Nivîskar: Ramazan Pertev
Li gorî agahiyên li ber dest, em dikarin dîroka lêkolînên folklora kurdî bi vî awayî dabeş bikin:
Serdema Berhevkariyê Ji Aliyê Biyaniyan: “Serdema têkçûna mîritiyên kurdan heta desthilatdariya İTC – İttihad ve Terakki Cemiyeti (1846-1908)”
Serdema Hişyarbûnê û Netewetiya Çandî: “Serdema dawî ya Împaratoriya Osmanî (1908 1918)”
Serdema Xwenasînê û Netewetiya Siyasî: “Serdema hilweşîna Împaratoriya Osmanî heta damezirandina Komara Tirkiyeyê (1918-1923)”
Serdema Kovargerî û Zanistî: “Piştî damezirandina Komara Tirkiyeyê heta dawiya Şerê Cîhanê yê Duyem (1923-1946)”
Serdema Valahî û Pişperdebûna Xebatên li ser Folklora Kurdî (1946-1991)
Serdema Vejandina folklora kurdî û destpêkirina însiyatîfên çandî (1991-2010)
Serdema Lêkolînên Folklora Kurdî di Bin Banên Zanîngehan de (Ji sala 2010an vir ve)
Serdema Berhevkariyê Ji Aliyê Biyaniyan: “Serdema têkçûna mîritiyên kurdan heta desthilatdariya İTC- İttihad ve Terakki Cemiyeti (1846-1908)”
Di vê serdemê de xebatên li ser folklora kurdî bi piranî ji aliyê biyaniyan ve hatine encamdan. Pispor û lêkolînerên biyanî wek alman, îngilîz, rûs, hatine Kurdistanê û gelek keresteyên folklora kurdî berhev kirine. Bi rastî jî yekem lêkolînên berfireh ên li ser folklora kurdî ji aliyê kesên wek, A. Jaba, P. Lerch, H. Makas, E. Prym, Oscar Mann û hwd. ve hatine kirin û gelek ji wan hîn di salên 1850yan de li bajarên Ewropayê çap bûne.
- Di nav wan de yên herî dûvdirêj û berfireh ên Aleksandre Jaba ne. Aleksandre Jaba li ser daxwaza Akademiya Petersburgê ev xebat pêk anîne. Wî ligel Mela Mehmûdê Bazîdî û çend melayên kurd, bi sedan keresteyên folklora kurdî berhev kirine. Lewma Mela Mehmûd yekem ji wan kesan e ku wek çîrokên gelêrî, hîkayet, gotinên pêşiyan, stranên gelêrî, keresteyên folklorê berhev kirine û nivîsîne. Rewşa wî ji bo Jaba wek veguhêzer e. Yanî rûsan bi rêya berhevkirin û tomarkirina berhemên çandî, zimanî û edebî yên kurdî xwestine ku agahî û pêzanînên xwe yên derbarê kurd û Kurdistanê de baştir û berfirehtir bikin.
- Herweha di vê serdemê de yekem car rojnameyeke bi zimanê kurdî Kurdistan hatiye weşandin ku wê amaje bi girîngîpêdana zimanê kurdî kiriye û di nav rûpelên xwe de tekstên Mem û Zîna Ehmedê Xanî weşandine.
Serdema Hişyarbûnê û Netewetiya Çandî: “Serdema dawî ya Împaratoriya Osmanî (1908-1918)”
Di vê serdemê de hişmendiyeke neteweyî heye lê ne siyasî ye bêtir li ser zemîna netewetiya çandî ye. Komele û rêxistinên wek Türk Derneği (Komeleya Tirk-1908), Türk Yurdu Cemiyeti (Komeleya Welatê Tirk-1911), Türk Ocağı (Warê Tirk1912), weşanên wek rojnameya Sırat-ı Müstakim, kovara Türk Derneği, kovara Türk Yurdu, kovara Mecmuayê û wd. zêde bûne ku wan ji bo geşekirina hizra tirkperestiyê xebat dikir. Wê demê rewşenbîrên kurd temaşaya van xebatan kiriye û hinek xebatên li ser çand û zimanê kurdî dest pê kiriye.
