Hejmara 3yem a Kovara xêzeromanê GOGê derket

Hejmara 3yem a Kovara xêzeromanê GOG, ku ji bo zarokên Kurd mehê carek bi Kurmancî û Kirmanckî tê amadekirin, derket.

Armanca Kovara GOG, bi xêzan zimanê zarokan pêş bixe û bibe platformek ji dinyayê. Kovar, ji cîhana Kurdan xêzan û çîrokan pêşkêş dike. GOG ji bo zarokên 7-14 salî tê amadekirin û li ser înternetê weke dîjîtal tê belavkirin.

Di hejmara vê mehê de, çîrokên Red Kit, Yakari, Thorgal û Milo cih digrin. Ji xêzkarên kovarê  Ender Ozkahraman bi “LOXE”, Dogan Guzel bi “QIRIX”ê cih girtiye. Di beşa analîzan a “Wekî tê zanîn ne wisa ye” de li ser “Calvin û Hobbes” analîzeke berfireh hatiye pêşkêşkirin. Mamo di beşa “Ev kî ye?” de bi xêzan jiyana Newtonî girtiye dest. Di beşa “Çi qewimî bû?” de jî li ser zanist û çand û hunerê nûçeyên rojevî hene.

Derbar ziman

Check Also

4 kitabê kirmanckî veciyay

Weşanxaneyê Vate çar kitabê newey vetî. Înan ra yew şiîr, yew tez, yew folklor û …

Leave a Reply