Ronî û Dûrî

Wekî her caran dîsa nizanim çawa destpê bikim lê divê ez destpê bikim. Li romîstanê jiyan zor û zehmet e. Wek ku her ro, her saet, her wext tarî ye. Belê tav li erdê dide lê ronî nake. Heger ronî û dilxweşî kêm be an jî qe tune be, divê meriv wê tiştî bigere, bibîne û tevî jiyana xwe bike. Meriv bi kesayeta xwe jî ça bibe, bêguman kesên li derûdora wî jî wekî wî dibin. Ser vê yekî ez ketim pey ronahiyê. Lê çawa? Gelo ronahî çi bû? Bi destan dihate girtin? Bi çavan dihate dîtin? Wek ku min serî da jî got jiyan li romîstanê zor û zehmet e.

 

Min çi kir çi nekir ez gihîştim hevalên wekî xwe. Lê yek hebû ji yên din cudatir. Hertimî ji min re digot bi zimanê xwe bijî, bixwîne û xwe nasbike. Heqet çi gotineke rastbû. Ez ketim pey gotinên wî.  Bi çend pirtûkan ketim pey ronahiyê. Paşê çend pirtûkên min bûn gelek pirtûk. Rast e, gelek pirtûk gelek gelek tiştan li min zêde kirin. Gelek tiştan li dilê min û li mêjiyê min zêde kirin. Ronî kirin. Meriv bi roniyan têr nabe dostno. Hê dide dûv roniyan, dûv rastiyan. Lê li romîstanê jiyan zor û zehmet e, meriv çiqasî karibe ewqasî baş e. Çi bû bû li romîstanê jiyan tev aloz bû dijmin pê har bû. Bibînim çi ye? Mamostê min, riya roniyê min, riya xwenasîna min xistine zindanê! Herwiha ji min re jî gotin ji pirtûkan dûr keve, ji roniyê, ji rastiyê.. Ronî wek alkolê ye, meriv carekî tehma wî bistîne, dê çiqas biêşîne jî nikare dev jê berde! Bi qasî derfetan ketim pey roniyê, ketim pey mamostê xwe. Çend zor û zehmet be jî. Çawa ku min di odeyekî tarî û biçûk da dilê xwe, mêjiyê xwe ronî kir, helbet em ê tev biçin ber bi roniyê mamostê min..

 

Li van rojan gotineke mamostê nemir Ehmedê Xanî ji bîra min dernakeve. Wiha kerem dikir mamoste;

 

‘’Kurmanc ne pir di bêkemal in

Emma di yetîm û bêmecal in

 

Fi l-cumle ne cahil û nezan in

Belkî di sefîl û bêxwedan in’’

 

Ömer Özcan

Derbar Ömer Özcan

Check Also

KELA WANÊ

Av li xweza herikî Gul û çîçek pelda. Milet rabûn piyan Erd û çiya hejiyan. …

Leave a Reply