Gelo Mêr Ji Jinan Çi Dixwazin ?

  • Di zewaca mêr û jinê de gelek tişt hevpar in; lê belê hêviyên wan cûda ne. Sal çiqas derbas bibin jî, jin û mêr daxwaziyên xwe yên herî girîng ji hevre nabêjin; taybetî jî mêr, daxwaziyên xwe, bi awayekî hêsanî nayne ziman.
  •  Di zewacê de, daxwaziyên mêr ji janan dikin; yên ku jin ji mêran hêvî dikin zêdetirin. Jin û mêr heman kargehê de bixebitin û wek hevdu biwestin jî, dema tên mala xwe, mêr ji jina xwe hêvî dike ku xwarin û vexwarina wî amade bike.
  • Mêr, herdem dixwaze mala wî û kincên wî rêk û pêk bin. Gelek mêr tasek av jî hevce be, ji jana xwe dixwazin. Cîhê telefon, berçavk û goreyên xwe jî ji jina xwe dipir se.
  • Ya herî girîng jî ewe ku ; mêr, dilovanî û hezkirina ku ji dayîka xwe dîtiye, ji jina xwe jî dixwaze. Mêr dixwazin, jinên wan, wan wek lehengekî qebûl bikin.
  • Xweda, mêr zêdetir bi hêz afirandiye; mêr zêdetir esabî û azad e. Ji ber vê yeke, mêr dixwaze jin her dem li ber pozê wî be û wî ji belayetan dûr bixe.
  • Ji ber ku malbatê rêve dibin; dixwazin wek rêvebirê dewletekî ,ji wan re rêz bê girtin. Ji nav van gengeşiyan de, jin ji hinek tiştan bi gazin in. Mînak: dibêjin ”Mêrê min çima ,ji dayîkbûna min û salvegera zewaca me ji bîr nayne û pîroz nake? Dibe ku ew êdî ji min hez nake”? Lêbelê mêr van tiştan bi hestiyarî nanirxîne .
  • Mêr, herdem li hêviya ecibandinê ye û rexneyan zêdetir qebûl nake. Mêr li aliye madî ve naxwaze bikeve astengiyan û li gorî derfetan tevdigere. Mêr dixwaze jina wî, ji pirskirêkan zêdetir, bibe çareserî û naxwaze hêsrên çavên jinan wek çekekî, li hember mêr were karanîn.
  • Gava ku bêhna mêr teng dibe,dixwaze ku bi awayekî aramî biponije. Lê bele, wê deme jina wî li ser wî re bisekine û beje:”Tu çima diponijî, dibe ku yareke te hebe; an te pereyên xwe di rêyeke qêrij de xerc kir”? Mêr bi van gotina pir aciz dibe û naxwaze jina wî bi wayekî wiha neyênî, tevbigere.
  • Mêr ji hevaleke bêqusûr digere; hevaleke, ji hemû derd û kullên wî re bibe hevpar; hevaleke bi ehlaq û baştir.
  • Bi kurtasî, em dikarin bejin ;mêr, ji jina xwe, dilovaniya dayîka xwe, dosteke bi ewle, rêhevaleke hevparê derd û êşên xwe dixwaze. Mêr, li hember dilê xwe, dilekî dilsoz dixwaze…

Cüneyt Yazıcı

www.candname.com

Derbar Çand Name

Check Also

Gelo divê ku em her tiştên ku zarok dixwaze bikirin?

Ger em her tiştê ku ew dixwaze bidin zarokê xwe, em ê xêrê jê re …

Leave a Reply