Dengên Kurdî yên ku bê Nasname mane – 2

Di alfabeya me ya rojane de dengên ku bi tîpên « ç k p t » yê hatine nîşandan bi du rengan tên karanîn. Lê miqabil ji van rengên dengan re tîp nehatine diyarkirin. Dengên ku bê tîp mane wekî rengên dengan hatine dîtin û ji wan re tu çareserîyek pêk nehatîye. Gelo alfabeyek fonetîk li Kurdî tê ? Ji bo kîjan rêzik û qeydeyan « Kurdî zimanek fonetîk e » hatîye gotin ? Bidemane hinek lêkolînerên zimanê Kurdî vê pirsgireka hanê ango kêmasîya dengan anîbin ziman û cuda cuda pêşnîyarên xwe diyar kiribin jî, ji ber ku « tîpên alfabeya Kurdî zêde dibin » bi gelemperî kesî guh nedaye van pêşnîyaran.

Meriv dikare bi tîpên alfabeya me ya rojane dengên ku ji alfabeyê der mane re ji nû ve nîşan û îşaretan dîyar bike. Eger hevce be bi du tîpan û ji du tîpan zêdetir van dengên hanê, wek zimanê di famîlya zimanê me de cî girtine ( Fransî, Îngîlîzî û Almanî ), bide nîşandan. Ji xwe di zimanê me de bi du tîpan ( x û w ) dîftongek « xw » hatîye dîyarkirin û hebûna dîftongê , bi tîpên zêde, heqê çareserîya van dengan, dide me.

Ferhengên Kurdî de bêjeyên bi tîpên ku tê de pirsgirêkên rengedengîyê hene û bi dengên zimanên bîyanî tên bilêvkirin yekoyek werin vekolandin û dahûrandin meriv encamek wiha dest dixe : Bêjeyên bi « ç k p t » yên nerm destpêdikin bi misogerî bêjeyên Kurdî ne. Lê belê yên ku bi rengedengên « h, x » yê destpêdikin bi piranî bêjeyên ku ji zimanên din derbasê zimanê me bûne. Dîsa bêjeyên ku bi tîpên bideng destpêdikin ( û di kîtêyên wan de tîpên bideng hene ) di binê bandora fonetîka tîpa Erebî « eyn- ﻉ  » ê de mane jî « jêderk » ên wan yan Erebî yan jî Farisî ne. Ev deng ji alîyê zimannasên Kurdî ve wek dengên cuda nahatîye nirxandin. Bêjeyên ku fonetîka wan di bin bandora « eyn- ﻉ  » ê de mane bi fonetîka Kurdî werin bilêvkirin jî wateyên wan nayên guhertin. Meriv wek fonetîka jêderkên wan û wek fonetîka zimanê me bilêv bike, tu pirsgirêk di wateyên wan de dernakeve holê.

Pirsgirêka van dengan ( yên ku di bin bandora dengên « eyn- , hê- ﺡ û xeyn – ﻍ » ê de mane ) û karanîna « ç k p t » yê pêwiste werin şîrovekirin. Ji ber vê yekê bêjeyên ku bi van deng û tîpan destpêdikin û tê de « l, r » yê bişid hene di hinek ferhengan de ( Zana Farqînî, 1992; D. Îzolî, 2007; KEMALOĞLU, Nasır, 2015 û www.ferheng.org ) hatin vekolandin û vekolandinê de 16834 bêje bidest ketin. Her wiha bi alîkarîya van çavkanî û bêjeyên bidest ketine, rêjeya hemû dengên ku li ser wan gengeşî berdewam dike û yên ku ji zimanên bîyanî derbasê zimanê me bûne ( xênjî deng û tîpên « ç k p t » yê ) , wek tabloya jêrîn tê dîyarkirin.

TABLOYA DENGÊN KU JI ZIMANÊN BIYANÎ DERBASÊ ZIMANÊ ME BÛNE

Û YÊN KU BIŞID TÊN GOTIN

( Tablo 2 )

Tîp û Deng (Destpêkirina Bêjeyan de) jimara Bêjeyên ku bi Herdu Dengan Destpêdikin

( kêm û zêde )

Mînakên Bêjeyên ku Bi Dengên Bê Tîp Mane Destpêdikin Jimara yên bê Tîp Mane Rêjeya yên bê Tîp Mane
a [ a ] 751 Abid, aceb, aciz, adet, adil, af, aferîn, alarm, alem, alewî, alî, alîm, amel, amele, amîr, anane, ar, arûz,ayar, azerî, azîl, azîz, azman, çal, çalav, çamur, çav … ( bêjeyên ku fonetîka wan di bin bandora «eyn-ﻉ  » ê de mane û yên ku Erebî û Farisî ne ) 30 % 3,9
e [ ɛ ] 457 Ebdal, ecayîp, eceba, ecep, ecel, ecem, eciz, edilandin, efû, egît, elamet, elb, eleqe, emir, enî, enîşk,entîn, epî, erd, erebe, erebî, erş, erz, esl, esir, eşîr, etarî, evd, evdal, ewr, eyar, eydî, eyne, ezab, ezeb, ezîm, ezîz, ezman… ( bêjeyên ku fonetîka wan di bin bandora « eyn-ﻉ  » ê de mane û yên ku Erebî û Farisî ne ) 40 % 8,7
h [ h ] 811 Hadîs, hafîye, hafiz , hakem, hakim, hal, hanefî, harişî, hazir, heb, hecinandin, hecî, hedad, hedîse,heft, hejandin, hejdeh, hekem, hekîm, helal, helandin, helaw, helîme, hemal, hemam, helîse, hembêz ( hemêz ) , hemd, hemîşe, hene, henefî, heram, Heran, herb, herem, herf, herişî, hesab,hesandin, hesar, hesret, hesûd, heşt, heta, hevdeh, hewes, heyderî, heyf, heyran, heyranok, heyret, heywan, hez, hezar, hezîn, hezîran, hezret, Hezro, hecîz, hêç, hidûd, hikim, hirehir, hirmet, his, hiş, hişk, hîcret, hîkaye, hîle, hîzîp, holik, hukim, hulhulî, hurîyet, hurmet, hutik, hût… ( bêjeyên ku fonetîka wan wek tîp û dengê Erebî « hê- ﺡ  » tê bilêvkirin ) 80 % 9,8
İ [ ɯ ] 118 İlm, intandin, intîn, irq, irs, izdirab, isyan, işkî ( bêjeyên ku fonetîka wan di bin bandora « eyn-ﻉ  »ê de mane û yên ku Erebî û Farisî ne ) 8 % 6,7
Î [ i ] 201 Îlîm, îllet, îlmî, îlmûxeber, îrfan, îzzet, îzzetînefis ( bêjeyên ku fonetîka wan di bin bandora « eyn-ﻉ » ê de mane û yên ku Erebî û Farisî ne ) 7 % 3,4
l [ l ]

û

l l [ lˁ ]

364 Rêjeya hemû bêjeyên ku bi vî tîpê destpêdikin ( bi şid « l l [ lˁ ] » tên bilêvkirin ) 364 %100
  Bêjeyên ku di kîteyên wan de « l l [ lˁ ] » ya bi şid heye ( billûr, bîllor, cellad, çille, çillek, dêllik, fellah, fille, gollik, gulle, hollik, kelle, killor, kullek, kullik, lîllik, melle, millik, qallik, qullik, sellik, sillek, şillek, şillî, tellik, telliqî, tûlle, welle, xillik, zillût…) 30 %0,81
Hemû bêjeyên ku bi tîpa « l » yê destpêdikin û di nav wan de tîpa « l » yê he ye. 3692
o [ o ] 95 Orandin, oreor, orîn( bêjeyên ku fonetîka wan di bin bandora « eyn-ﻉ  » ê de mane û yên ku Erebî û Farisî ne ) 3 % 3,1
r [ ɾ ]

û

rr [ r ]

693 Rêjeya hemû bêjeyên ku bi vî tîpê destpêdikin ( bi şid « rr [ r ] » tên bilêvkirin ) 693 %100
  Bêjeyên ku di kîteyên wan de « rr [ r ] » ya bi şid he ye ( birr, birrçî, birrîn, çirr, çirreçirr, çirrîn, firr, gerr, gêrr, gêrran, girregirr, girrêz, gorr, gurr, gurrçik, gurrîn, gurrz, kirrîn, merr, pirr, şirreşirr, şirrik, şirrîn, terr, terrî, zêrr, zêrrîn, zirr, zirrîn, zûrr, zûrrîn…) 31 % 0,33
Rêjeya hemû bêjeyên ku bi tîpa « r » yê destpêdikin û di kîteyên wan de tîpa « r » yê heye 9270
u [ œ ] 21 Umre, umûmî, urtin, uryan, uzr ( bêjeyên ku fonetîka wan di bin bandora « eyn-ﻉ  » ê de mane û yên ku Erebî û Farisî ne ) 5 % 23
û [ u ] 39 Ûc, ûrîn ( bêjeyên ku fonetîka wan di bin bandora « eyn-ﻉ  » ê de mane û yên ku Erebî û Farisî ne ) 2 % 5,1
x [ x ] 637 Xafîl, xalib, xalîb, xalîba, xalîbîyet, xar, xaret, xaye, xayet, xazî, xazîtî, xeddar, xefar, xefûr, xemze, xenîm, xerb, xerbî, xerîb, xeyb, xurbet, axa, boxe, max, şax, poxan, yaxnî … 30 % 4,7

Hemû bêjeyên ku bi tîpên bideng ( yên ku di bin bandora deng û tîpa Erebî «  eyn-ﻉ  » ê de mane ) destpêdikin û bi tîp û dengên tê de gengeşî û tevlihevî hene li jorîn hatine nivîsandin. Di tabloyê de bi gelemperî bêjeyên xwerû bi tenê wek mînakên bingehîn û balkêş hatine dîyarkirin û ji ber ku jêderkên wan hatine nimandin yên pêkhatî û hevedudanî nehatine nivîsandin. Di ferhenga zimanê Tirkî ( Türkçe Sözlük, 1988 ) û di ferhengên zimanê Kurdî de hemû bêjeyên li bin tîpên « a, ç, e, h, i, î, k, p, o, t, u, û, x » yê he ne hatine şîrovekirin û yên ku di zimanê Kurdî de tên karanîn him ji bernivîsa ku ji kîjan zimanî hatine him jî bi alîkarîya grûbek seydayên ku baş Erebî dizanin, hatine şîrovekirin. Wer xûya dike ku di Kurdî de xênjî rengedengên « ç k p t » yê û karanîna « l û r » yê bi şid tên bilêvkirin, meriv dikare pirsgirêka dengên hinek bêjeyên ku bi tîpên bideng ( û di kîteyên wan de bidengên ku di bin bandora «  eyn-ﻉ  » ê de mane ) û bi « h û x » yê destpêdikin bîne ziman. Wek gellek zimanan di Kurdî de jî bêjeyên bi « a û e » yê destpêdikin bi gori bidengên dinê zêde ne û nav van bêjeyan de hinek bêjeyên ku ji Erebî û Farisî derbasê zimanê me bûne he ne. Di axaftinên rojane de gellek dengên Erebî û Farisî di zimanê me de tên karanîn. Senifandina ferhengan de tê dîtin ku di nav bêjeyên ku bi tîpên bideng destpêkirî ( xênjî ê’« a, e, i, î, o, u, û » ) de yên Erebî û Farisî he ne. Lê ev bêje jî qasê ku meriv gorî fonetîkên wan tîpên nû bidê zêde nîn in. Ji bo van dengan pêwist nîn e ku meriv nîşanên nû bide û tîpên alfabeyê zêde bike. Wek fonetîka zimanê me bên xwendin jî wateyên xwe dûr nakevin û wateyên wan winda nabin. Meriv dikare van bêjeyan wek “ awarte ” bi pejirîne. Dîsa hinek bêjeyên ku bi « h û x » yê destpêkirine û di kîteyên wan de ev tîp he ne jî, ji Erebî û Farisî derbasê Kurdî bûne. Ji ber ku di bin bandora dengên «  hê- ﺡ û xeyn – ﻍ » ê de mane, bi taybetmendîya sîstema fonetîka Erebî û Farisî tên bilêvkirin. Bi gelemperî ev bêjeyên ku di destpêk û hinek kîteyên wan bi van dengan tên bilêvkirin, ji van herdu zimanan û ji zimanên dinê derbasê zimanê me bûne. Hewcedarîya bi tîpek dinê dîyarkirin û guherandina van dengan ( h û x ) jî tune ye. Meriv dikare wek xweyî bihêle. Dengên ku di bin bandora Erebî û Farisî de mane û ji van zimanan hatine meriv dikare yek bi yek bi mînakên balkêş wek tabloya jêrîn şîrove bike.

