Dîroka Bedlîsê / Müzeyyen Tanin – Zozan Yetişir

Bedlîs bajarek ji erdnîgara Kurdistanê ye. Li rojavayê Gola Wanê cih
Digre û di sînorê Agiriyê de ye. Navê Bedlîsê; di Kurdî de tê wateya
Lehengî û bêtirsî. Bi rastî navê Bedlîsê ewil ‘Bêtirs’ bûye. Lê di
Pêvajoyê de guheriye û bûye Bedlîs.

Di dever de herî pirr
Titûn şîn dibe. Ji bilî viya Bedlîs bi bexçê meyweyan û ji alî
Dexl(zad) de gellek dewlemend e. Avhewa wî gellek hişk e.
Dîroka dever, bi dîroka Aryan destpê dike. Li gor lêkolînan hebûna wî digihîje beriya zayinê, salên 5000’ê.
Xerakirina
Mezin a li ser navçe, li gor hin çavkaniyan ji alî Asûriyan pêk hatiye.
Ew dem jî dema desthiladariya Mîtaniyan e. Ji ber ku Mîtanî, zimanê
Xurrîkî bikar dianiyan, ji vî kargeriyê re Împeratoriya “Xurrî-Mîtanî”
Tê gotin. Beriya zayinê di sedsala 13’an de piştê helweşîna Mîtaniyan,
Di sedsala12’an de ya Hîtîtiyan, li rojhilatê, di nêvendên çiyayî de
Gelê Aryan bicih bûne. Di sedsala 9’an de gelê Aryan federasyonekî ku
Navenda wî Tûşpa ye, desthiladariya Urartû saz kirine. Bi talanên
Asûran Urartû gellek hêz wenda dike. Ji ber ku van êrîşan bidawî bikin
Aryan, di sedsala 7’an de li Îrana Rojava, bi Medan re digihîjin hev.
Keyê Med Keyaksares, welat ji hemî talankeran paqij dike û heta Behra
Sor Aryan di bin alekî de digihîjîne hev.

Di sedsala 6.’ê de
Persiyan wek derb, tên ser artêşa Med. Her çiqas bikevin nêvenda
Rêvebirina wan a ramyariyê jî pirr bihêz nîn in, ji ber vî yekê beriya
Zayinê, di sala 333’an de artêşên Persan bi cenga ‘Îssas’ ji alî Keyê
Makedonyayê Skender têk diçin. Ji vir û pê ve navçe di nav sînorên
Gordyene de dimîne. Ji sedsala 1.’ê pê ve her çiqas artêşên Romayê du
Car êrîşê van axan bikin jî, pirr nikaribûne li vir bisekinin û
Vegeriyane.

Zanînên li ser dîroka Bedlîsê, bi taybetî di pirtûka
Şerefname de jî hatiye komkirin û hatiye weşandin. Li gor vî pirtûkê jî
Di wî demê de, di vî herêmê de 25 eşîrên Kurd ku ji hev cuda dijîn, tên
Ba hev û biryara bihevrebûnê digrin. Wî demê hukumdarê Gurcî, Tadît li
Herêmê serwer e. Eşîr êrîşê artêşên vî hukumdarê dikin û kelê û bajar
Bidest dixin. Van 25 eşîrên ku eşîra Rojkan pêk tînin û bi navê Rojkan
Hatine binavkirin, navê wan vana ne: Qeysan, Baykan, Modkan, Zoqeysî,
Zeydî, Keleçeran, Xirbelan, Balkan, Xiyartan, Goran, Bireşan, Sekran,
Garisî, Bêdoran, Belakurdan, Zerdûsan, Endakiyan, Pirtayan, Qewalisî,
Girdîkan, Suhrewerdiyan, Kaşaxiyan, Xaldan, Istûkan û Ezîzan.

Li Dû vî hevgirtinê, Bîzans û Sasanî tên herêm lê pirr namînin. Di sedsala
11.’ê de dagera tirkmenên bi navê Selçûkiyan tên zanîn pêk tê. Navçe ku
Di nav sînorên Dugela Merwanî Kurd de ye, di sedsala 13.’ê de rûqalê
Dagira Moxolan tê. Piştê van dageriyan Bedlîs di nav Împeratoriya
Eyyûban de dimîne. Bedlîs piştê dagera Tîmûr jî derbas dike êdî di bin
Birêvebirina Şerefxaniyan de bi sedsalan dimîne.

Di dema Hz. Umer de Bedlîs mislimaniyê nas dike û di vî demê de gel dibe misliman.
Bedlîs di bin birêvebirina Emewiyan, Ebbasiyan, Merwaniyan de jî maye û
Di sala 1537’an de bûye bajarê Osmaniyan. Di sedsala 16.’ê de Bedlîs bi
Tevahî girêdayê Osmaniyan e. Heta sala 1894’an ji alî Şerefxaniyan tê
Birêvebirin. Di sala 1915’an de bi dagiriya Rûsan rû bi rû tê. Ev
Dagirî di Bedlîsê de hilweşînekî mezin pêk tîne. Di sala 1916’an de bi
Saya axa, beg û hemî gelê Kurd, Bedlîs ji dagiriya Rûsan xelas dibe. Lê
Her çiqas ji dagiriyan xelas bibe jî herêm li gor demên berê nîn e.
Lewra rûqalê gellek dagiriyan hatiye û gellek wendabûnê wî hene. Berê
Gelhê Bedlîsê qasê 60 hezaran e, piştê van talanan, bi taybetî piştê
Dagirkeriya Rûsan hejmara gelhe dikeve hejmarên hezarê. Di sala 1929’an
De Bedlîs dibe navçeya Mûşê, lê di sala 1936’an de dîsa dibe bajar.

Bi Taybetî jî Bedlîs; ji alî hunermendiyê gellek pêş ve çûye. Di sedsalên
17, 18, û 19’an de bûye navenda çand û hunermendiyê. Her çiqas ji
Gellek talanan derbas bibe jî, ji vî taybetiya xwe tiştekî wenda
Nekiriye. Bi sedsalan avahiyên Bedlîsê; mizgeft, tirbe, serşok, mescîd,
Xan û bi gellek avahiyên xwe bal kişandiye.
Navçeyên Bedlîsê: Adilcewaz, Exlat, Guroymak, Hîzan, Mutkî û Tetwan e.

Mizgeftên Herêm:
Mizgeftên li Bedlîsê ne; Mizgefta Mezin, Mizgefta Gokmeydan, Mizgefta
Kizil, Mizgefta Şerefiye berhemên girîng ên mirov divê bibînin in.
Mizgeftên dinên jî vana ne; Dortsandik, Ayne’l Bedrîd, Şêx Hesen,
Alemdar, Kûreyşî, Taş, Xatûniye û Mizgefta Kalealti.

Avgermên Herêm:
Li Navend û dora Bedlîsê gellek avgerm hene û vana li ser xêza fay in. Ji
Vana hinek navê wan wusa nin: Guroymak, Ilicak, Çiyayê Nemrûd, Alemdar,
Koprualti, Çîm Colmugu, Pira Ereb, Yilan Dîrîlten, Aci Sû.
Serwetên Bin Erdê: Hesin, krom, asbest, fosfat, perlît û kevirê ponz li herêmê ji bin erdê dertên.

Çem û Gol: Li herêmê gola herî mezin Gola Wanê ye. Wekê din li herêmê golên
Krater jî hene. Wek Nemrûd. Çemên ku li herêmê diherikin Botan, Xerzan,
Bedlîs û Oranz in.

ÇIYAYÊN NEMRÛD Û GOLÊN WÎ YÊN KRATER

Axên Bajarê Bedlîsê pirê wî, ji çiyayên dijwar û ji yê bilind hatiye
Pêkanîn. Li bakûrê bajêr, Çiyayê Nemrûd ku bilindiya wî 2935 m. ye û di
Nav sînorê navçeya Tetwanê de ye çiyayek bi agirpij e. Ji ber teqandina
Agirpijan gellek golên kraterîn di nav çiyayî de peyda bûne. Ya balkêş
Ew e ku Gola Sar (şîn) û Gola Germ (kesk) her çiqas nêzikê hev bin jî,
Di Gola Sar de, zebeş di avê de diperçive û di Gola Germ de jî hêk di
Demekî kurt de ji kela avê dipije.

Gola Nemrûd ku di nav nêvenda
çiyayê kratera Nemrûd de ye, ji alî meziniyê de di dinê de ya duyemîn
E. Çiyayê Nemrûd ku di nav xweza de rewnaqdar e, her sal bi taybetî di
Mehên havînê de ji alî pirr mirov û mirovên biyanî de tê gerîn.

Ji Van çiyayan yek jî çiyayê Subhan e. Li bakûrê Gola Wanê ye û bilindiya
Wî 4058 m.ye. Lûtkeya wî bi qeşayiyan hatiye rûkişandin.

Efsaneya Nemrûdê:
Dema
Keyê Nemrûd ê zordest ku di heyama xwe de dijiya, çiyayê ku li nêzê
Tetwanê ye wek zozan bikar aniye. Dema teqîna agirpija çiyayê destpê
Dike, agir ber bi ser gundên nêzê çiyayê Nemrûdê ne tê. Di vî navberê
De zordestiya Nemrûd ku ji Pêxember Îbrahîm re kiriye, tê heşê gel û ji
Alî gel ve li hember ziyana Nemrûd ku vî çiyayê wek zozan bikar dianiya
Wusa hat gotin: “Bû wek zilma Nemrûd.” Li ser vî bûyerê, navên çiya wek
Nemrûd dimîne.

Nêvenda Temaşekirina Çivîk
Di sînorên Bedlîsê de; nêvenda temaşekirina çivîka Gola Nemrûd, nêvenda çivîka Sodaligol û nêvenda çivîka Gola Wan hene.

Xwarinên Wî Yên Navdar:
Li
Deverê Bedlîsê kebaba Buryan xwarinekî gellek navdar e. Vi xwarinê ku
Ji goştê karikê tê çêkirin, di mehên Hezîran, Gelawêj û Tirmeh de tê
Xwarin. Yên karibin ji xewna xwe fedakarî bikin, dikarin serê sibê seet
05:00’an de ji xwarina “avşor” tam bikin.

Şekalok, Kifta Bedlîs, Tutmanc û Çortî xwarinên din yê herî naskirî yê herêmê ne.

Navdarên Bajêr:
Herêm ji nava xwe gellek zanayên navdar derxistiye. Ji vana hinek navê wan wusa ne:
Îdrîsê Bedlîsî, Seîdê Kurdî, Şemsî Bedlîsî, Şerefxanê Bedlîsî

KELÊN WÎ
1- Bedlîs
2- Adîlcewaz 3-Adîlcewaz Kef  4-Kela Exlat ya Berav 5- Kela Exlat 6-
Tetwan 7- Zeydan 8- Kelhok 9- Derî Ezdînan 10- Dolek 11- Tax 12-Kela
Sînbadî

KELA BEDLÎSÊ: Wek tê zanîn di dema Aryan de ev kele hatiye çêkirin.

Di
Nav her du avên Bedlîsê de ku di cihekî de digihîjin hev, li ser
Zinaran ev kele hatiye avakirin. Kele, çargoşe ye. 670 berkazên wî
Hene. Di alî rojhilat û rojavaya wî de cihê du bircê ji bo raçaviyê
Hatiye çêkirin.

Dora kelê 2800 m.ye, bilindiya wî 56 m. û
Firehiya wî jî 7 m.ye. Di nav kelê de 800 mal, xanek mezin, qesr,
Depoyên qût (erzaq) û embarê çekan hene. Wek tê zanîn di sedsala 10’an
De di nav rojekî de wan eşîrên ku ji bo yekîtiyê hatibûn ba hev, li vî
Kelê hevdîtinê pêk anîne û biryara yekbûnê di vî Kelê de dane. Medrese,
Mizgeft, Xan, Kerwanseray, Serşok, Qesr, Mal, Pirtûkxane û gellek
Hunerî ji van deman maye.
Nava kelê bi axê tije ye. Ji ber vî
Yekê mirov nikare di nav de bigere, lê li lûtkeya kelê dema bê nêrîn
Dîmenek di xweşiyek derasayî de tê dîtin.

Kele ji ber ku li ser
Lûtkeyek ku hilkişandina wî dijwar hatiye çêkirin, li dora wî çala
Parastinê tuneye. Di dema me de tenê kele heye û bi restore kirinan
Rewnaqdariya xwe nîşan nade. Ji bilî keleya Bedlîsê, lûtkeya Dîdeban jî
Hebûye, lê niha tenê jêmayên wî hene.

Medreseyên Wî:
Navên
Medreseyên wî wusa ne; 1-Îxlasiye 2-Xatîbiye 3-Şerefiye 4-Nûhiye 5-Hecî
Begiye 6-Yûsûfiye 7-Ahlakiye 8-Şukriye 9-Xatûniye 10-Bersenkî
(Îdrîsiye) 11-Xelîliye

Tevlî guhertina erdnîgara me, digel
Perçekirina erdnîgarê, pişt re ji bo jibîrkirina dîrokê jî sazûmanê
Hewlên herî mezin danî, sazûman bi viya jî nema. Îro ne ji bo zanîna
Hemî van bûyerên dîrokê xebatekî, ne jî ji bo restorasyon û nûkirina
Van avahiyên hêja tu hewlek wî tuneye. Ev jixwe sekna sazûman a hemberê
Gellê Kurd nîşan dide. Lê divê em Kurd li van nirxên xwe heta dawiyê
Xwedî derkevin û kirinên ji bo me qet ji bîr nekin.

Di vî navberê de ger hûn herin Bedlîsê;

HETA HÛN VANA NEKIN VENEGERIN

Heta hûn Çiyayê Nemrûd û Gola Kratera Nemrûd nebînin,
Kumbetên Axlat nebînin,
Keleya Bedlîsê, Medreseya Îxlasiye, Mizgefta Şerefiye û Kumbetên ku li navenda bajar e serî lê nedin,
Kebaba Bedlîsê ya Buryan û Avşor nexwin,
Berên bestir, yê ji kok boyax, gopala Exlat, findiqa Hîzan, gûza Adilcewaz, hingivê Mûtkî û penîrê kûp netsînin
Û li Tetwanê gola Wanê nebînin…

 

Çavkanî:
www.bitlis.bel.tr
www.bitlis.gov.tr
www.bitlisbarosu.org
www.diyadinnet.com
www.komalenciwan.com
www.rojhilat.net

 

Derbar ziman

Check Also

Perestgeha Herî Kevin a Cîhanê «Li nêzîkî navê vî cihî wê li tevaya cîhanê belav be.»

Ez dîsan hatim ew Diyarbekra li biniya Çavkaniya Çemê Dîclê û li binê quntara Çiyayê Qerec’î, ku şûnewarê …

Leave a Reply