Bi weşandina rojname û kovarên wek Kürd Teavün ve Terakki Gazetesi, Rojî Kurd, Yekbûn û Hetawî Kurd û bi rêya komeleyên wek “Kürd Teavün ve Terakki Cemiyeti” “Kürd Neşr-i Maarif Cemiyeti” û “Kürd Talebe Hêvî Cemiyeti” re ev xebat hatine meşandin. Di vê serdemê de ji bilî çend berhevokên çîrokên gelêrî, wek berhevkirin, tomarkirin û polînkirin em rastî xebatên folklorê nayên. Xebat bêtir li ser standardkirina zimanê kurdî û pêşxistin û geşekirina perwerdeyê ne.
Serdema Xwenasînê û Netewetiya Siyasî: “Serdema hilweşîna Împaratoriya Osmanî heta damezirandina Komara Tirkiyeyê (1918-1923)”
Xebatên li ser folklora kurdî yên vê serdemê bêtir di çarçoveya karvedanê de ne li dijî siyaseta tirkperestiyê. Lewra di salên 1917yan de bi rêya hinek weşanên tirkî, înkarkirina kurdan dest pê kiriye. Gotarên wek “Kürdlerin Menşei” (Koka Kurdan) û “Kürdlerde Kabile Teşkilatı” (Saziya Qebîleyê li ba Kurdan) û pirtûka bi sernavê Kürdler: Tarihi ve İctimai Tedkikat (Kurd: Lêkolînên Dîrokî û Civakî) çap bûne ku amaje bi nebûna çand, ziman, dîrok û edebiyateke kurdan dikir. Hewlên îspatkirina neteweya kurd li dijî van îdîayan bûne yek ji handêra xebatên li ser keresteyên folklora kurdî.
Rewşenbîrên kurdan jî komeleya “Kürd Tamim-i Maarif ve Neşriyat Cemiyeti-KTMNC” ava kiriye ku rêziknameya wê mîna manîfesto ye bo xebatên folklora kurdî. Herweha di kovar û rojnameyên wek Jîn, Kurdistan û Serbestiyê de xebatên li ser keresteyên folklorê hatine weşandin. Wate xebat û metodên rewşenbîrên tirk bûne handêr ji bo rewşenbîrên kurd ên wek Kurdiyê Bîtlîsî, Mehmed Mîhrî, Memduh Selîmbeg, Mehmed Mîhrî, Law Reşîd, Hilmiyê Siwerekî û Kemal Fewzî.
Ji analîza nivîsên van rewşenbîran diyar dibe ku ew di bin karîgeriya hizrên Rojavayî û xebatên rewşenbîrên osmanî de mane. Handêrên wan ên ji bo van xebatan hişmendiya wan a netewetiya romantîk e. Wan bi van xebatên xwe hewl daye ku dewlemendiya folklora kurdî îspat bikin û amaje bi hebûna nasnameya kurdî ya neteweyî bikin. Wan di warê berhevkirin, tomarkirin, wergerandin û weşandina çîrokên kurdî de bikaranîna metodên zanistiyê pêşniyaz kirine.
Di encamê de têgehiştina netewetiyê ku han dida bo xebatên folklorê tenê di asta xwenasînê de ma û proseya avakirina nasnameya kurdî jî bû wek derbirîneke bergirîkirina çanda kurdî. Lêbelê ji bo edebiyatnas û folklornasên kurd ên roja me, ev xebatên van rewşenbîran metnên pêşeng ên modern in.
Serdema Kovargerî û Zanistî: “Piştî damezirandina Komara Tirkiyeyê heta dawiya Şerê Cîhanê yê Duyem (1923-1946)”
Piştî damezirandina Komara Tirkiyeyê, bi nifşê Hawarê re û bi pêşengiya Celadet Alî Bedir-Xan û Kamiran Alî Bedir-Xan, ji bo dîroka lêkolînên folklora kurdî serdemeke nû dest pê kiriye. Lewra di vê serdemê de êdî têgeha “folklor”ê hatiye bikaranîn û lîteratura cîhanê ya di vî warî de hatiye şopandin. Bi weşandina kovara Hawarê re têgeha “xwenasîn”ê hatiye nîqaşkirin. Ji bo “xwenasîn”ê jî çavkaniya sereke folklora kurdî bû. Weşandina “Memê Alan”, “Siyabend û Xecê”, “Kerr û Kulik” çend nîşaneyên vê hewldanê ne. Wek Hawar, Ronahî, Roja Nû û Stêr, çar weşanên vê serdemê bûne embareke mezin bo berhevkirin, tomarkirin û polînkirina keresteyên folklora kurdî.
