Silav. Hişê mirov çi ecêb e, biranînên ku em gelekî bawer in wisa û wisa qewimîne, car û baran bi rastiyê re nabin yek. Guherînek heye, em pê dihesin lê di heman demê de em piştrast in û loma ji a xwe nayên xwar. Ev celeb bîranîn ji bo me dijwar û xemnak in. Ji ber kaosa wan hişê me, dilê me li hev dikeve. Di romaneke din a Schulman de derbas dibe: “Dema ku travmayek li me diqewime, hişê me jî bîranînan diguherîne. Benjamin sedema vê yekê pirsî, terapîst bersiv da: Bes ji bo tehemulkirinê.” Yanî sedema wê ecêbiyê eger ev be xwînerên ezîz helbet çêtir e ji rastiyên sext û zor. Hûn her hebin.
Pirtûkzade
Li trênê, tenişta pencereyê rû bi rû rûniştine. Çavên bavo zîq li deriyan, di ser serê Harrietê re berdewam di wî aliyî de dinêre. Keçik dizane ew li hêviya çi ye. Hazir e. Berê beringa merhele bi merhele ceribandibûn vê yekê. Gava ku bavo îşaretê bide, divê zû bikin, bilezînin. Bavo çentika kamerayê di ser çokan datîne û vedike. Çavên wî li derî ne, awirên xwe danayine jêr, ne lazim e. Jixwenê, hundirê çentika kamerayê û derveyî wê ji ber kiriye. Di pişt berçavkê de çavên wî pir biçûk dixuyên, di pişt mercekan de du xalên reş. Mirov ti carî fêm nake bê ka ew çi difikire.
Harriet ji pencereyê ve li derve dinêre, di ser pirên avê re derbas dibin. Bi lez dikişe trên. Kulîlkên di xendekan de seranser li kêleka rêyên hesinî, xêzeke şîn a xumam dinexşînin. Êdî ji bajêr derketine, di taxên derveyî bajêr re derbas dibin, û paşê jî zevî û deştên kesk wê bên. Harriet paşopaş diçe; dinêre ka mirovên ku trên di ber wan re derbas dibe, çawa li pey wan biçûcik dimînin, û dû re jî bi windabûna jiyana wan a di deştên fireh de diwerqile. Dengê ku ji hoperlorê tê, dibêje li pêşiya wan tenê xeteke rêhesinê heye û divê ew li benda trêna ku ji aliyê din ve tê, bisekinin. Îstasyon di nav mêrgan de winda bûye, kulîlk digihêjin heta çengê û eger havîn germtir bibe, dê bêhn li wan biçikîne. Piçekî wêde, li zeviyê du çûkên lingdirêj î tîltîlok dibîne ku li geliyê temaşe dikin, û ji nişka ve tê bîra wê, bavo sihorîkeke li ser darekê nîşanî wê dabû: Ka lê binêre. Berê hingê bi çi mijûl bû lê vêga bê liv û tevger li daristanê dinêriya. Weke ku felç bûbû û hişê wê li ser meseleyekê asê mabû. “Li wê rûniştî ye, difikire, Xwedê zane çi û çi bi bîr tîne…” gotibû bavo. Lê Harriet ji ber vê texmînê pir êşiyabû, lê giran dihat. Ji ber ku ev rewş, xema li ser rûyê erdê zêdetir dikir. Ne tenê mirov, lê heywan jî zor û zehmetî didîtin. Yanî, berpirsyariya wan jî hene. Û niha dema ku li wan du çûkên li zeviyê dinêriya, difikirî ku çûk tiştekî ji zarokatiya xwe bi bîr tînin û ev yek hestekî tenê pê re çêdikir: Xemgînî.
Malma Station, Weşanên Albert Bonniers Förlag, r. 17-18, Wergera Ji Swêdî: Osman Tanrikulu
Ji rûpela pirtukzade yê hat girtin