Derdê Kezebê

Ji bo hemû dayikên ku bi êşa kezebê dîtine.

Vê îdê ezê bi xeyalê xwe bibim mêvanê dayikekî. Yê nikaribe bi hestên xwe ji kerema xwe bila guhdariya çîroka min neke.

Serê sibê çûm limêja îdê. Piştî hatim malê. Min îda dê û bavê xwe û malbata xwe pîroz kir. Piştî ji malê derketim. Min îda cîranên xwe piroz kir. Cîran ne yek dido bûn gelek zehf bûn. Hema bibêje min îda hemû cîranan pîroz kir. Li hemû malan şahî û xweşî hebû. Îro roj roja laqîbûna yar û hevalan bû.

Di taxa me de malek heye ji mala me dûr dikeve. Kî ne, çi dikin nizanim. Ji ber ku dûr bû heya vêga ez neçobûm vê malê. Min di dilê xwe de got îro ezê herim vê malê jî. Dema min li derî da hermeteka şêst salî derî vekir. Serê xwe qet hilneda û bi dengekî şewat ji min re got: “Tu bi xêr û ser çava hatî.” Min ji sûretê wê fêm kir ku pêşiya vêga zehf giriya ye. Piştî çû ji bo min şekirê îdê anî. Ev car serê xwe hilda û li min mêze kir çewa min dît xwe negirt. Wek şirik ji çavên wê hestir hatin xwarê. Min bi meraq jê re got: “Îro îd e. Şahî û xweşî ye. Roja wesla hebîb e. Herkes bi laqîbûna hezkiriyên xwe seîd e. Lê ez li te dinihêrim tu kêfxweşî di rûyê te de naxuyê. Bawerim derdekê te heye. Wextê te derî vekir min ji dengê te fêm kir ku derdê te gelek mezin e. Dema te sûretê min dît te xwe negirt, rondikên te hatin xwarê. Gelo çima?” Dayîkê bi girîn got: “Lawê min! Derdê min giran û birîna min kûr e. Roja îdê birîna min nû dibe. Bi dîtina te derd û keserên min zêde kir. Mixabin ez nikarim derdê xwe ji te re bibêjim.” Min jê re got: “Heyra Welleh heya tu qala derdê xwe nekî ez ji vir gavek nabêjim.” Got heyra baş e. Ezê ji te re bibêjim lê tu car tu nikarî fêm bikî.” Min jê re got: “Kerem bike ez guhdarî dikim.”
Got: “Lawê min! Ez ji yarê xwe dûr ketime. Erê îd e lê ji bo min şahî gelek beîd e. Roja îd tê birîna min xwe nû dike. Derdê min giran dibe. Lewra mirin ketiye navbera min û kezeba min. Dema îd tê ez dikevim oda xwe bi seatan digirim. Bi stêrkên çavên xwe dikarim bexçeyê we av bidim. Heya li vê dinyayê bim îd li min heram e. Ez lêviya Melkemot im. Hêviya min ew e. Tenê ew dikare derdê min derman bike.” Piştî vê bersivê ez jî gelek hestiyar bûm û min jê re got: “Mesele çi ye ka ji kerema xwe delal îzah bike.”

Got: “Lawê min! Pêşiya çil sal Xwedê lawekî da min. Min navê wî danî Kerem. Kerem ji bo min kerema Xwedê bû. Wekî navê xwe xweşik bû. Perçeyek ji min bû. Kezeb bû, dil bû, aramiya rûhê min bû. Delal, dîndar û zîrek bû. Bi merhemet û bi şefqet bû bi kurtasî wek melek bû.

Zor heft bela min neh meh di nava xwe de wî hilgirt. Nêzî du sal jî şîrê min vexwar. Min wî perwerde û mezin kir. Rewşa me ya aborî gelek xirab bû. Me wî şand medresê, îcaze sitand. Dîplomeya lîseyê û zaningehê jî ji derve ve sitand. Di hemû îmtihanan xwe de biserket. Du sê sal meletî kir paşî master kir û derbasê zaningehê bû. Li wir bû mamoste. Me wî zewicand. Otomobîleka xweşik ji xwe re sitand. Ji zarokbûna xwe ve zehf zehmet û eziyet kişandibû. Lê êdî dinya jê re bibû wek cennet. Yekî wusa dilxwaz, qenc û şîrîn bu herkesî jê hez dikir.

Înca birayê hêja, rojekî kezeb û ruhê min Kerem karên xwe yê li zaningehê xilas kir. Li ereba xwe siwar bû qena were malê. Dema serê ereba xwe ji deriyê zaningehê derdixe ji alî çepê ve erebeyaka din bi sur’et li ereba Keremê min dide. Delalê dilê min bi giranî birîndar dibe. Piştî çendiyek li nexweşxaneyê ruhê min ruhê xwe teslîmê Xwedayê Rehman dike. Eva duyazdeh sal e rehmet kiriye. Hêj birîna min sar nebûye. Rojên îdê ez wek roja ku miriye hestiyar dibim. Îdê her herkes bi hezkiriyên xwe kêfxweş û dilşad dibe lê ez ji hesreta kurê xwe daxîdar dibim. Kurê min bi imrê xwe wek te bû û dişibe te. Dema min ruyê te dît dilê min zehftir şewitî û kezeba min peritî. (Di navbeynê de ew digirî ez digrîm. Ez dibêm wê demê erd û ezman digrî) piştî girîna dayikê sekinî domand: “Kurê min! Tu kes nikare birîna min derman bike. Yê derdê kezebê neditibe min fêm nake.”
Min jê re got: “Negrî dayê, negrî? Xwedayê mezin rehma xwe li Kerem bike, bi kerema xwe pê re muamele bike. Ruhê wî şa be. Bi îzna Xwedê cihê wî bihuşt e. Jiyana dinê wusa ye. Bi keder û bi keser e. Bi êş û bi jan e. Mirov hezar sal jî bijî dawiya wî mirin e. Xwedê heyat û jiyanê çêkiriye qena were xuyan ka kî çêtir karên qenc dike. Mirov ji bo mirinê hatine xulqandin. Hinek zû hinek jî dereng koça dawî dikin ya muhîm ew e ka Xwedê ji me razî bûye an na! Ku Rebbê Alemê razî be imrê mirov saniyeyek be jî bes e. Ji ber vê îmtihana mezin sebr bike û ji ber kurê te gihîşt xwediyê xwe şikir bike. Erê lawê te bû, bi zahir tu xwediyê wî bûy. Lê bi heqîqet xwediyê wî Xwedê ye. Li ba te bi emanet bû. Xwedê wî zû bir ba xwe. Rojekî emê jî ruhê xwe teslîm bikin. Em ê bigihîjim Rebb û hezkiriyên xwe.

Piştî van gotinên min bêhna dayikê vebû û dilê wê aram bû. Ev car ji çavên wê stêrkên xweşî û aramiyê hatin xwarê. Berê xwe da min û got: “Wey ez qurbana Xwedayê te bim! Te dilê min şa kir. Xwedê her tim bi te re be. Tu derdê kezebê nebînî Rebbî! Tu û kurê min li axîretê cîranê Hebîbê Rebbil Alemîn bin. Ez te emanetê Xwedê dikim.”

Min xatir xwest û derketim. Lê ruh û dilê min bi seatan li wê malê bû. Min dikir nedikir xeyalên min ji wir nedihat. Selam, hezkirin û rehmeta Xwedê li we hemûyan be.

Sadullah TAŞAN
30.03.2025

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Ey Hevalo De Were

Ey Hevalo De Were Îşev dilê min li ba işqê  mest û serxweş e Roj, …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *