Du Taybetmendiyê Nû Hatine Facebookê

 

Taybetmendiyên “Parastina Facebookê” û “Girtina Profîla Facebookê” nû hatin. Taybetmendiyên nû yên ku Facebook li Tirkiyê  peyda kiriye çi ne? Em ê çawa bikar bînin?

 

Rêxistina sîwanê ya tora civakî ya Facebookê META, ragihand ku di çarçoveya pêşdebirina ewlehiyê de li Tirkiyê du taybetmendiyên nû derxistin.

Yekem taybetmendî dê di sepana Facebookê de peyda bibe, li gor taybetmendiya Parastina Facebookê, parêzvanên mafên mirovan, rojnamevan û karbidestên hukûmetê hesabê wan di bin xetereya kesên ku nîyet xerabdane Facebbokê ji bo kesên ku tên hezkirin ev bernameya amade kiriye. Taybetmendiya din, bi navê Girtina Profîla Facebookê, dihêle kesên ku ne hevalên we ne ku naveroka parvekirî bi rengekî sînordar bibînin.

PARASTINA FACEBOOKÊ ÇI YE?

Meta ji ber ku di platformên medyaya civakî de dibe ku kampanyayên hin kesên wek namzed û hilbijartî bibin hedefa kesên xerab, dê taybetiya Parastina Facebookê ya ku cara ewil di sala 2018an de hatibû destpêkirin, heta dawiya vê salê  li 50 welatên din, bide destpêkirin. Hesabên ku dibe ku ji bo Parastina Facebookê mafdar bin dê li ser hesabê xwe yê Facebookê bîranînên cihêreng bibînin da ku li ser bernameyê fêr bibin û qeyd bikin.

Bi qeydkirina bernameyê, kesên di xetereya mezin a armancgirtinê de ne, wek parêzvanên mafên mirovan, rojnamevan, û karbidestên hukûmetê, dê karibin bi karanîna taybetmendiyên parastina ewlehiya hesabê bihêztir û şopandina xetereyên potansiyel ên li ser bi destxistina hesabê wan alîkariyê bistînin. Di vê çarçoveyê de, ji bo hesabên ku di bernameyê de hatine tomarkirin dê piştrastkirina du-faktorî mecbûrî be.

GIRTINA PROFILA FACEBOOKÊ ÇAWA YE?

Taybetmendiya bi navê Kilîtkirina Profilê, bi taybetî ji bo serîlêdana Facebookê, dê rê bide kesên ku ne hevalên we ne ku naveroka we bi rengekî sînordar bibînin. Dema ku ev taybetmendî were çalak kirin, wêneya profîla we, wêneya bergê, postên ku hûn parve dikin, wêne û çîrok tenê ji hêla hevalên we ve têne dîtin, dema ku pejirandina profîl û nîşanan tê çalak kirin.

Hemî wêneyên ku we berê wekî “Giştî” parve kiribûn dê bibe “Heval” û ya werê guheztin û tenê beşek piçûk a agahdariya di beşa “Derbarê de” dê ji kesên ku ne hevalên we ne re xuya bibe. Bi şopandina van gavan hûn ê karibin Girtina Profîla Facebookê çalak bikin:

1- Li bin navê xwe îkona (…) bikirtînin.

2- Li Profilê Kilîtkin bikirtînin.

3- Ji bo vegere rûpela berê Temam ê bitikînin.

Dema piştî girtina profîla xwe wê hûn ê bibinin nîşanek şîn hatiye pêşwazî kirin. Piştî girtina profîla we, kesên ku ne hevalên we ne dê nîşanek şîn li ser profîla we bibînin.

Werger: Firat Bawerî

Çavkanî: haberturk.com

 

Derbar Çand Name

Check Also

Gelo Jibîrkirin Kîcax Dest Pê Dike ?

Heta niha zanyar di wê baweriyê de bûn ku bi giştî ji temenê 55 saliyê …

Leave a Reply