanî me, bê destnimêj negeriyam. Dema ku lawê min çêbû jî min bê desnimêj nemêjand.” Mamosteyên ûstad gelekî li hember vê bersivê diheyîrin. Piştî demekê bavê Bedîûzzeman ji cot tê. Di devê hespê wî de tûrek hebû. Yanî bi wî tûrî deve hespê hatibû girtin. Mamosteyên ûstad bi bavê wî re jî hale hevdû dibirsin û piştre dibêjin gelo we çima deve hespê bi tûr girêdaye? Bavê ûstad wiha bersiv dide; ez cot dikim heta ez diçim nav ‘erdê xwe di nav ‘Erdên xelkê de derbas dibim ez naxwazim ku hespê min ji ‘erdên xelkê tiştekî bixwe, heram e. Îca mamosteyên Ûstad fêhm dikin ku çima ûstad wiha ye. Lewra dê û bavê ûstad hêj ew di zikê dayîka xwe de bû perwede bûbû.

Birastî jî perwedehiya zarokan di zikê dayîkê de dest pê dike. Weke avahiyêke dema ku bingeh saxlem be, tu çiqas bixwazî ewqas dikarî avahiya xwe bilind bikî. Zarok jî wisa dema ku bingeh saxlem be mirov dikare bi hêsanî zarokên xwe perwerde bike, çi bixwazî tu dikarî bidî zarokê xwe.

Dînê îslamê jî gelekî girîngî daye pewerdehiya zarokan. Birastî heke em zarokên xwe li gorî Qur’ana pîroz perwerde bikin, ji bo ku ehlaqê Resûlê Xwedê Qur’ana Pîroz bû, divê em pêşî li jiyana Pêxemberê me (s.x.l) binörin. Wî di perwerdehiya zarokan de kîjan rê û rêbaz şopandiye divê em jî wê rê û rêbazê bişopînin. Dema ku em li jiyana Resûlê Xwedê dinerin, Pêxemberê me (s.x.l) bi zarokan re ji nêzve ‘eleqeder bûye. Bi xweşbînî nêzî wan bûye. Bi wan re henek kiriye. Ew weke mirovên mezin gûhdar kiriye. Heta li gor rîvayetekê car caran bi zarokan re bûye zarok.

Dîsa li gor rîvayetekê rojekê neviyên Resûlê Xwedê Hesen ji Resûlê Xwedê av xwestiye dema ku wî xwest piştre jî Hûseyîn şiyar bûye û wî jî ji Resûlê Xwedê av xwestiye. Resûlê Xwedê ewilî av daye Hesen. Qîza Resûlê Xwedê Fatima ji Resûlê Xwedê re wiha gotiye; Yabo ma tu ji bêtir ji Hesen hezdikî ku te av daye wî?  Resûlê Xwedê wiha bersiv dide û kerem dike; “ Na! Ji ber ku Hesen beriya hûseyîn xwest min da wî.’’ Em ji vir fêm dikin ku Resûlê xwedê ne li gorî hezkirinê li gorî heqiyê tevgeriyaye. Bi rastî ev jî him di perwerdehiyê de him jî di pêşbaziya di navbera zarokan de rêbazeke gelekî hîndeker e.

Resûlê Xwedê tu caran zarok ji hevdû cûza nekirine. Yanî negotiye ku ev keç e û bê qiybet e. Ev kûr e û bi qiymet e. Heta em dikarin bibêjin ku herî zêde qiymet daye zarokên keç. Di dema cahîliyê de (nezanî) keçik gelekî bê qedr û bê qiymet bûn. Lê belê piştê ku dînê îslamê hat ev çanda ji holê rakir. Heta carna Resûlê Xwedê di civakê de zêdetir qiymet dida keçikan. Rojeke ji sehebeyên xwe re wiha dibêje; ‘Cûdahiyê nexin navbera zarokên xwe. Wan weke hevdû bigrin. Heke min yek ji yê din serdesttir bigirta min yê keçik serdest bigirta.’ Em ji vê mînakê fêm dikin ku di perwerdekirina zarokan de wekhevî gelekî girîng e.

Li gor hedîseke din Resûlê Xwedê rojekê zarokên pêşbaziyê dike dibîne û ew jî diçe tevlî pêşbaziya wan dibe. piştî pêşbaziyê kî qezenc bike wî li hêştira xwe sûwar dike û li kolanên bajarê Mekkeyê dikerînê û bi wî re diaxive. Ev rê û rebaza Resûlê Xwedê jî di perwerdehiyê de cîhê xelatê nîşanê me dide.

Dîsa Rojekê jinek li kolanê gaziyê zarokê xwe dike. Lê belê zarok naçe. Li ser vê dayîk dîsa gazî dike dibêje ka were ezê tiştekî bidim te. Îca vê tevgeriyê Resûlê Xwedê dibîne û ji dayîkê dibirse tu yê çi bidî zarok. Dayîk dibê ezê hinek xûrme bidim wî. Li ser vê Resûlê Xwedê dayîkê şiyar dike û dibêje; baldar be eger zarok were û tu tiştekî nedî wî wê demê şaşe divê tu bidî. Bi rastî ev tevgeriya mixabin di gelek dayîkan de heye. Divê em di vê mijarê de gelekî baldar bin.

Rojekê zarokek melayekî zarve dike. Henekên xwe bi banga şerîf dike. Resûlê Xwedê gazî wî zarokî dike û weke ku heya xwe ji tiştekî tuneye ji wî re wiha dibêje. Ka ji me re banga şerîf bixwîne. Li ser  vê daxwaza Rasûlê Xwedê zarok şerm dike û banga şerîf dixwîne.. Piştre jî Resûlê Xwedê pişta wî zarokî mist da û hinek jî pere xiste berîka wî û got ku ‘Bimbarek be’ li ser vê gotinê zarok matmayî dimîne û diçe. Paşê jî ev zarok mezin dibe û bi salan li bajarê mekkeyê melatî dike.

Bi rastî di jiyanê de ji bo mirovan mînakê herî mezin bê gûman Resûlê Xwedê Pêxemberê me (s.x.l) ye. Heke em weke dê û bav li jiyana Resûlê Xwedê tenê binêrin emê zarokên xwe gelekî baş perwerde bikin. Lewra zarok çiqas baş perwerde bibin, ewqas pirsgirêkên civakê wê çareser bibin. Em hemû di meseleyê de berbirsiyar in. Çareserkirina hemû pirsgirêkan baş perwerdekirina zarokan e. Her weha mirovên qenc ji zarokên li gorî jiyana Resûlê Xwedê wê bi perwerdê  derkeve…

Fatma Şavluk-Çandname

Derbar ziman

Check Also

Xwe Ji Depresyona Zivistanê Biparêzin

Ji bo ku meriv nekeve bin bandora depresyona zivistanê divê zêde zêde derkeve ber tavê. …

Leave a Reply