Komkujî (Helbest)

Ev çi zulm e li ser me!
Qedexe kirin zimanê me! Ew zimanê ku Xweda daye me.
Ev helwest:
Nemirovî ye, ne jî Îslamî.
Ev barbarî ye!
Wehşet e!
Paşverûtî ye!
Taxûtî ye!
Îdîa îlahtiyê ye!
Lewre, dibêjin:
Bi zimanê ku Xweda daye we neaxivin, nejin!
Ev zimanê ku me ji bona we minasib dîtî ye bi wî zimanî biaxivin!
Ev komkujiya miletekî,
Komkujiya çandekî ye, ya ku bi ‘hezaran  salan de kombûye.
Ev komkujiya ziman, ked, çand û jiyanê ye.

Ev serhildan a li hember Xweda ye..!

Emîrşah Karaman

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Edebiyata Goranî Ya Klasîk

Edebiyata Kurdiya Goranî ya nivîskî ya klasîk li herêma Hewramanê û bi taybetî jî li …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *