Li Anatoliya Navîn: ÊLA OMERÎ

Omerî, li Anatoliya Navîn 6 gundin, vana: Omera, Altilar, Tavli, Torina (Beşkardeş), Birtalik û Çopli yeOmerî, yek ji 12 bavên federasyona Reşîya ne.

Dîroka Omerîya ji piranîyên kurdên Anatoliya navînê din ji hev ne cuda ne. Dîroknas û lêkolînvan, di vê qenatê de ne ku kurdên Anatoliyê navîn, di navberê Reqa, Efrîn, Mereş û Semsur û li binê çîyayê Torosan û herî dawî jî li Anatoliya navîn jîyan dikin. Li gundên Omerî, malbatên ji cihên dinê Kurdistanê yê wek Qamişlo, Muş, Riha û Amed ê hatine jî hene.

Devleta Osmanî, di sala 1691 an de qanuna bicîhkirine derxis. Omerî / Reşî, di salên 1698’ê de, ji cih û ware xwe hatine bi derxistin. Heme Mame yî ji Altilara gotîyê: “Va gunda di sala 1836 hate avakirin. Bi darê zore hatine sûrgûn kirin an jî neçar mane koçber bûne.  Gor dîroka tê zanîn, çûyîn û hatin 130 salan zêdetir berdewam kiriyê.”

Omerî, bi çand û hûnerê xwe, bi berhemên xwe yê wek tevn li darxistine navdar bûn.Teşî risandin û rîs denkirin / rengdayîn bi serê xwe çanda kevnar bû. Bi wan jî, berhemên wek xalî, bedenî, heftreng, balîf, mînder, têr û çal, xirar e wek jîyana xwe bi rengê xwezayê, bi çîn û bi motîvên cuda neqiş dikirin.

Ermenîyên ku ji wan ew berhêmana distandî, dibirine li Stenbule difrotinê û wiha digotinê: “Bi çîn, neqiş û motivên we pir biqaîl dibin, lê tenê qusûrek heyê, ew jî bênîyê xalîyan we xwer derdikevin.”

Omerîyan, wek piranîyên kurdan din, pîşê /hûnera xwe ku ji bav û bapire xwe hûdikirin, bi pez xwedîkirine û bi maldarîyê xwe dihatin naskirin. Omerîyê ku bi wê çandê mezin bûne her tim xeyelê bi pez xwedîkirine re şeng û beng bûne.

Jîyana kurdên herêmê li ser pez xwedîkirine hatiyê afirandin û ji pez, bi hezaran berhemên hûnerî hatine çêkirinê, beşek je firotine xelk lê xwedî derketiyê beşek hîn di bin serê wan de mane. Şivan û şivantî, bi serê xwe li ba Omerîya zenaetekî bi qedir û bi qimet bû.

Reşî

Omerîyê Reşî ne, Reşvan/ Reşwan jî tê gotin. Wek erdnîgarî, ew li der dorê Efrîne, çiyayê Kurmênc, berê yê alî çemê Firat, Hatay, Mereş, Semsûr û îro jî beşek Reşîyê li navenda Anadolê bi cih û war bûne. Gor lêkolînvan Şoreş Reşî, “Reşîyên li Anatoliyê ji 12, yên li Semsûrê ji 16 êlan pêkten. Reşîyên li Xorasan, Gîlan, Rusya jî tenê wek Reşî xûya dikin. Yanî li wan deran ne wek federasyonin, tenê wek êl xûya dikin.”

Nave Reşîya:

Gor dîroknas û helbestvan Hêmen Kurdaxî (gendî bi xwe ji bajarê Efrîne), Reşîyan li mintiqê Efrîne, di wextê xwe de 12.000 hezar kone xwe ji mûye bizinê rêş hebûne û ji ber vê nave Reşî lêhatine kirin.

Federasyona Reşîyan:

Federasyona Reşîyan, li ser bingeha berjevêndîyê herêma vê çaxe ku li dijîn hatîye avakirin. Çand û hûner, devok û zargotin, ûrf û adetê mîna hev li ber çavan hatine girtin. Faktora dinê serekeyê ku di navbera xwe de tifaqên êl, eşîra ji bo xatire ku bi hev re hareket bikin da ku bihêz û biquwet bin.

Hatinê Omerîya yê Anatoliyê: 

Omerî, cara sifte li Anatoliyê navîn, li ser rêya Enqere, li der dorê mintiqê gundên Tıraş niha (Gülbağı) û Çimşit’ê konê xwe vedane. Nimûne: li gundê Tavli malek bi navê Trêş Memo tê xwendin. Omerî, piştî gavekê bi şûnda hatine Altilarê bi cîh bûne û ji dûwa li gundên wek Tavli, Omera, Torina ( Beşkardeş), Birtalik û Çoplîyê ava bûne.

Malxwe û ewalîyetê Omerî li ser gundê Altilerê hatiyê awakirin. Gundên din giştik bi Altilarê re mervatî xwe hene. Îro li Altilar ê, cîh, war, zevi (terle) û xanîyê bi navên malên ku ji Altilarê çûyîne gundên din tên xwendin hene.

Li Altilarê, Mûderis İbrahim Efendi, ji mala Awê Dezê, cîhê ku li Medrese hatîyê awa kirin, di vê medrese de pir kesan xwendine û nîşana meletî sandine. Perwerde bi kurdî û erebî bûye.

Omerî bi mêvandarîyê xwe jî tên naskirin, ji berê de, li nav Omerîyan de kevneşopîyek bû û odan wazifekê civakê dikirin û xizmetê didan mêvanên ku dihatinî.

