Kêrguh nikaribu cîhê xwe bisekine, xwîna xwe wekî cemekê asî ji dil de diherikîya. Ewkas coş û xiroş û dilşad bû ku, dest û lingên xwe diketin hev, meşin bîr dikir. Gav bi gav diket erdê , dikenîya disa radibû û pisik hembez dikir. Ji ber kû tenetî xilas dibû, digihîşte cêlikê xwe, digihîşte sedema jîyana xwe.
Pisik û kêrguh ji alî bakûr de nêzî çend sed metro çûn, lewra hilkişîyan li ser dîwarekî bilind,pîçek li ser dîwar meşîyan û xwe çekirin nav bexçeye kî biçuk û bê dar.Pisik, bi hest û bîra xwe heta vir hatibû êdî xebatê xwe xilas kiribû.
Pisik serî xwe berva kêrguh vizkir û wiha got :
– Ey kêrguhê belengaz, min çend rojê ber vê cêlikê te ,
li vê bexçê dîtîbû.
Êdî ez nikarim tiştekî bikim, li vê şinda ger tu bi hestên xwe wiya bibînî.
Kêrguh, ji pisik re spasî yê xwe kir û pîçek pêşta çu. Bi rewşekî bawerî ber va dîwar çu. Xwest kû hilkişe ser diwar û li berbanokê malê de têkeve hindir. Çend cara xebitîya lê her car ketê erdê nikaribû hilkişe. Pisik li ser vê rewşê keniya û pêşta hat , hilkişîya berbanokê û li dêrîya berbanokê de kete hindir. Li her derê malê geriya û li xwaniyeki de cêlik dît. Berva cêlik çu û rewş je re daxuyand. Cêlik li şopa pisik ji mal derketin.
Kêrgûh û cêlik hev dîtin. Cêlik ber bi dayîkê xwe çu û hev hembêz kirin, bi tevahî girîyan û ji bexçê male de derketin. Cêlik, kêrgûh û pisik dest pî hev kirin û berva xweza rewîyan. Her tişt dû xwe hiştin, girtin , kûştîn, qirêjî…
Xwestin ku ji mîrova dur kevin, ji dur jî ketin. Êdî tu kes wan nedît, li nav xweza de venda bun…