Tîp Mînakên ji bo Dengên Kurdî Mînakên ji bo Dengên Biyanî
a Av û ard Ava me şêlû tê.

Ard hêra û hat malê.

Ar û alim ( wek fonetîka tîpa Erebî «  eyn-ﻉ » ê  ‎) Ara rûyê xwe min got erê!

Alimekî hêja bû.

e Ez û evîn Ez û tu bi hev re diçin.

Evîna te ji dilê min dernakeve!

Esil û erd ( wek fonetîka tîpa Erebî «  eyn-ﻉ » ê  ‎) Esil winda nabe!

Min li ezmandixwest Xwedê lierdê da.

i İrq û irsîyet İrqa te çîye?

İrsîyet li merivan kar tê.

İntîn û ilm ( wek fonetîka tîpa Erebî «  eyn-ﻉ » ê  ‎) İntîna te heta sibê berdewam kir.

Melayê donzde ilmbû.

î Îlon û îrade Meha îlonê ezê bêm ba te.

Îradeya me ji destên me girtine!

Îsa û înad ( wek fonetîka tîpa Erebî «  eyn-ﻉ » ê  ‎) Hezretî Îsa li çarmixê xistin.

Înad jî wek miraz e.

o Ol û orte Ola te çi ye?

Orta te û min xirabe.

Orîn ( wek fonetîka tîpa Erebî «  eyn-ﻉ » ê  ‎) Orîna çêlekê ye!Golika xwe digere.
u Gul û gur Gur hat nava pez.

Tu gula min î.

Urtîn û uryan ( wek fonetîka tîpa Erebî «  eyn-ﻉ » ê  ‎) Bişev urtîna te bû.

Ji ber depremêuryanterketibû der.

û Ûr û kûr Ûr di serê min de derketîye.

Nekeve cîyêkûr!

Ûc û ûrîn ( wek fonetîka tîpa Erebî «  eyn-ﻉ » ê  ‎) Wek ûcekî dixwar.

Ûrîn û zûrîna wî bû.

h Hêlîn û hesin Hêlîna bilbilxirab kir.

Hesin zeng digire, ax jî wek xwe dimîne.

Hekîm û helandin ( wek fonetîka tîpa Erebî « hê- ح » yê ) Hekîmo! Melhemê li birîna min bide!

Diya min îro rûn dihelîne.

x Xal û xirbe Xalê min hat mala me.

Mal li min bû wek xirbe!

