Xwarinên ku bi destên qirêj û li cihên qirêj hatine amade kirin, ên ku bi ava qirêj hatine şûştin û di nav firaqên qirêj de hatine veşartin, dibin sedema nexweşiyên ku ji pîsîtiya ajal û insanan derbasî miravan dibe.
Beriya amadekirina xwarinê û beriya û piştî xwarinê divê dest bên şûştin. Fêkî û sebzeyan divê bi ava paqij baş bên şûştin.
Sebzeyên wekî ispenax û hwd. ku paqijiya wan ne hêsan e, beriya bên bi kar anîn, di nava firaqek mezin de 15 deqîqe, bi tevî av û piçek zerav divê bê sekinandin û piştre bê bi kar anîn.
Fêkî û sebzeyên ku qalikên wan nayên xwarin, beriya ku bên qeşartin, divê baş bên şûştin.
Fêkiyên ku qalikên wan nehatibe qeşartin divê neyên xwarin.
Divê xwarin baş bên pijandin û di demeke kurt de bên qedandin.
Xwarinên pijandî divê di şart û mercên herî musaîd de bên parastin û veşartin.
Dema ku careke din bên bi kar anîn, divê heta baş bikele bên germ kirin
Xwarinên xav û pijandî divê tevlihev nebin.
Cihê ku wekî aşpêj tê bi kar anîn, divê baş bê paqij kirin.
Divê xwarin û vexwarin ji mêş, kêzik, mişk û ji ajalên din bên parastin.
Çavkanî: ttb.org.tr