Herweha di vê serdemê de li Yekîtiya Sovyetan jî bo folklora kurdî xebatên girîng hatine encamdan ku kesên wek Heciyê Cindî, Emînê Evdal pêşengiya van xebatan kiriye. Yekem car di zanîngeh û akademiyan de folklora kurdî bûye mijara lêkolîna nameyên akademîk û bi dehan tez hatine amadekirin. Kovara Hawarê xwedî roleke girîng bû di warê weşandina keresteyên folklorê de, nemaze yên edebiyata kurdî ya gelêrî.
Ev serdem ji bo dîroka lêkolînên folklora kurdî, serdemeke rasteqîne ye ku rasterast amaje bi lêkolînên keresteyên folklorê kiriye. Yek ji taybetmendiya vê serdemê ew bû ku ji bilî nivîsên bi zimanê fransî, nivîsên vê serdemê hemû bi zimanê kurdî bûn. Karîgeriya van xebatan ewçend mezin bûye ku di roja me de jî, çi zana, çi nezana gelek kurd van mît û sembolan bi kar tînin.
Serdema Valahî û Pişperdebûna Xebatên li ser Folklora Kurdî (1946-1991)
Jimareya dawîn ya nifşê Hawarê, kovara Roja Nû, di sala 1946an de weşiyaye. Piştî vê, di warê lêkolînên folklora kurdî de em rastî valahiyeke mezin tên. Piştî derbeya leşkerî ya 1960î, di çarçoveya hin rêzikên qanûnî de, bi qismî be jî, di hinek rojname û kovaran de nivîsên bi kurdî tên weşandin. Çend weşanên ku di salên 1960 û 70 de weşiyane: Dicle-Firat (1962), Deng (1963), Doğu (1969), Yeni Akış (1966) Tîrêj (1979). Di nav wan de kovara Tîrêje ji ber ku bi temamî bi zimanê kurdî bû (bi herdu zaravayên kurmancî û zazakî) ji yên din girîngtir e.
Ji xeynî van çend weşanan, em hin xebatan dibînin ku bi danasîna çanda kurdî ve girêdayî ne, wek çalakiyên Devrimci Doğu Kültür Ocaklari-DDKO ku di sala 1969 de hatiye damezrandin.
Lê piştî derbeya leşkerî ya 1980yî, ji bilî tirkî weşana bi zimanên din hat qedexekirin.
Di vê dema taybet ya dijwar de li Tirkiyê, gelek lêkolînên akademîk li ser folklora kurdî, di nav kurdên Yekîtiya Sovyetê ya berê de hatin kirin. Casimê Celîl, Celîlê Celîl û Ordîxanê Celîl bi cildan berhemên li ser folklora kurdî û berhevokên edebiyata gelêrî weşandin. Îro jî mamosteyê xanenişîn profesor Celîlê Celîl, ku yek ji pêşengên folklora kurdî ye, tevî temenê xwe yê mezin hîn jî bi awayekî aktîf xebatên xwe dimeşîne û berhevokên xwe yên li ser edebiyata kurdî ya gelêrî didomîne.
Di vê serdemê de xebatên dîasporayên kurd ên li Ewrûpayê gelekî balkêş in. Kurdên li dîasporayê tevî hemû zehmetiyan dîsa jî ji heq derketine ku sazî û komeleyên mîna Enstîtuya Kurdî ya Parîsê damezrînin, weşanxaneyên bibandor ên mîna Apecê ava bikin û wekî weşanên Xwençeyê gelek lêkolînên li ser folklor û edebiyata kurdî ya gelêrî encam bidin.
Serdema Vejandina folklora kurdî û destpêkirina însiyatîfên çandî (1991-2010)
Piştî ku di sala 1991an de li Tirkiyeyê qedexeya weşana bi zimanên din ya ji bilî tirkî hat rakirin, weşangeriya kurdî bi weşanxaneyên wek Nûbihar, Avesta, Doz, Aram û kovarên Rewşen, Govend, War, Zend, Deng bi pêş ket. Bi damezrandina saziyên wekî Kurd-Kav û Navenda Çanda Mezopotamyayê û Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, li Tirkiyeyê xebatên li ser folklor û edebiyata kurdî ya gelêrî zêde bûn.
Di vê serdemê de li ser çand û folklora kurdî gelek lêkolîn ji aliyê gelek derdorên kurdî ve hatine kirin.
Li bajarên kurdan, bi taybetî ji destpêka salên 2000î ve, hin şaredariyên wek Amed, Batman, Wan û Mûşê ji bo xebatên têkildarî çand û folklora kurdî arîkariya aborî kirin û mekanên çandî yên wek mala dengbêjan vekirin.
Antolojiya Dengbêjan ku di sala 2007an de bi arîkariya Şaredariya Diyarbekirê (Amed) hate amadekirin, berdewamiya vê projeyê bû. Bi saya vê antolojiya pir-cildî, navên bi sedan dengbejên ku berê nedihatin zanîn û mînakên berhemên wan hatin danasîn.
Di vê serdemê de, li Tirkiyê yekem car weşanên bi kurdî li ser kanalên televîzyonên giştî (TRT3) dest pê kir. Ne hewceyî bê gotin ku weşanên vê kanalê bi piranî û bi giranî ji stranên gelêrî yên kurdî pêk dihatin.
Serdema Lêkolînên Folklora Kurdî di Bin Banên Zanîngehan de (Ji sala 2010an vir ve)
Xebatên li ser ziman, çand û folklora kurdî li Tirkiyeyê ji sala 2010an vir ve di nav geşedaneke mezin de ye. Girêdayî rewşa siyasî ya konjonkturel ya vê serdemê hin reformên hikûmetê di warê ziman û çanda kurdî de guhertinên giring pêk anîn, ku heta wê demê înkarkirina ziman û çanda kurdî û asîmîlasyon tekane polîtîka bû.
Berovajî serdema berê, di sala 2009an de, kanaleke televizyonê ya kurdî (TRT6, paşê TRT Kurdî), hat avakirin ku niha jî weşanê dike. Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê biryar da ku dersên kurdî (zaravayên kurmancî û zazakî) heftê du saetan li xwendingehên navîn wek dersên bijarte bên dayîn.
Sala 2010an di bin banê Zanîngeha Mardîn Artukluyê de yekem car Enstîtuya Zimanên Zindî ya li Tirkiyeyê hat damezrandin ku di nava wê de Beşa Ziman û Çanda Kurdî jî hebû. Vê beşê ji bo xebatên li ser ziman, edebiyat û folklora kurdî derfetên mezin bi xwe re anîn. Piştî wê di demeke kurt de li zanîngehên dewletê yên wekî Mûş, Çewlik, Wan, Dersim û Amedê beşên ziman, çand û edebiyata kurdî hatin avakirin û di vî warî de perwerdehî dest pê kir. Bêyî ku em li ser naverokên wan dersên ku li van zanîngehan tên dayîn bisekinin, em dikarin bibêjin ku dersên folklora kurdî û edebiyata kurdî ya gelêrî di temamê van beşan de bi navên cuda bin jî hene.
Herwiha divê were diyarkirin ku beşên ziman, edebiyat û çanda kurdî yên li Zanîngeha Mardîn Artukluyê ji aliyê hejmara mamoste-lêkolînerên daîmî, hejmara xwendekaran û ji aliyê hejmara weşan û çalakiyan ve ji beşên din zêdetir xuya dibin û tên nasîn.
Di warê folklor û edebiyata kurdî ya gelêrî de van salên dawiyê ji aliyê van zanîngehên navborî ve bi hevkariya zanîngehên wek Duhok, Zaxo û Selahedîn ên hikûmeta herêma Kurdistana Iraqê gelek sempozyûm, konferans û rojên lêkolînên zanistî tên organîzekirin û çalakiyên girîng tên lidarxistin.
Ev hemû ji bo pêşxistin û berfirehkirina xebatên li ser folklora kurdî derfetên mezin in.
Di dawiyê de divê em behsa Weqfa Mezopotamyayê bikin ku di sala 2013an de li Amedê hate avakirin. Ev weqf ji bilî xebatên xwe yên di warê din de, ji sala 2017an ve ji bo lêkolînerên folklorê qursên perwerdeyê yên sê mehan organîze dike. Kovareke mehane ya bi navê Folklora Me derdixe û her sal du caran kovareke akademîk ya bi hekem bi navê Folklor û Ziman diweşîne ku ev di qada xwe de yekem e.
Herwiha hêjayî gotinê ye ku, vê weqfê bi pêşengiya çend folklornasan, amadekirina “Termînolojiya Folklora Kurdî”daye ber xwe ku dê di qada xwe de valahiyeke mezin dagire.
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…