LI ŞÛNA (KEÇA KURD) EZ (XELATA ZARA) WERDIGIRIM

Silav û rêz
Baştirîn û pîroztirîn gotin, silaveke rêzgirtinê ye, ji bo canên Pêşmergeyên pakrewan
ku bi saya dilsozî û qehremaniya wan, îro em li vê derê, li Hewlêra paytext, bi azadî
dicivin û bi serbestî behsa Zimanê Kurdî dikin, belku bi dilxweşî zimanzanên xwe
xelat jî dikin.
Bi rasipartin ji mamoste û zimanzana Kurd a Rojavayê Kurdistanê, wergira (XELATA
ZARA), (Emîne Emer) a bi nasnavê (Keça Kurd) naskirî ye, û bi dehên salan xebat û
têkoşîn di ber Zimanê Kurdî de kiriye, ku ji ber rewşa xwe ya tendirustî nikarîbû, li vê
derê amade bibe, êdî ji bo min şanazî û serbilindî ye, ku li şûna (Keça Kurd) û bi navê
wê duyemîn (XELATA ZARA) werdigirim û piştre jê re dişînim Almanyayê, ku li wê
derê dijî. Hevdem em tendirustiyeke baş jê re dixwazin û vê xelatê li xwe û li wê
pîroz dikin. Êdî, ji bo min şanazî ye, ku ez nûnertiya Keça Kurd dikim ji bo wergirtina
vê xelata hêja.
Zimanê Kurdî, bi dehên salan ji aliyê desthilatên zordest ve, li herçar parçeyên
Kurdistanê, hatiye qedexekirin û zimanzan baceke giran di ber de daye, lê tevî wê
zordestiyê û hewlên dorpêçkirin, paşxistin, pijavtin û asîmîlekirinê, Zimanê Kurdî
dikarîbû zindî, xurt, dewlemend, parastî û zelal bimîne.
Zimanê Kurdî, weke zimanên din ên cîhanê, xwedî gencîneyeke ferhengî, dengsazî,
peyvsazî, rêziman, watesazî û rênivîsê ye. Xwedî dîrokeke dûr û dirêj e, wiha jî
nîşanên pêşketina wî di xurtî û dewlemendiya wî de diyar in, serbarî berhemên hêja
ku bi vî zimanî hatine dahênankirin, êdî bûye sereketirîn binemaya nasnameya gelê
Kurd. Hebûna Zimanê Kurdî girêdayî hebûna gelê Kurd e. Wiha jî, hebûna gelê Kurd
girêdayî hebûna Zimanê Kurdî ye, lewma dijminê gelê Kurd, her ew bi xwe dijminê
Zimanê Kurdî ye û dilsozê gelê Kurd jî, dilsozê Zimanê Kurdî ye.
Silav û spas ji bo we, amadebûyên birêz.
Silav û spas ji bo saziya KURDŞOPê ku salane, weke rêzgirtin û pêzanîn, (XELATA
ZARA) radestî zimanzenekî/ê Kurd dike.
Spas ji bo hevalên min ên Komîteya Amadekar. Ji bo min, şanaziyeke duqat, sêqat û
çarqat e ku ez endamekî vê Komîteya Amadekar a (XELATA ZARA) me.
Ji bo min serbilindî ye ku dezgeh, medya û saziyên Zimanê Kurdî wiha pêşketinên
mezin dibînin. Spas ji bo Hola SEMA li Hotêla Kapîtol, ku ji bo Kurdan berdewam cihê
çalakiyên xizmeta çand, rewşenbîrî û Zimanê Kurdî ye.

Xalid Cemîl Mihemed: Nivîskarê Kurd ji Rojavayê Kurdistanê
07/01/2024/ Hewlêr

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply