Av dida êqarên( darên ) hewşê yek bi yek û destê xwe li ser sêrê wan de dibir wek zarokên bêkes
Li ber de jî baran li zarokên hewşê tanî û peşkên avê li pîlava wî û şalê wî diketin.
Lê fiq fiqa avê ji pîlava wî dihat ji kefa şewqa xwe ters li ser serê xwe gerendibû li wek ku bêriya mêj de dikir.
Wek her roj ji kefa şimik ji bîr dikir dema xwe berdida li nava baxçê kulîlk bêhn dikir.
Kolikek ji nava we hewşê de bû pir caran çaya xwe tanî li wir vedixwar lê hîn nebibû tenê vexwe bêxêr û bê bereket û tamsar bû germ ew çaya qaçax , lê ji bavê xwe hîn bibû bihûşk jî tenê nexweşe.
Darek li ber çavên wî ket pelê şîn a zeytûnê şerên ku welatên wî bira wî tanî keştiya Hz Nuh dema çeqilek devê kevokekî de aşitî diket bîra wî sembolî azadî diket bîra wî yaku ji wî bihûrî lê hêviya neviyên xwe mayî.
NA na bîra lacik dihat wek çiftexas wek namûsê lê kevok ref bi ref difirîn hata ku çavên wî xwuman digirt.
Ji ber wê bû, navê neviyê xwe yek kevok yek jî zeytûn danîbû.
Lê ji kesekî re negot çavên xwe şevîsta min zeytûnî bûn.
Ji ber wê min navê wê xistiye zeytûn, dema jê dipirsîn çima navên her du neviyên te wusa ne wî jî digot: “Na lo wek Firat û Dîcleyê ne.”
Ew hewşa mezin tev av da piştî qasekî şûnde dengek hat gûhê wî ew av a me teva ye ewqasî ziya nekin
Ê derîvan jî got : Êdî bese berpirsiyarê bînayê, bi min de dixeyîde çima hûn avê evqasî zia (xerc) dikin
Lê ka dev ji avê berde, we min çayek nû çêkiriyê em bi hev re vexwin.
Xortima xwe lawikê derîvan (dergevan) da hev kursî ji çeperxana xwe derxist û got: “De kerem bike rûne xalo”
Lingên xwe jî ji pîlava xwe derxe deyne li ser bêrzan ji xwe ve şimikekî a min a mêjê li vir e bêxe lingê xwe bê here jor paşê li ber deriyê we ezê rahêjimê ezê dîsa li bînim deynim cî yê wê hin ji te re ev çaya he weke xwîna kêvroşka yê maşallah! ji Xwedê re sed carî .
Şewqa xwe rast kir û gûhê kevçî yê çayê girt û bada wek bênderê anî vir tiliya xwe a baranekê û a şehadetê qedehê ve şidand li ser lêva xwe de kir simbêlê xwe li destê çepê rast kir.
Dûre berîka çakêtê xwe de tizbiya rengê qehweyî ve li destê xwe ve pêça liv û liv û hêdî hêdî berda.
Qortek dijî li çayê da hingulîska xwe ya ew kevirê rengê baçana reşî ve li kurdekê xwe ve anî û bir Derîvan re got : “Law ka bavê te îro pêjna wî nayê xwe re, îro ji xwe me li ber vê dara mezinbûyî jî zû me damê jî ne leyîst lê bawerke hêdî em wê jî na leyîsin hîn te ne gotî erê, ji ber ku me çend cara leyîst te got li yê vê avahiyê de gazinda dikin êm jî hêdî naleyîzin”
Derîvan got : Nexwe herin çayxanê li ber mizgeftê.
Her deh pêçikê lingê xwe giya rakir û got : “Tu maftarî lê ka çay li wir wereqekî ye, lê heqe avreşkê jî wereqekî ye ji xwe çaycî jî çaya sar dide me, ji xwe xwe me de nagre çayekî em sê heqê wê li avreşke didin.”
Li dema jor dimeyzanda li wê avahî yê ji gundê wan mezintir bû dema diket bîra wî bê kef bê ref bû, dema xwe berda nav xeyala çavên wî req li giya ma, tam li nava gund.
Derîvan: “Xalo xalo! Çaya te cemidî ka ez yekî din dagrim ew çaya sar avêt li ser û gûhê zeytûnê.”
Xalo da xwe rabû êdî şûn xwe de ne meyzand ne jî deng çûyê.
Çetîn Lodî