Gelo ruh di tiştên ji xeynê mirov û heywanetan de jî heye?
Ev pirsa hanê ji biçûkiya min de hişê min dagir dike. Dema zarok bûm min tim dar û ber, kevir û zinar hetta dîwar û ax ji xwe re wek tiştên jîndar didît. Bi demê re ev fikra min pûç bû ji ber ku êdî mezin dibûm û rûhê min guhê xwe ji tiştên ne dijîn re girtibû.
Lê bi pirtûkek dîsa ew fikra mina kevin hişyar bû û xwe li hişê min asê kir. Min di vê pirtûkê de dî ku dar dijîn û karin biaxivin, herweha dêmeg tiştên din jî bi ruh in û ew jî wek mirov û ajalan dijîn lê tenê em hîs nakin.
Ev pirtûka ku behs dikim Daristana Mihemed Ronahî ye. Pirtûk ji heşt çîrokî pêk tê, şêst û heşt rûpel e. Di sala 2012 de ji weşanên ronahî derçûye.
Mamost çîrokê de kesayetê dide daran û bi wan jî bûyerên wek evîn, îxanet, şer, kuştin ku nav kurdan de qewimîne/diqewimin tîne ziman.
Çîroka ewil( dara spîndarê): Dara ku êdî extîyar bûye daxwaza jêgirtina du şaxan ji ji Seîdê biçûk ku bê şek ew Şêx Seîdê kal e dike. Seîd du şaxan ji vê darê digire diçîne lê şaxa xwar dibe darên sêdara Şêx. Mamoste li vir du tiştan dide ber çavê xwendekar,yek têkildayîna daran bi mirovên qenc re, yek jî hesûdî û xiyanet tim hebûye û dê hebe xwezî ev xiyaneta darek be jî.
Çîroka duduyan (mişmiş): Şahidiya daran ji bo kuştin û bêbextiyê şanî me dide ku; Tajdîn ji bo zewacê deyn ji Hesen digr. Lê Hesen roja ku Tajdîn biçe xurbetê tê pêşî lê digire û wî dikuje. Dendikê mişmişan ku Zeryayê dabûn Tajdîn bi salan şûn de hêşîn dibin û kuştina Tajdîn derdixin holê, lê mixabin êdî bê fêde ye. Zerya bi Hesen re zewicî ye û zarokên wê jî çêbûne.
Çîroka sisêyan(sinc): Behsa evînek yekalî dike ku dara sincê dibe evîndarê keça malê Salîhayê dibe lê mixabin ev evîn jî bagihêje miradan û Salîha dizewice dara sincê jî hişk dibe.
Çîroka çaran(çinar): Behsa jinikek (Gulîzer)ku ji zarok û mêrê xwe qetiyaye dike. Mêrê jinikê û zarokên wê di ji hêla rejîma iraqê ve tên girtin û aqubeta wan nayê zanîn. Gulîzer jî di dû vê bêyerê re aqil davêje û diçe di hundirê qurmê dara çinarê de bi cî dibe. Darê ji xwe re wek dê dibîne bi navê yadê gazî darê dike pê re diaxive.
Çîroka pêncan(behîv): Behsa diyaloga keçika gerîlla û dara behîvê ke ku keçika gerîlla ji şerek dijwar birîndar derdikeve û diçe nav rezek ku hatiye jehrkirin ji rez tirî dixwe û di vê naberê de dengek nalînî dubihîse lê digere û dibîne ku ev deng dengê dara behîvê ye. Behîv gazinan ji kurmê nav xwe dike. Mamoste li vir gotina pêşîyana “kurmê darê ji darê nebe zirarê nade darê” darîçav dike.
Çîroka şeşan(darhêjîrok): Behsa diyaloga nava dara hêjîrê û Evdila ocalan dike. Behsa qedîm bûna dara hêjîrê û kurdan dike. Herdûyan dişîbîne hev. Ocalan li ciyê xwe yê ku bi tena serê xwe hatiye derdestkirin de bi tena serê xwe dimîne û tim û tim diçe ba vê darhêjîrê û pê re hasbîhal dike û van mijarana xeber didin.
Çîroka heftan(Guldar): Dîsa evînek bêalî û bêmirad di vê çîrokê de heye Mîrza dibe evîndarê Binefşê lê binefş bi yekî dî re dizewice. Mîrza tim û xwezîya xwe bi guldara ber pencera Binefşê tîne . Şevek di xewna xwe de dibîne ku miriye û ruhê wî dikeve wê gulê û tim û tim Binefşa xwe dibîne. Ji xew şiyar dibe û dibîne xewn e radibe xwe întîxar dike.
Çîroka heştan (darmasî): Behsa komkujiya geliyê zîlan dike. Ku ji xwîna kurdan çem sorareng dibe û vebêjê çîrokê jî masiyek e ku piştê vê xwînê li kêleka çem kok berdide erdê û dibe darmasî.
✍️Dilbirîn Dilo
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…