Mixare û axa ( wek fonetîka tîpa Erebî « xeyn» ê ) Mixareya Hopikî de birek pez cî dibû.

Belê axayê min!

Di encama şîrovekirina van dengan de xênjî dengên ku em îro, çi hişk û çi nerm, bi « ç, k, p, t » yê dîyardikin, tu dengekî de pirsgirêk tune ye. Hemû dengên dinê ji ber ku em bi hev re jîyane û cînarên hev bûne ji Erebî û Farisî derbasê zimanê me bûne. Hinek bêjeyên ku bi tîpên bideng « a, e, i, î, o, u, û » destpêkirine û sazbûne, di binê bandora deng û tîpa Erebî« eyn» ê de mane û yên ku bi fonetîka « hê- ح » û « xeyn» ê tên bilêvkirin wek taybetmendîya fonetîka zimanê me bên bilêvkirin û xwendin, tu pirsgirêk di gotin û wateyê de çê nabe.

Bikaranîn û bilêvkirina « l û r » yê de meriv dikare bibêje ku eger « l û r » di destpêkên bêjeyan de bin, jixwe bişid û bilerz tên bilêvkirin. Her wiha di hinek kîteyên bêjeyan de bişid û bilerz bên bilêvkirin divê bi « ll û rr » yê werin nivîsandin. Hewcedarîya bi nîşanek dinê dîyarkirin tune ye. Ji ber ku şidkirin û lerzkirin bi dubarekirina tîpan tê bilêvkirin di sîstema fonetîkê de dîyarkirina van dengan pêwist nîn e.

Lê belê bilêvkirina dengên ku îro bi « ç, k, p, t » yê tên dîyarkirin, wekxweyî nebe û ji van re bi rêzikên fonetîkê tîp neyên dîyar kirin, di nivîs û xwendinên wan de şaşî çê dibin. Wek mînak em « çil » ê ku bi wateya yekê çavên vî li destên hinekan be û çavên wî têr nebe û « çil » ê ku bi wateya jimara li pê sîh û nehan tê çawa ji hev derxin? Ka em çawa bizanibin« çil » ji bo kîjan wateyê hatîye bikaranîn ? Di gotina « Ez îro rastê merivekî ker hatim » de eger me ji her du dengên ku bi« k » yê dîyar dikin re cuda cuda tîp û îşaret nedîtibe, pirsgirêk di wateya rengdêra « ker » ê de derdikeve holê. Gelo « ker » bi wateya « merivekî guhdirêj, çarsim û çarpê ( heywan ) » û bi wateya « merivekî deng naçê » hatîye karanîn ? Meriv nizane. Di hevoka « Apê min karek dabû min » de gelo bêjeya « karek » bi wateya « îş û şixul » an bi wateya « piçûka bizinê »ye ? Meriv nizane û her wiha di watedarîya bêjeya « karek » de û di watedarîya hevokê de dijwarî çê dibe.

Dibêjin ku di herikandina xwendinê de meriv dizane bi çi wateyê hatîye karanîn û bi wî awayî jî meriv bi gorî fonetîka van herdu bêjeyan dixwîne! Gorî van gotindara gelo xwendin bi zanîna wateya bêjeyan çê dibe? Ma, nivîs û xwendin bi îşaret ( tîp-grafem ) û dengan ( fonem ) çê nabe ? Di navbera van herdu termên rêzimanê de ( grafem û foneman de ) divê aheng û zelalbûn hebe. Wextê tîp û deng zelal nehatibin dîyarkirin û hevdu negirin xwendin û nivîsek zelal jî dernakeve holê.

Çavkanî: www.kurtdiliedebiyati.com

Nasır Kemaloğlu

Derbar Rêvebir

Check Also

Binyada zimanê Kurdî

Di vê dersê de armanca me ev e ku em zimanê Kurdî nas bikin. Yanî zimanê kurdî, ji aliyê binyadê ve dikeve nava kîjan komê û beşê de?

Leave a Reply