Odên li Omera: malê Qembur, malê Hecî Moze, malê Qadirê Beke, malê Ali Bege, malê Ale Ehmed, malê Hoce û malê Mistefayê Ose.

Li Bîrtalêke, ode male Ûsivî Qaso.

Odên li Altilarê, oda malê Awê Dezê hetanî salên 1960’ê hebû yê û odê malê Miçkê Veqqes jî hetanî du salan di ber vê xizmetekî civakî dikir.

Li Tavlî, ode mala Azet, mala Feqês û mala Hecî Ale

Li gundên Omerî, male Boybege, dewrekê rolekê sereke leyîstin û li her gundekî Omerî hetanî salên 1940’ê axatî hebû. Beg û axayan zêdetir pişta xwe dabûn dewletê û bi vê awayê tehakûma xwe li gundîyan dikirin. Ji mala Boybege Hesen beg mirovekî bi adelet, rast û dîndar bûye. Rîwayetek heta roja îro jî tê gotin ku di nav mala Boybege de îxtilaf çêbûyê Hesen beg pismam û berpismamê xwe ji gund derxistine. Bi ser vê îxtilafe de gundên din avabûne.

Serpêhatî/ tecrûbek balkeş li ser mala Boybege, Hesen begî bi du jina ye, korocax e. Hesen beg, dibê ez ê êndin kal bûme, piştî mirinê min kesekê ku axatî bike tûne û qerare digre ku pismamê xwe şûnê wî berdewam bikin. Du sîwarîyan dişîne Kurdistanê, piştî rêwitîyeka dûr û dirêj, her du sîwarî bi Aliyê Hesen ve vedigerin. Vê roke li gund daweta Aliyê Qoçe hebiye, dolê lêdikeve, şên û şahîyê. Aliyê Hesen ji hespê peya dibe, nare cem pismamê xwe Hesen begê. Yekser tera serê govende dikşîne û kilama ”delîlê delîlê seyranê “ dibêje. Jinek ji mala boybegê, wiha dibêje: “Em şûnê hespan, keran girê nadin!” û axatîyê nadin Aliyê Hesen.

Hecî Buxurcî jî Omerî bû, li hemberî sîstema komara Tirkîyê û li hemberî axatîyê serê rakir. Her çiqes ku Hecîyê Buxurcî ji hêla sistema komara Tirkîyê ve hatibe bi darde kirin jî Meranî, nav û dengê Hecî Buxurcî hing jî li nav kurdên Anatoliyê Navîn tê behs kirin.

Torinî û Brawxe

Wek gundên dinê Reşîyan, di nav Omerîyan de jî du bêren sereke ku bi hev re hetanî salên 1960’ê reqabet dikirin hebûn. Torinî, xwe cuda û arîstokrat dihesibandin û yên dinê Brawxe, alîyê kedkar û karkerêna ku erdê wan kêm e. Piştî salên 1960 an, kêmbunê rewşa aborî, jîyana girêdayî cotkarî û maldarîyê bêqimet ma. Torinî û Brawxwe jî koçberîya ber bi Ewrûpa bûn, ew reqabet û cudahî heman heman ji hole rabû.

Reqabetê di navbera Torinî û Brawxe, xêr ji Altilarê, li gundên dinê Omerî pir kêm e û ji ber ku Beşkardeş û Çoplî giştikê Torinî ne. Li Omera, Tavlî û Bîrtalike jî pir hendik Torinî hene.

Omerî cihê xwe cografîk

Omera: Yek ji gunde Omerî yê herî mezinê û cihêkî navendî li navendê Anadolêyê. Rêyê Ankara û Konya , di nav re derbas dibe. Cîh û warê xwe meydanekê dûzbûnîye û bi mera û zevi yê hatiyê dorpêç kirin.

Zozanê Omera : Bîrêdrêj, Birce, Bazarûzê û Arêbîra .

Altilar: Gunde ku cihê herî xweş e, di ber çîyê daye , ber û paşê çîyê mera û zevi ne.

Tavlî: gundekî biçûke, di navbera newala de hatiyê avakirin û bi golê qêmûş (qamirgeh) navdare.

Beşkardeş: pêşîyê hatine Altilerê, ji dûwa li Omera cîh û war bûne û je bi şûnda 5 bira gundê Beşkardeşê avakirine. Li Beşkardeşê 3 malbatên sereke hene : Deli Suleymanê, Doymazan û Hacî Mahmutan.

Çoplî: Wek tê zanîn Çoplî ji pişt re avabû; sala 1910 an de di cîh û ware wan de teterê hebûne, wana ji ber nexweşîyê û ji ber wezikan gund terk kirine. Niştecihê vê gundê, ji Torina (Beşkardeş) û ji Altilarê hatin li vir bûn gundekî.

Bîrtalêk, zozana Omera bû, di sala 1954 de statûyê gund wergirtin.

Ji bo Omerîya, dibêjin: “Bi mafqe ne (bi tîfaqin) û çavvekirî ne.”

Omerî, îro hejmarek ber biçav li welatên Ewrûpa jîyan dikin û zêdetir jî li waletên Scandînavya ne.

Çavkanî: Dîroknas û Helbestvan- Hêmen Kurdaxî, Lêkolînvan-Şoreş Reşî, Veger-Ihsan Eken-Tavşançali’nin tarihi, Hesenê Ale, Mamoste Bilal Sari, Ozkan Deveci û Haydar Çoban.

Wêne: Yasin Celep, Bilal Sari, Kazim Altuntaş û Altilarli Ercan.

Ahmed Gezer -kurdenanatolien.com

30-10-2020

Derbar ziman

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply